• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kampanyaya Çetir banga “Jiyana rojnamevanan biparêzin” kir

Navenda Nûçeyan /AW

22 KANÛN 2024 - 13:24
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Kampanyaya Çetir daxuyanî da û diyar kir ku bi kuştina rojnamevanan dê nikarin dengê azadiyê qut bikin û banga “Jiyana rojnamevanan biparêzin” li civata navneteweyî kir.

Kamanpanya Çetir a Xebatên Medyayê dike, têkildarî kuştina nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Cîhan Bîlgîn û rojnamevan Nazim Daştan li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê daxuyanî dan çapemeniyê. Bi dehan rojnamevan û xebatkarên çapemeniya azad beşdarî daxuyaniyê bûn.

Kampanyaya Çetir diyar kir ku di bin desthilata rejîmên dîktator de gihandina rastiyê zehmet bûye û ev agahî dan: “Faşîzm bi her rê û rêbazê hewl dide ku tekane deng be û ji bo vê jî bi her awayî êrişî dengên beramber dike. Ji ber vê yekê rojnamegeriya azad ku vê rastiyê hildigire bi her awayî ji aliyê dîktatoran ve tê hedefgirtin.”

Kampanyaya Çetir da zanîn ku piştî rûxana rejîma Esed, herêm ketiye qonaxeke nû û wiha got: Pergala Xweseriya Demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku prensîbên şoreşa Rojavayê Kurdistanê hildigire, bûye xaleke girîng di van guhertinan de û di dîzaynkirina Rojhilata Navîn a nû de roleke çalak dilîze. Dewleta Tirk a dagirker ku zêdetirî sedsaleke bi hemû hêza xwe ve gelê Kurd qetil dike, bi hevkariya çeteyên xwe êrişek berfireh û dijwar li dijî destkeftiyên gelê Kurd û gelên din ên li Sûriyeyê destpê kir. Êriş bir ser Kobanê ku weke sembola berxwedana şoreşa jinê, jiyan û azadiyê ya ku bûye gerdûnî û nirxên mirovahiyê parastiye. Her wiha destpêka têkçûna DAIŞ û xîlafeta wê bû û hemû cîhanê Kobanî weke sembola têkoşîna li dijî tarîtiyê qebûl kir. Dewleta Tirk a dagirker bi gotina ‘ger li Afrîkayê jî çadirek a Kurdan hebe, dê xirab bikin’ rojane êrişî gelê Kurd dike. Bi taybet li Kobanê û hewl dide bi rêya şerê derûnî civakê bê hêvî bike. Ji bo vê yekê jî hemû dezgehên çapemeniyê yên dewleta Tirk wek navenda şerê taybet kar dikin û rastiyan vedişêrin. Li beramber da rojnamevanên azad hewl didin ku li dijî şer derbikevin û bibin dengê azadîxwazan.”

Kampanyaya Çetir destnîşan kir ku êrîşên li ser rojnamevanan kiryarên terorîstî ne ku ji aliyê dîktatoran ve ji bo veşartina rûyê rastiyan tên pêkanîn û wiha cih da daxuyaniye: “Dewleta Tirk di vî alî de ji bo rojnamegeran bûye goristan û bi awayekî sîstematîk êrişî wan dike. Li aliyek ku rojnamevan bi Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan tên parastin û divê neyên hedefgirtin. Lê em her roj dibin şahidê kiryarên terorî yên dewleta Tirk yên li dijî rojnamegeran. Di nava 4 mehên borî de bi dehan rojnamevan bi awayek raste rast ji aliyê balefirên bê mirov û bi çek ên dewleta Tirk a dagirker ve hatine hedef girtin ku di encama van êrişan de 5 rojnamevan hatin şehîdxistin û gelek rojnamevan jî birîndar bûn.

Di 23ê Tebaxa îsal de komek rojnamevanên girêdayî dezgeha me li nêzîkî Seyîdsadiq ku ji bo karê rojnamevaniyê berê xwe dabûn herêm, bûn hedefa balafira bê mirov a dewleta Tirk û di encamê de 2 rojnamevanên bi navê Gulistan Tara û Hêro Behadîn şehîd bûn. Her wiha 8ê Tîrmehê de jî li Şengalê rojnamevanên Çira FM bi heman şêweyê bi balafira bê mirov û bi çek a dewleta Tirk a dagirker hatin bombebarankirin û di encamê de rojnamevan Mîrza Murad Îbrahîm gihişte asta şehadetê.

Di 19ê Kanûnê de jî wesayîta ku 2 rojnamevanên Ajansa Nûçeyan a Hewarê (ANHA) tê de bûn li ser rêya bajarokê Sîrîn ji aliyê balafirên bê mirov û bi çek a dewleta Tirk a dagirker ve hate hedef girtin û 2 rojnamevanên bi navê Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin şehîdxistin. Her wiha şofêrê wesayîtê jî birîndar bû.

Her du rojnamevan di şopandina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser bendava Taşirîn û bajarê Kobanê yên rojên dawî de rolek aktîf lîstin. Dikaribûn rastiyan ji raya giştî re ragihînin û ragihandina şer red bikin. Her du rojnamevan di şopandina êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Bendava Tişrîn û bajarê Kobanê yên rojên dawî de rolek aktîf lîstin. Wan karî rastiyan ji raya giştî re ragihînin û ragihandina şerê taybet derewîn derbixînin. Giringe ku bê gotin hedefgirtina van rojnamevanan kiryareke terorîstî ya plankirî bû. Bêdengiya cîhanê ya li hemberî kiryarên terorîstî yên dewleta Tirk, rewşeke metirsîdar derxistiye holê û bûye sedema berevajîkirina rastiyan.”

Kampanya Çetir herî dawî anî ziman ku rojnameger, her roj bi gefên desthilatdaran re rû bi rû dimînin ku armanca wan bêdengkirina heqîqetê ye û ev bang kir: “Divê her kes bizane ku ev çavtirsandin rojnamevanên azad û xwedî wijdan natirsîne û ew ê ji îfadekirina rastiyan dudilî nebin. Em dixwazin bi helwestek hevpar pêşî li van sûcan bigirin û dawî li siyaseta kuştin û girtinê ya rojnamegeran bînin. Divê li qada navxweyî û navneteweyî li dijî dewletên sucdar têkoşîneke hiqûqî bidin meşandin. Em bang li medyaya Kurdî û navneteweyî, her wiha rêxistinên mafên mirovan dikin ku li hember her êrişeke li dijî rojnamegeran berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Her wiha daxwaz ji raya giştî ya cîhanê dikin ku li ser qetilkirina rojnamevanan ji aliyê dewleta Tirk ve bêdeng nemînin û sînorek ji bo kiryarên dewleta faşîst a Tirkiyeyê diyar bikin. Jiyana rojnamevanan biparêzin û ji bo karê wan şert û mercên guncaw peyda bikin. Divê mafê civakê yê wergirtina agahiyan bê parastin.”

Etîket: Cîhan BîlginKampanya ÇetirNazim Daştan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Doza rojnamevan Ceylan Şahînlî hat taloqkirin

Doza rojnamevan Ceylan Şahînlî hat taloqkirin

15 HEZÎRAN 2026
5 rojnamegerên ji ber bîranîna Nazim û Cîhan dihatin darizandin, beraet bûn

5 rojnamegerên ji ber bîranîna Nazim û Cîhan dihatin darizandin, beraet bûn

8 GULAN 2026
Nazim û Cîhan li Îzmîrê hatin bibîranîn

Nazim û Cîhan li Îzmîrê hatin bibîranîn

22 KANÛN 2025
Ji bo bîranîna Nazim û Cîhan li Giyadînê mewlûd hat dayîn

Ji bo bîranîna Nazim û Cîhan li Giyadînê mewlûd hat dayîn

19 KANÛN 2025
Rênas Remo: Kamera û pênûsa Cîhanê dê tu car li erdê nemîne

Rênas Remo: Kamera û pênûsa Cîhanê dê tu car li erdê nemîne

19 KANÛN 2025
Li pey şopa heqîqetê du berxwedêr: Cîhan û Nazim

Li pey şopa heqîqetê du berxwedêr: Cîhan û Nazim

18 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne