• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Konseya Bajêr: Ziman karê netewî ye

Amed / AW

30 TEBAX 2025 - 16:15
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Konseya Bajêr a Amedê 1emîn Civîna Meclisa Xwe ya Ziman a Asayî li Çand Amedê li dar xist. Beşdarvanan di civînê de destnîşan kirin ku ziman karekî netewî ye û divê her kes vî barî hilgirin.

Konseya Bajêr a Amedê 1emîn Civîna Meclisa Xwe ya Ziman a Asayî li Çand Amedê (Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê) ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê li dar xist. Nivîskar, zimanzan, rojnameger û hunermend di nav de gelek kesên ku pekhateyên saziyên di nav konseyê de cih digirin beşdarî civînê bûn. Civîn bi diyarkirina dîwanê dest pê kir. Mûrat Işikirik ê li ser navê dîwanê axivî qala armanca Meclisê û divê Meclis di mijara ziman de ji bo bajêr xebatên çawa bimeşîne kir. Gevriye Atli ya di dîwanê de cih digirt jî bi lêv kir ku divê peyzaja ziman a bajêr were çêkirin. Piştî axaftina dîwanê di mijara rêbazê de pêşniyarên beşdarvanan hatin wergirtin.

‘Ziman karekî netewî ye’

Zimanzan Bahoz Baran destnîşan kir ku karê ziman karekî netewî ye û da zanîn ku rol û misyona Amedê gelekî zêde ye. Bahoz Baran diyar kir ku plansaziyeke Kurdan a ji bo ziman nîne û bi lêv kir ku ji ber plansazî nîne di kar û xebatên ziman de encamek nayê bidestxistin. Bahoz Baran anî ziman ku divê ji bo ziman hişmendiyek were avakirin û wiha got: “Divê hiqûqa vî zimanî materyal û tiştên vî zimanî werin çêkirin. Her saziyê karê wan cuda ye. Em Kurdî standardîze bikin dê zimanê me bibe zimanê cîhanî. Divê di nava plansaziyê de kesên pispor bixebitin. Ji kîjan bîrdozî û fikrê be Kurd Kurd e, ziman berpirsyartiya herkesê ye.”

‘Divê kesên di Meclisê de cih digirin di perwerdeya Kurdî re derbas bibin’

Nivîskar Jêhat Rojhilat jî ku li ser Yekîtiya Weşangerên Kurd (YEW-KURD) axivî, xwest ku ewilî hemû kesên di nava Meclisa Bajêr de cih digirin di perwerdehiya Kurdî re derbas bibin û qala pirsgirêkên ku ziman pê re rûbirû dimîne kir.

‘Divê xebatên ziman baş bên kirin’

Dû re Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Hacî Ozkal axivî. Hacî Ozkal jî qala pirsgirêkên ku kirmanckî pê re rû bi rû dimîne kir. Beşdarvanên din ên pişt re axivîn qala dewlemendiya zimanê Kurdî kirin û xwestin ku derbarê ziman de xebatên baş bên kirin.

Piştî axaftinan ji bo rêveberiya  Meclisê pêşniyar hatin kirin û 13 kes hatin hilbijartin. Meclis dê di 13ê Îlonê de bi civînekê desteya rêveberiya xwe diyar bike.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

6 COTMEH 2026
Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

6 COTMEH 2026
Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

6 COTMEH 2026
DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

6 COTMEH 2026
Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

6 COTMEH 2026
Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

6 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne