• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Yekitiyên Bijîşkî: Divê bijîşkên serbixwe biçin Îmraliyê

Navenda Nûçeyan / AW

22 TEBAX 2025 - 17:57
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Yekitiyên Bijîşkî destnîşan kirin ku pêwiste şandeyek navneteweyî ya bijîşkan biçe Îmraliyê, bêyî astengî  li rewşa fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan binere û tedawiya pêwîst pêşkêş bike. Yekitiyê xwest Rêber Abdullah Ocalan bi awayekî fîzîkî azad bibe.

Konferansa Yekitiyên Bijîşkî li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan vê sibehê bi dirûşma “Tenduristî bingeha pêşketin û rizgariyê ye” li avahiya Zanîngeha Rojava ya Qamişloyê dest pê kiribû, bi dawî bû.

Nûnerên Yekitiyên Bijîşkî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bijîşk, xebatkarên tenduristiyê, nûnerên saziyên tenduristiyê yên Rêveberiya Xweser û nûnerên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) beşdarî konferansê bûn. Konferans ji aliyê hevseroka Yekitiya Dermanxaneyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebîr Hesaf, hevserokê Yekitiya Bijîşkan a Kantona Cizîrê Mistefa Ebdulkerîm û Dr. Diyar Reşo ve hat birêvebirin.

Konferans bi nîqaşên li ser nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir. Beşdaran bal kişand ser çareseriyên ku Rêber Abdullah Ocalan ji aloziyên civakî û siyasî re pêşkêkêş kirine, nirxandin. Hate gotin, tev ku Rêber Abdullah Ocalan zêdekirî 26 sal bi fîzîkî girtî ye û tecrîdeke giran li ser wê tê meşandin, lê ramanên bi nirx in û ji tevahî aloziyan re çareserî ne.

Beşdaran her wiha îşaret bi rewşa tenduristiyê ya Rêber Abdullah Ocalan kirin û girîngiya misogerkirina mafê wî yê wergirtina lênihêrîna tenduristiyê ya berfireh a birêxistinkirinî destnîşan kirin. Beşdaran xwest ku bijîşkên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî di nav de  şandeyên yên navneteweyî yên sebixwe û pispor serdana Îmraliyê bikin û tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan bişopînin û tedawiyê pêşkêş bikin. Her wiha xwestin rêz li qanûnên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan û tenduristiya girtiyan werin girtin.

Di dewama konferansê de bandorên dirûnî û civakî yên li ser tenduristiya mirovan bi taybetî li herêmên şer, dîsa jî bandorên ku şer li jîngehê dike hatin nîqaşkirin û Sûriyeyê wekî mînak hat nîqaşkirin.

Di konferansê de îşaret bi rola jinan û xebata wan a li hemberî van pirsgirêkan hat kirin. Hate gotin, ezmûna  jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nimuneyek pêşegn a rêvebirina guhertinên siyasî û civakî ne. Hate bibîrxitin ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin di  qadên tenduristî, perwerde û rêveberiyê de li pêş in û rola wan di avakirina civakeke demokratîk a hevgirtî jî hat destnîşankirin. Beşdaran ezmûna jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî bandorên erênî yên li ser tenduristiya giştî û aramiya civakên xwecih pênase kirin û diyar kir ku divê  ev ezmûn were pêşxistin û piştgiriya wê bê kirin.

Di dawiyê de pêşniyar û nîqaşên ku di konferansê de dekretine wekî encamname hate destnîşankirin ku ji aliyê Ebîr Hesaf ve hat xwendin.

Di encamnameyê de hate gotin,  bijîşkên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî di nav de divê şandeyeke navneteweyî ya ji gelek branşan pêk tê, serdana Rêber Abdullah Ocalan bike û bêyî astengî an jî şertan tenduristiya wî kontrol bike û tedawiyê pêşkêş bike.

Her wiha diyarkirin ku divê mafên bingehîn ên Rêber Abdullah Ocalan bi taybetî lênerîna bijîşkî werin mîsogerkirin û wekî beşek ji pêkanîna edaleta û rûmeta mirovahiyê bi fîzîkî were azadkirin.  Di dewama encamnameyê de hat gotin ku divê piştgiriya banga aştî û civaka demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan bi xurtî bê kirin, rê li ber daxuyaniyên nefret û kîndariyê û neteweperestî bên girtin. Hate gotin, divê rêgeza pêkvejiyan û edaleta civakî û mîsogerkirina mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê werin pêkanîn.

Di encamnameyê de peyamên lezgîn ji rêxistinên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan, bi taybetî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, Konseya Mafên Mirovan û Komîteya Mafên Mirovan, rêxitsinên bijîşkî û hiqûqî yên wekî Rêxistina Bijîşkên Sînornenas, Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) hat kirin ku dawî li binpêkirinên li dijî Rêber Abdullah Ocalan bînin û zextê li dewleta Tirk bikin bila mercên ragirtinê baş bike û mafê wî yê lênerîna bijîşkî bi cih bîne.

Di encanameyê de girîngiya parastina jîngehê ji bo tenduristiya mirovan hate desntîşankirin. Hate gotin ku divê siyasetên jîngehî yên tendurist werin pêkanîn. Bi armanca rêgirtina li ber nexweşiyan jî hate gotin divê pêngavên hişmendiya tenduristiyê di nava civakê de werin zêdekirin û ev jî mîna gava yekemîn a ber bi spandina hişmendiyeke tendurist a demorkatîk û giştî ve hat şîrovekirin.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

7 COTMEH 2026
Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

7 COTMEH 2026
Rojnameger Hakan Tosun hate kuştin

Cezayê muebedê li kujerên rojnameger Hakan Tosûn hate birîn

7 COTMEH 2026
DEM Partî bi rojnamegeran re civiya: Di pêvajoyê de dê çi bibe?

DEM Partî bi rojnamegeran re civiya: Di pêvajoyê de dê çi bibe?

7 COTMEH 2026
ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

7 COTMEH 2026
‘Şahbanûya Afrîkayê’ li Hewselê xwe da ber tavê

‘Şahbanûya Afrîkayê’ li Hewselê xwe da ber tavê

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne