• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

TJA: Bila dengê jinan di makeqanûnê de cih bigire

Amed / AW

24 TEBAX 2025 - 11:49
Kategorî: JIN, MANŞET, ROJANE
A A
TJAyê ji bo  di amadekina  makeqanûn nû de jin jî di nava komîsyonê de cîh bigirin civîn çapemenîya darxist û banga: “Em bang li hemû jinên ku ji aştiyê bawer dikin, dikin. Ji bo aştîyê em daxwaz û rexneyên xwe bi hevre û bi awayekî xurt bînin ziman.”

“Komîsyona Jin û Destûra Bingehîn” a ji hêla TJA’yê ve hatiye avakirin, têkildarî pêvajoyê li Qonaxa Cemîlpaşa ya Amedê daxuyanî da. Aktîvîstên TJAyê li Qonaxa Cemîl Paşa pankartên li ser “Hiquq nebe çareserî, jin nebe hiquq nabe.” Nivîsandibûn vekirin. Di civînê de gelek aktivîstên TJAyê de amade bûn.

Mamosteya Zimanê Kurdî Dilan Şeveşoglu bi Kurdî û Aktîvista TJAyê Ayla Akat Ata jî bi tirkî daxuyanî xwend.

‘Bila jin di avakirina makeqanûna nû de cih bigirin’

Dîlan Şeveşoglu, anî ziman ku 40 salên dawî yên dewleta Tirkiyeyê bi şerê li dijî Kurdan derbas bûne û wiha got: “Tevahiya tevna siyasî, civakî û çandî ya Tirkiyeyê ji hêla şer ve hatiye teşekirin. Serhildana dawî ya gelê kurd bandoreke kûr li ser hemû têkoşînên siyasî, tevgerên civakî û hevpeymaniyên li Tirkiyeyê kir. Tevgera azadiya jinan li Tirkiyeyê, bi gelek pêkhateyên xwe yên cuda, di warê avakirin û belavkirina soza aştiyê li dora pirsgirêka Kurd de û di têgihîştina aştiyê ne wekî mijareke ewlehiyê ku tenê li jor tê nîqaşkirin, lê wekî mijareke siyasî û civakî, pêvajoyek ku were avakirin de, destkeftiyên girîng bi dest xistiye.

Îro, têkoşîna civakîkirina aştiyê û avakirina wê ji jêr ve ji her demê bêtir ji bo me jinan girîng, bihêztir û lezgîntir e. Pêvajoya civakîkirina aştiyê ne pêvajoyeke ku tenê di derbekê de û di yek carê de pêkwere; têkoşînek û xebatek domdarî û duvdirêj dixwaze. Jinên li ser vê erdnîgariyê, ji ber hevgirtina zîhniyeta serdest a mêr, kapîtalîzm, mîlîtarîzm, şovenîzm û feraseta olî, rastî tundiyeke mezin hatine û li dijî wê jî li ber xwe dane. Ji kuştina jinan heta xizaniyê, ji êrîşên nefretê heta paşguhkirinê, ji desteserkirina keda jinan heta dijwarbûna zayendperestiyê di her warî de, me 10 salên pir dijwar li pişt xwe hiştin. Ji ber ku piştî her pêvajoyeke aştiyê ya têkçûyî rê li ber pêlek bihêztir a mîlîtarîzm, şer, tundûtûjî, şovenîzm û neteweperestiyê vekir.  Jixwe ji ber vê yekê ye ku di van10 salên dawî de em di pêvajoyeke xerabkar de derbas bûn. Li gel vê yekê jî tenê kêliyekî jî me dev ji berxwedana xwe berneda. Li ser vê bingehê, hin daxwazên me yên li hemberî polîtîkayên şer ku em aştiyeke mayînde ava bikin;  hene. Ji vekişîna hemî qeyûman û bidawîanîna pratîka qeyûman bigirin heya betalkirina Qanûna Terorê, azadiya hemî girtiyên siyasî, nemaze girtiyên nexweş, heya dekriminalîzekirina siyasetê û vegera bo Peymana Stenbolê… Ev daxwaz, daxwazên me yên ku  ji hêla têkoşîna me ya hevpar ve hatine talepkirin.”

‘Pêşxistina pêvajoyê tenê bi Tirkiyeyê ve ne bi sînordar e’

Dîlan Şeveşoglu anî ziman ku, Tevgera Jinên Azad  hem hilgirê van daxwazan e û hem jî di pêvajoya aştiyê de aktoreke sereke ye û gotinê dirêj kir û wiha got:  “Di vê çarçoveyê de, ew girîngiya giran a banga aştî û civakeke demokratîk a ku ji hêla sermuzakerevanê pêvajoya aştiyê  brêz Abdullah Ocalan ve hatî destnîşan kirin, nas dike û hewldana civakîkirina aştiyê wekî erkê xwe yê siyasî yê sereke dibîne. Herwiha, em dizanin ku avakirina aştiyê ne tenê bi Tirkiyeyê ve sînordar e; Tevî Rojava, ew bi jiyan, îradeya siyasî û bi taybetî ewlehiya kurdên li her çar herêmên Kurdistanê ve girêdayî ye. Di vê çarçoveyê de, em ê bi hemû mutefîkên xwe re, bi perspektîfeke navneteweyî ji bo aştiyê;  li dijî hemû nêzîkatiyên millîtarîst û operasyonên leşkerî , hem li Tirkiyeyê hem jî li derveyî sînorên wê, ji bo avakirina hevpeymaniyek aştiyê têbikoşin. Em di wê zanebûnê de ne ku avakirina aştiyê pêvajoyeke demdirêj e. Bi berçavgirtina mîrata kesên ku me di navê aştiya bi rûmet de winda kirine, û bi hesreta avakirina cîhanek wekhev em ê hewld bidin û bikin ku vê peywira xwe bÎnin cih. Em dizanin ku barê me giran e û em xwe li gor vî barê giran û rêya dirêj amade dikin.”

‘Aştiya mayinde bi bingeheke bi hêz û hiqûqî pêkan e’

Dîlan Şeveşoglu di dawîya axaftina xwe de wiha got: “Em dizanin ku pêvajoyên avakirina civakeke demokratîk û aştiyeke mayînde enceq bi bingeheke bi hêz a hiquqî pêkan e. Em ê heta dawiyê ji bo avakirina vê bingeha siyasî û yasayî hem ji bo xurtkirina demokratîkbûn û avakirina aştiyê û hem jî ji bo avakirina peymaneke civakî ya nû têbikoşin. Banga me ji bo hemû jinên ku baweriya xwe bi aştiyê anîn e; bi baweriya xwe, fikarên xwe, hêvî û rexneyên xwe yên ji bo aştiyê, werin bi nîqaşan em xwe xurt bikin û soza xwe bikin yek. Tevgera Jinan a Kurd xwedî bingehe ku van nîqaşan birêve bibe, bi biryar e ku dengê jinan bîne nîqaşa Makeqanûna nû. Di rewşa siyasî ya krîtîk a îro de, em bang li hemû jinên li ser vê erdnîgariyê ne dikin ku tevlî têkoşîneke hevpar ji bo civakîbûna aştiyê bibin. Em di wê baweriyê de ne ku jin dê pêşengtiya tevahiya gel û aliyên bindest û tunne tên hesibandinê, ji bo wan jiyaneke hevpar ava bike. Banga me ji bo hemû jinên ku vê baweriyê parve dikine.”

 

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

‘Jin bi serxwebûna aborî dikare li dijî tundiyê bisekine’

21 TEBAX 2026
ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

21 TEBAX 2026
Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

20 TEBAX 2026
DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

20 TEBAX 2026
Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

20 TEBAX 2026
Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

20 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Neparastina nirxên civakî rizîbûna civakî bi xwe re tîne’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne