• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hevseroka DEM Partiyê: Divê komîsyon bi Ocalan re hevdîtinê bike

Navenda Nûçeyan / AW

24 TEBAX 2025 - 17:00
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku gel dixwaze mercên azad ji bo Abdullah Ocalan bên avakirin ku bi rehetî bixebite û got: “Komîsyon divê tavilê bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, di çarçoveya “Hevdîtinên Aştî û Civaka Demokratîk” de li Edeneyê bi welatiyan re civiya. Hevdîtin, li Navenda Yaşar Kemal hat lidarxistin. Dayikên Aştiyê, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û komeleyên herêmî û gelek kes tev li bûn. Hevdîtin bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre sînevîzyona ku “Hevdîtinên Aştî û Civaka Demokratîk” vedibêje hate pêşandan.

Piştre jî Tulay Hatîmogûllari axivî. Tulay Hatîmogûllari, bedelên Dayikên Aştiyê û gelê Kurd dane bi bîr xist, spasiya Dayikên Aştiyê kir ku tevî ewqas êşan jî hêj daxwaza aştiyê dikin û got hevdîtin û pêvajoya îro berhema têkoşîna wan e.

Bi domdarî Tulay Hatîmogûllari, bal kişand ser pêvajoyê û got Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hêla pêvajoyê ve gelek girîng e. Tulay Hatîmogûllari, wiha domand: “Ez jî di Şandeya Îmraliyê de bûm. Di hevdîtinê de birêz Ocalan, sedema bangê, girîngiya wê ya dîrokî vegot û xwest bi tevahiya civakê re bê parvekirin û xwedî lê derkevin. Serfiraz im ku min şahidiya vê kêliya dîrokî kir. Piştre jî PKK’ê kongre kir û biryar da. Gotin ku ne ji bo bidawîkirina hin tiştan lê berevajî vê, ji bo têkoşîna demokratîk li ser zemîna yasayî û hiqûqî were qebûlkirin, girîngiya têkoşînê vegotin. Yên heta niha digotin ‘Kurd tune ne, Kurdî tune ye, tenê Tirk hene’ ji ber vê têkoşînê neçar man ku asta têkoşîna demokratîk qebûl bikin. Gelê Kurd êdî li tevahiya cîhanê weke gelê berxwedanê hat naskirin.”

‘Pêvajoya demokratîkbûnê şert e’

Bi domdarî Tulay Hatîmogûllari gotina Abdullah Ocalan a “Niha dora çareserkirina pirsgirêka Kurd a li ser zemîna siyasî û hiqûqî ye” û wiha pê de çû: “Heta Tirkiye demokratîk nebe ne Kurd, ne Ereb, ne Ermen, ne jî Laz û Çerkes dikarin mafên xwe bigirin. Aştî mayinde nabe. Armanca me ew e ku aştî mayinde bibe. Lewma jî Tirkiye bi temamî têkeve pêvajoya demokratîkbûnê.”

‘Ev serdema avakirina pêvajoyeke nû ye’ 

Di berdewamê de Tulay Hatîmogûllari bi lêv kir ku yek ji kirdeya herî girîng a Banga Aştî û Civaka Demokratîk jin in û got: “Birêz Ocalan di her hevdîtina xwe de bal kişand ser azadiya jinê. Bedela herî giran a şer û pevçûnan jinan da. Ev yek di şexsê Edeneyê de jî tê dîtin. Mixabin yek ji bajarê herî zêde cînayetên jinan lê çêdibin ev der e. Em dibêjin dê jin bibin pêşengên aştî û demokratîkbûnê. Divê em dengên xwe bikin yek û vî dengê xwe veguherînin rêxistiniya civakî. Ji ber vê yekê em ji vê serdemê re dibêjin ‘serdema rêxistinkirin, veguherandin û avakirina pêvajoyeke nû’.”

Tulay Hatîmogûllari, bal kişand ser operasyonên li dijî CHP’ê û hevşaredarên hatine girtin û got: “Em bi aşkerayî dibêjin ku ka em çawa li Amedê xwedî li demokrasiyê derdikevin, em ê li Stenbolê jî xwedî lê derkevin. Ev peywira me ye. Divê ev operasyon tavilê bên sekinandin ku ji bo pêvajo bitendurist bidome jî girîng e. Ji ber ku ev operasyon pêvajoyê sabote dikin. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi ser partiyan re ye. Divê aştî civakî bibe û her kes qebûl bike. Em bang li îktîdarê dikin ku li Meclisê komîsyonekê ava bikin û kîjan şaredariyê nelirêtî kiribe bila derxîne holê. Lê divê li hemû şaredariyan vê bikin. Hedefgirtina şaredariyên muxalefetê zirarê dide pêvajoyê.”

Divê komîsyon Ocalan guhdar bike 

Tulay Hatîmogûllari, got ku yek ji sedemên esasî ya pêvajoyê geşedanênl i herêmê ne û got ku rewşekî krîtîk bû ku Tirkiyeyê aştiya navxweyî bikira. Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku divê komîsyon di ferqa berpirsyartiya xwe de be, gavên şênber biavêje û divê bendewariyên gel bi cih bîne û ev yek berpirsyartiya mekanîzmayên dewletê ye. Tulay Hatîmogûllari, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bû mehek ku bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin nayên kirin. Lê gel dixwaze hevdîtin bidomin û derfetên ku birêz Ocalan bi serbestî bixebite û fikrên xwe parve bike bên avakirin. Ev hêj çênebûye. Divê ev merc tavilê bên cîbicîkirin. Divê komîsyon demek beriya demekî bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike.”

‘JI bilî aştiyê tu rêyeke din tuneye’ 

Tulay Hatîmogûllari, da zanîn ku ji bo pêvajoyên çareseriyê bi ser kevin, hevdîtinên şefaf ên bi sermuzakerevanan re krîtîk in û ev tişt anî ziman: “Sermuzakerevanê vê pêvajoyê jî birêz Ocalan e. Astengkirina hevdîtinan û vehêlandina wan, xitimandina pêvajoyê ye. Ev ê jî gelên Tirkiyeyê naxwazin. Lewma divê tavilê hevdîtin bên destpêkirin. Birêz Bahçelî di axaftineke xwe de digot ‘Bila Ocalan were li Meclisê biaxive.’ Vaye gel jî li benda vê ye. Hêviyên gel ên ji komîsyonê zÊde ne. Entegrasyona demokratîk, yasayên azadiyê, yasaya înfazê hwd. Hre wiha li benda yasaya aştiyê ya taybet e. Divê komîsyon van mijaran tavilê bigire rojeva xwe. Ji bilî aştiyê tu rêyên me nînin.”

Bertek nîşanî qedexekirina zimanê kurdî da

Tulay Hatîmogûllari, axaftina xwe wiha qedand: “Komîsyonek ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd tê avakirin lê nahêle sembolên têkoşîna aştiyê bi zimanê dayikê biaxive û Tirkî lê tê ferzkirin. Ev bi tu awayî nayê qebûlkirin. Divê komîsyon tavilê dev ji vê xeletiyê berde. Aştî bi her kesî dide qezenckirin. Ev serdem serdemeke nû ye. Em di serdema guherîn û veguherînê de ne. Divê em bi fikr, ked û xebatên xwe pêş bikevin.”

Piştî axaftina Tulay Hatîmogûllariyê, hevdîtin ji çapemeniyê re girtî domiya.

Etîket: aştîcivînDEM PartîYulay
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

19 TEBAX 2026
Li Amedê rêzeçalakiyên ‘Pêngava Rabin’ berdewam dike

Li Amedê rêzeçalakiyên ‘Pêngava Rabin’ berdewam dike

17 TEBAX 2026
Li Stenbolê civîna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk: Apo bi ser ket

Li Stenbolê civîna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk: Apo bi ser ket

16 TEBAX 2026
Otomatik taslak

Tuncer Bakirhan: Ocalan teahhud kiribe şer û pevçûn dernakeve

15 TEBAX 2026
Kongreya DEM Partiyê di 6ê Îlonê de ye

DEM Partî: Di kongreya 6ê Îlonê de dê starta ji nû ve avakirinê bê dayîn

13 TEBAX 2026
Kongreya DEM Partiyê di 6ê Îlonê de ye

Kongreya DEM Partiyê di 6ê Îlonê de ye

13 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne