• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Aştî pêdiviya herî bingehîn a civakê ye’

Mahmût Altintaş / AW

30 TEBAX 2025 - 09:32
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Enqere – Hevserokê Giştî yê SESê Mehmet Siddik Akin diyar kir ku weke KESK dê pêşniyarên xwe di komîsyonê de bînin ziman û got: “Aştî pêdiviya herî bingehîn a civakê ye. Di warê demokrasiyê de em li ser dewletê zextê bikin. Ji bo wê jî çalakî hewce dikin.”

Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Mîllî ku di çerçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li meclîse hatiye avakirin xebatên xwe didomîne. Komîsyonê vî heftî civînên xwe yên 6 û 7an li darxist û Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê, serokê baroyan û serokên berê yên meclîse guhdar kir. Komîsyon civînên xwe bi guhdar kirina sazî, keseyat û rewşenbîran re bidomîne. Yek jî saziya ku di komîsyonê de be guhdarkirin  Platforma Konfederasyona Sendikaya Karkerên Cameweriyê (KESK) e. Hevserokê Giştî yê Sendikaya Kedkarên Tendûristiyê û Xizmeta Civakê (SES) Mehmet Siddik Akin ku di bin baneyê KESKê de ne tekildarî komîsyonê, raporên ku wan amadekirine û pêşniyarên li komîsyonê bikin ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

Mehmet Siddik Akin diyar kir ku li Tirkiyeyê li gor welatên Ewropa hejmara girtiyan 5-6 qat zêdetir e û got: “Ev rewşa demokrasiya Tirkiyeyê û rewşa civakê nîşan dide.” Mehmet Siddik Akin bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û got: “Di girtîgehan de jî li gor raporên ÎHDê bi hezaran girtiyên nexweş hene. Di van de jî 335 girtî nikarin di girtîgehê de bimînin û divê ben berdan. Ew hejmareke giran e. Gelek kes jî nikarin bi tenê serê xwe pêdiviyên xwe dabin bikin. Her wiha ji aliyê mafê tendûristiyê ve jî gelek pirsgirêk hene. Bi wesayitên ringê girtiyên nexweş dibin nexweşxanê. Ev îşkence ye. Di nexweşxaneyê de jî bijîşk dema wan muayene dikin kelemceyên wan venakin. Dema dibin nexweşxanê li hundirê devê girtiyan dinirin. Lêgerîna tazî li ser wan ferz dikin. Ew yek li dijî mirovahiye yê. Ji ber wê jî girtî naxwazin biçin nexweşxaneyê. Şert û mercên nexweşxanê bixwe nexweşiyan derdixe. Sepana tecride li dijî girtiyên siyasî tê meşandin. Tecrîd bi tena serê xwe nexweşiyan pêş dixe. Ji bo hemû girtiyên nexweş bigehejin mafê tenduristiyê divê bên berdan.”

‘Em ê ji bo aştiyê bixebitin’

Mehmet Siddik Akin destnîşan kir ku aştî pêdiviya herî bingehîn a civakê ye û got: “Sendikaya me ji avabûnê vir ve hem ji bo kêde û hem jî ji bo aştî û demokrasiyê têkoşiyayê. Civakeke ne di nava aştî û demokrasiyê de be, em nikarin mafê kedê jî bistînin. Ji bo wê em piştgiriyê didin pêvajoyê. Bandora şer li ser sendîkayê jî dike. 29 hevalên me ji aliyê kesên nediyar ve hatin kuştin. Di sala 2015an de li Şirnexê di şerê xwe rêveberiyê de 3 hevalên me hatin kuştin. Gelek hevalên me hatin binçavkirin û girtin û ji karên xwe hatin dûrxistin. Aştî û demokrasî dê pêşiya xebatên me veke. Aştî ji bo me pir girîng e. Butçeya ji bo şer vediqetînin ji bêrika me derdixin. Heke aştî pêk bê dikarin vî pereyî di xismeta civakê de xerç bikin. Ji ber vê divê em bar bidin ser milê xwe.”

Komîsyon dê li KESKê jî guhdar bike

Mehmet Siddik Akin da zanîn ku dê nûnerên KESKê jî di civîna Komîsyona Meclîse de pêşniyarên xwe bînin ziman û got: “Li ser navê me bang li KESKê kirinê. Me jî raporên xwe amade kirinê. Di dema pêvçûnê de çi bi serê me hatiyê em ê ji komîsyonê re bejin. Ji bo qanûnên bên guhartin jî em ê bînin ziman. Em ê bixwazin ku ji bo dewlet bi komkujiyên hatinê kirin re rû bi rû bimîne komîsyon xebatê bike. Faîlan derxîne hole. Piştî ragihandina rewşa awarte nêzî hezar endamên me ji kar avetin. Divê ew endamên me jî vêgerin karê xwe. Piştî aştiyê dê jiyaneke demokratîk çawa pêş bikeve. Jiyana kargehan, nexweşxaneyan wê çawa bên demokratikkirin. Ji bo van jî pêşniyarên me wê hebin. Li vî welatî gelek netew û bawerî hene. Divê mafê van jî ben dayin.”

‘Divê saziyên sivîl bixebitin’

Di dawiya axaftina xwe de Mehmet Siddik Akin bi lêv kir ku ji bo dewlet demokrasiyê pêş bixe divê saziyên sivîl li ser dewletê zextê bikin û ev tişt gotin: “Aştî di navbera kesên ku şer kirine de dibe. Yên ku şer kirinê nîqaşan dikin. Piştî aştî pêş ket, dê demokrasî çawa têkeve meriyetê, saziyên sivîl û demokratik jî di vî warî de bar dikeve ser milê wan. Ji bo ava kirina civakeke demokratik divê saziyên sivîl di nava civakê de xebatan bikin. Xebatên heşmendiyê bikin. Di warê demokrasiyê de em li ser dewletê zextê bikin. Ji bo wê jî çalakî hewce dikin. Di 10ê Cotmeha sala 2016an de me bi saziyên weke KESK, DÎSK, TMMOB û TTB me mîtînga aştiyê li darxist. Gelek sazî, kes û partiyên siyasî tevlî bûn. Lê di wê mîtîngê de qetlîamek pêk hat û xebatên me yên ji bo aştiyê nîvco man. Divê em wan xebatên xwe yên nîvco xurtir bikin. Ji bo dewlet demokrat bibe û jiyaneke demokratîk pêş bikeve em dixebitin. Divê saziyên din jî bixebitin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

6 COTMEH 2026
Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

6 COTMEH 2026
Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

6 COTMEH 2026
DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

6 COTMEH 2026
Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

6 COTMEH 2026
Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

6 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne