• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Ocalan: Civaka demokratîk, aştî û entegrasyon, sê têgehên sereke yên vê pêvajoyê ne

Navenda Nûçeyan /AW

29 TEBAX 2025 - 10:06
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê têkildarî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxuyanî da. Şandeyê diyar kir ku Abdullah Ocalan gotiye ku “Civaka demokratîk, aştî û entegrasyon, sê têgehên sereke yên vê pêvajoyê ne.”

Wekîla Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Wanê Pervîn Buldan, Wekîlê Rihayê Mîthat Sancar û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol ku di Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê de cih digirin, duh bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin.

Hevdîtin 3 saetan domiya. Şandeyê, têkildarî hevdîtinê daxuyanî da. Daxuyanî wiha ye:

“Ji Çapemenî û Raya Giştî re

Di 28’ê Tebaxê de me li Îmraliyê bi birêz Ocalan re hevdîtin kir. Hevdîtin 3 saetan domiya. Tenduristî û moralê birêz Ocalan gelek baş bû.

Di hevdîtinê de, têkildarî qonaxên pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tê re derbas dibe û asta em gihiştinê bi berfirehî nirxand. Anî ziman ku pirsgirêka em dijîn, biqasî ku midaxileyeke cerahî ya taybet jê re pêwîst bike kangren bûye. Diyar kir ku bi vê hesasiyetê nêzî pêvajoyê dibin û heta roja me anîne. Got, armanca me ew e ku ji bo bidawîkirina pêvajoyeke biêş, tişta ji dest tê bikin.

Anî ziman ku civaka demokratîk, aştî û entegrasyon, sê têgehên sereke yên vê pêvajoyê ne û li ser vî esasî dikarin xwe bigihînin encamê. Destnîşan kir ku ji bo vê jî hewceye gavên di hemû astan de tavilê bên avêtin û bal kişand ser pêwîstiya bi qonaxeke nû.

Birêz Ocalan, got ku wî her tim komareke demokratîk û entegrasyoneke li ser bingeha civaka demokratîk tercîh kiriye û anî ziman ku fêmkirina vê hemleya stratejîk û xwedîderketina li wê dê bi me tevan û Tirkiyeyê bide qezenckirin.

Hinek derdorên siyasetê û çapemeniyê bi nêzikatiyeke jirêzêkirinê raber dikin û wisa digirin dest. Aşkeraye ku ev nêzikatî zirarê dide pêvajoyê.

Bi vê wesîleyê, baweriya xwe ya bi dostaniya bêdawî ya di navbera gelan de û aştiyê jî careke din anî ziman.

Silav û rêz

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê.”

Etîket: DEM PartîHevditinRêberê Gelê Kurd Abdullah OcalanŞandeya Îmraliyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

5 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026
Pervîn Buldan: Pêşengên vê pêvajoyê dîsa jin û dayik in

Pervîn Buldan: Pêşengên vê pêvajoyê dîsa jin û dayik in

23 ÎLON 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

21 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne