• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn HATE NÛKIRIN

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn HATE NÛKIRIN

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn HATE NÛKIRIN

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn HATE NÛKIRIN

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Wê tu carî rêya xwe şaş nekir’

Navenda Nûçeyan / AW

23 TEBAX 2025 - 12:18
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Xwîşka rojnameger Gulistan Tarayê  Dîcle Erdem  bi minasebeta salvegera kuştina Gulistan Tara axivî û anî ziman ku ew keseke têkoşer bû û tu carî rêya xwe şaş nekir.

Di 23ê Tebaxa 2024an de balafirên bê mirov ên dewleta Tirk (SÎHA) li Silêmaniyê li dijî maşîneya rojnamegeran êrîşa hewayî pêk anîn. Di êrîşê de rojname Gulistan Tara û Hêro Bahaddîn jiyana xwe ji dest dan. Xebatkara Çapemeniya Azad hemû jiyana xwe di oxira têkoşîna azadiya jinan, azadiya gelê kurd û heqîqeta dengê azadiyê de dabû. Wê di tevahiya jiyana xwe de li ber xwe da û ew bû nemira rêya heqîqeta bi wate. Gulistan Tara, di sala 1983yan de li Êlihê ji dayik bû. Perwerdehiya xwe li bajarê xwe temam kir. Ji temenê xwe yê biçûk ve, ji ber sekna xwe ya li dij neheqiyê, kesayeta xwe ya hesas û meraqdar û baweriya xwe bi hêza ragihandinê, di civaka xwe de bû kesayeteke hezkirî. Bi baweriya ku ragihandin tu pirsgirêkê bêçareserî nahêle li dijî înkar û îmhaya dewletê ya li ser gelê Kurd û erdnîgariya vî welatî bû dengê azadiyê. Piştî komploya di sala 1999a de li ser Reberê Gelê Kurd Birez Abdullah Ocalan tev li rêxistinê dibe.

Li dijî kuştina Gulistan Tara û Hêro Bahaddîn li gelek deverên cuda yên cîhanê çalakî hatin li darxistin. Lê tevî bertekên ku pêşketin jî der barê Tirkiyeyê de tu lêpirsîn nehat destpêkirin. Edîtora Xwebûnê Xecê Şen bi minasebeta 1yemîn salvegerê bi xwişka Gulistan Tara Dîcle Erdemê bi axivî.

Dîcle Erdemê di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku ew û xwîşka xwe Gulistan ji hev re wek heval bûne û wiha axivî: “Ji ber ku di navbera me da salek heye em bi hev re mezin bûn. Di nava me de hevaltiyek hebû, têkîliyên me gelekî germ û xurt bûn. Ji min re him heval bû him jî xwîşk bû. Ji ber vê yekê çûyîna wê jî ji bo min gelek zor û zehmet bû. Bi rastî jî nikarim vî hestî bi çend gotinan bînim ziman, ewqas ji bo min zor e. Gulistan zarokeke pir hestiyar bû. Ji hevalên xwe pir hezdikir. Ji malbat û hevalên xwe re pir baş bû. Miroveke pir hestiyar bû. Ji ber vê yekê jî tevlibûna wê di warê hestî de bandoreke mezin li ser min û malbatê kir. Gulistan tu carî zlim qebûl nedikir. Dema ku xwîşka min Fatma û bavê min ketin zindanê jî ji me zêdetir aciz dibû û pir pirs ji me dikir û digot; “Çima ev tişt tên serê me kurdan”. Di encama wan pirsan de rêxistin nas kir û kete ser rêya heqîqetê.”

Dîcle Erdemê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em 10 xwîşk û bira bûn, 7 xwîşk 3 bira. Bavê min karmendê dewletê bû. Bavê min welatparêz bû her tim tev li çalakiyan dibû. Wî xwe ji tu çalakiyan paşve nedikişand. Dewletê ewqas zilm û zext li wî dikir jî disa jî ji bo kurdbûna xwe, çanda xwe, zimanê xwe têdikoşiya. Ew tu carî ji rêya xwe şaş nebû, dev ji têkoşîna azadiyê berneda, heta dawiya jiyana xwe têkoşiya. Dema ku bavê min sirgun kirin, ez 10 salî bûm û Gulistan jî 9 salî bû. Wê demê xwîşka min Fatma 18 salî bû kete zindanê. Xwîşka min Fatma jî 11 sala di zindanê de ma. Em her meh ji bo dîtina Fatmayê diçûn girtîgeha Sêvasê. Gulistan herî zêde jî di wan salan de li ser azadiyê kete lêgerînê.”

Dîcle Erdemê bi van gotinan behsa serdema xwe ya sirgûniyê kir: “Bi rastî jî me bi her awayî zehmetiyên mezin kişandin. Me wê demê tirkî nizanî bû û Eskîşehîr ji bo me bajarekî biyanî bû. Ji ber vê yekê em zêde li wir neman. Em tenê salekî li wir man û em piştî salekî vegeriyan Êlihê. Gulistan berî ku tev li gerîla bibe, ji xwe di serî de di nava tevgera ciwanan de, di sala 1999an de xebat didan meşandin. Ew piştî komploya ku di sala 1999a de li hember Reberê Gelê Kurd Birez Abdullah Ocalan pêk hat tev li rêxistinê bû. Gulistan ji bo jinên bindest bû parêzvaneke jiyana azad. Ev jî ji bo me tiştekî bi wate û bi rûmet e.”

Dîcle Erdemê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Roja ku Gulistan çû wek duh li ber çavê min e. Tiştekî zor bû. Mirovek li mala me derket çû. Tu nizanî wê kengî jiyana xwe ji dest bide. Wê demê êrişên dewletê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî pir zêde bûn. Roja wê biçûya xatirê xwe ji min xwest. Lê nikaribû biaxive, tenê li min nihêrî û pişta xwe da min derket û çû. Gulistan pir miroveke dilpaqiş bû, bêdeng û pir jî hestiyar bû. Me heta 15 saliya wê hev du didît. Lê  pişt re jî her bi hevalên xwe yên rêxistinê re bû. Ruhê wê serhildêr bû neheqî qebûl nedikir. Birayê min hebû 3 salan ji me mezintir bû. Me di malê de şer dikir, Gulistanê bi tu awayî neheqî qebûl nedikir û digot; “divê ez heyfa xwe bistînim”. Ewqas serhildêr û berxwedêr bû.”

Dîcle Erdemê di dawiya axaftina xwe de got ku Gulistanê bi tu awayî neheqî qebûl nedikir û wiha got: “Ji xwe dema ku ket nav xebatên çapameniyê jî yekemîn hedefa wê ew bû ku zilma li ser gelê kurd tê kirin nîşanî hemû cîhanê bide. Ev karekî pir pîroz û girîng bû û ji bo wê jî ruhê xwe feda kir. Ji malbata xwe qut bû. Lê ev jî ji bo me bû jiyaneke nû. Malbateke nû hem ji xwe re û hem jî ji me re ava kir. Her çiqas me demeke dirêj jê agahî negirtibe jî, berî 6 salan li ser telefonê bi me re axivî. Di axaftina wê de jî diyar bû ku pir bi moral û keyfxweş bû û her tim bi hêvî bû. Digot; “rojên xweş û azad nêz in. Qet xwe neêşînin. Dê Kurdistan azad bibe û em ji bo wê tekoşineke mezin dimeşînin û ev têkoşîn ne vala ye. Em wan kesên ku Gulistan kuştin şermezar dikin. Ev kuştin û xayintî li dijî dengê azadiyê û hemû mirovahiyê hatiye kirin. Belê em dizanin Gulistan şehîd ketiye, lê hevalên we jî pir zêde hene. Têkoşina Gulistanê û kameraya wê li erdê namîne. Em dizanin kameraya wê li ser milê hevalên wê ye û ez di wê baweriyê de me ku dê tekoşîna wan berdewam bike. Bila çavên wan vekirî nemîne.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

21 TEBAX 2026
Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn HATE NÛKIRIN

Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn HATE NÛKIRIN

21 TEBAX 2026
‘Jin bi serxwebûna aborî dikare li dijî tundiyê bisekine’

‘Jin bi serxwebûna aborî dikare li dijî tundiyê bisekine’

21 TEBAX 2026
ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

21 TEBAX 2026
Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

20 TEBAX 2026
DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

20 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Neparastina nirxên civakî rizîbûna civakî bi xwe re tîne’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne