• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Pirtûkek nû ya Rênas Jiyan derçû

Amed / AW

3 ÎLON 2025 - 12:07
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Nivîskarê Kurd Rênas Jiyan vê carê jî romanek nû ya bi navê “Stêrk Dibişkivîn Li Zêrzewanê” çap kir û pirtûk li ber destê xwîneran e.

Romannûs û helbestkarê Kurd Rênas Jiyan ku bi roman, helbest, çîrok û wêjeyê ên dewlemend tê zanîn pirtûkek nû nivîsand. Pirtûka Rênas Jiyan a bi navê “Stêrk Dibişkivîn Li Zêrzewanê” ya ji cureya romanê ji Weşanxaneya Belkî derçû.

Rênas Jiyan li hesabê xwe yê medya dîjîtal danasîna pirtûka xwe kir û got ku ew bi pirtûkek nû bi xwînerên xwe re ye. Xwîner dikarin pirtûkê ji Weşanên Belkî û pirtûkxaneyên Kurdî peyda bikin.

Rênas Jiyan naveroka pirtûkê wiha vegotiye:

“Gava wek niha dibû zivistan û bayê kur dihat Tîtal û zarokên din diçûn talda wan lodan, pişta xwe dispartin pûş, diketin qulên pûş, wiha germ bû, wiha ewle bû, wek mirov ji xwe re di dawa diya xwe de be eyn. Lodan ew hembêz dikirin. Bîna pûş pir xweş bû. Lodan ew diparastin. Lod dê bûn, lod mal bûn, lod welat bûn, lod stêrkên dûr bûn, lod Rêya Kadizan bûn… Di qulên pûş de Tîtal û hevalên xwe wek cewrikan serê xwe dixist ber hev û ji xwe re dipeyivîn, qala fîlman dikirin, fîlmê Tarzan, qala medreseya xwe dikirin, dersên xwe yên medresê dubare dikirin: ‘Elîf fethîten en, qesrîten în, zemîten ûûûn…’ Qala berfê dikirin, qala reşêleyan dikirin, qala cinan dikirin: ‘Kuro, nebê cin!? Bêje ‘ji-me-çêtir!’ Tîtal tayekî pûş dicût, serê wî li ser sînga pûş dihênijî. Qulika lodê, malika wan, pir xweş bû, ji hemû qesran jî xweştir, ev der bihuşt bû, li vir xerabî tune bû.”

Rênas Jiyan heta niha gelek pirtûkên ji cureyên wek roman, çîrok, helbest û wêje nivîsandin e.

Pirtûkên din ên nivîskar ev in:

* Janya (helbest) 1999
* Koleksiyona Çirûskan/Mexzena Xwînê (helbest) 2003
* Di Tuwaletê De (şano) 2006
* Ji Şevê Re Çend Têgehên Dera Hanê (ceribîn-rexne) 2008
* Çirûskîzm: Li Ser Goşt û Agir û Hunerê Lêkolîneke Fenomenolojîk (teorî-felsefe) 2012
* Diêşiya (helbest) 2013
* Wêjeya Kurmancî: Pênûsên Çardederb (analîza wêjeyî û daberhevî) 2015
* Spîtama (roman) 2016
* Ponijîn (raman) 2016
* Dîn û Şîn (helbest) 2016
* Bacanên Pelçiqî (roman) 2017
* Stranên Sor Niviştên Mor (roman) 2018
* Bîna Petêxan ji Hêsirên Min Tê (kurteçîrok) 2019
* Berfwerîn (helbest) 2020
* Kavirên Anarşîst (roman) 2021
* Em Ketin Peyvê Me Xwe Ji Bîr Kir (hevpeyvîn) 2022
* Êvar Încas in Şev Kersele (helbest) 2023
* Stêrk Dibişkivîn li Zêrzewanê (roman) 2025

Etîket: “Stêrk Dibişkivîn Li Zêrzewanê” pirtûkçîrokHelbestRênas JiyanRomanWeşa
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji TEV-KOMê pêşbirka çîrok û helbestên Kurdî: Em li benda tevlibûna ciwanan e

Ji TEV-KOMê pêşbirka çîrok û helbestên Kurdî: Em li benda tevlibûna ciwanan e

10 ÎLON 2026
Ahmet Tellî li Wanê bi helbestên xwe hat bîranîn

Ahmet Tellî li Wanê bi helbestên xwe hat bîranîn

27 TÎRMEH 2026
Dosye 1: Yên li derveyî komarê hatine hiştin  Bindestê bindestan li cîhanê bêwelat in: Komarê ji Romanan re çi kir?

Dosye 1: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
Bindestê bindestan li cîhanê bêwelat in: Komarê ji Romanan re çi kir?

22 HEZÎRAN 2026
Li Hezroyê bernameya dengbêjî û helbestan hat lidarxistin

Li Hezroyê bernameya dengbêjî û helbestan hat lidarxistin

22 GULAN 2026
Li Qonaxa Cemîl Paşa dengê helbestan bilind bû

Li Qonaxa Cemîl Paşa dengê helbestan bilind bû

19 GULAN 2026
Li Îzmîrê wêje û helbesta Kurdî hat nîqaşkirin

Li Îzmîrê wêje û helbesta Kurdî hat nîqaşkirin

2 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne