• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Di mehekê de 38 caran agirbesta li Siwêydayê binpê kirin

Navenda Nûçeyan / AW

20 TEBAX 2025 - 10:31
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) bîlançoya binpêkirina agirbestê ya mehekê derxist. Li gorî daneyên ANHAyê, li Swêydayê 38 caran agirbest hat îlankirin.

Li Siwêdayê ya li başûrê Sûriyeyê di 13ê Tîrmehê de di navbera hêzên hikumeta veguhêz û çekdarên girêdayî wê û hêzên leşkerî yên Durzî yên xwecih de şer û pevçûnan rû da. Li gorî daneyên dawîn, di şer de hezar û 677 kes hatin kuştin, ji wan 452 rasterast bi guleyan hatin kuştin. Şer û pevçûn bi peymana agirbestê ya 18ê Tîrmehê de di navbera her du aliyan de di bin çavdêriya navneteweyî de bi dawî bûn. Lê rewşa aloz li Siwêdayê hîna dewam dike.

Agirbest îlan kirin

Di 18ê Tîrmehê de nûnerê taybet ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yê ji bo Sûriyeyê Tom Barrack ragihand ku Îsraîl û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li ser agirbesteke li bajarê Siweydayê li hev kiriye.

Naveroka bendên lihevkirinê wiha ye:

“1- Belavbûna hêzên ewlehiya giştî

Bendên kontrolê yên ewlekariya giştî li derveyî sînorên îdarî yên parêzgeha Siweydayê têne danîn da ku pevçûnan kontrol bikin û pêşî li derbasbûna koman bo nav parêzgehê bigirin.

2- Gundên li ser sînor

Ji dema peymanê ve, destûr nayê dayîn ku tu alî di 48 saetan de bikeve gundên li ser sînor. Armanc ji vê yekê ew e ku hêzên ewlehiyê yên aliyê din bi cih bibin û ji êrişên ji nişka ve dûr bikevin.

3- Eşîrên bedewî

Destûr tê dayîn ku endamên eşîrên mayî yên li deverên parêzgehê, bêyî astengî ji aliyê tu aliyekî ve were kirin, bi ewlehî û aramî derkevin. Derketina wan dê li gel karmendên ewlehiyê yên ji komên li ser meydanê dixebitin, be.

4- Deriyên mirovî

Ji bo rewşên mirovî û yên awarte ev derî hatine destnîşankirin: Busra El Herîr û Busra El Şam

5- Kontrolkirina tevgerên komên xwecih

Em bang li hemû komên xwecih dikin ku ji derketina ji sînorên îdarî yên parêzgeha Siweydayê dûr bisekinin û ji her provokasyon an tevgereke şer dûr bisekinin.

  1. Berpirsyariya binpêkirina lihevkirinê

Her aliyek ku bi awayekî yekalî an li derveyî çarçoveya vê lihevkirinê tev bigere, berpirsê hilweşîna lihevkirinan e.

7- Bangeke ji bo ciwanên parêzgehê

Em bang li ciwanên xwe, parêzvanên ax û rûmeta xwe dikin ku bi hevrêziyeke bilind û berpirsiyariyek herî bilind bixebitin da ku vê rewşa biêş a bi serê gelê me yê aştîxwaz de hatiye bi dawî bikin.”

Rojane maf tên binpêkirin

Ji ber binpêkirinên rojane li eniyên şer ên di navbera “hêzên hikûmeta veguhêz û çekdarên girêdayî wê” ji aliyekî ve, û hêzên leşkerî yên Durzî yên xwecihî ji aliyê din ve, peymana agirbestê lawaz e.

Li gorî şopadinên Ajansa Nûçeyan a Hawarê, ji 19ê Tîrmehê û vir ve, peymana agirbesê 37 caran hatiye bipêkirin, bi taybet ji hêla hêzên hikûmeta demkî û çekdarên girêdayî ve, ku bajar û gundewarê wê ji çend aliyan vedorpêç kirine.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan A Sûriyeyê (SOHR), piraniya binpêkirinên agirbestê li gundewarên rojava û bakurê Siwêdayê, bi taybetî li nêzîkî bajarê Şehba, gundê Ureyka, bajarokê Um Zeytûn, gundê Rîma Hazim, rêya Mecadil a li hember aşan, bajarokê Welga, bajarokê Ara, bajarokên Dibîn û Sa’la, bajarokê Etil, bajarokê Mecdel, gundê Necran, bajarokê Kenakir, gundê Xerba, gundê Cib, gundê Xersa û gundê Samîd, çêbûne.

Di 12ê Tebaxê de, karwanek sivîl ku kelûpelên alîkariyê ji Ceramana ber bi Siwêdayê ve dibir, li gundewarên rojhilatê Derayê, di nav deverên ku di bin kontrola hêzên hikûmeta veguhêz de, rastî êrişê hat û di encamê de 7 çalakvanên xwebexş û otombîla ku alîkariyên mirovî tê de bûn, hatin revandin.

Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku sê ji wan xwebexşan serbest hatine berdan, lê çar ji wan hîn jî girtî ne, navê wan jî wiha ye: Abid Ebû Fexir, Fîdaa Ezam, Yamin Memdûh El Sehnawî, û Redwan Zêd El Sehnawî, hemû ji Ceramana ne.

Di 17ê Tebaxê de, du otobusên sivîl ên ku rêwiyan ji Siwêdayê ber bi Ceramana ve dibirin, dema ku ji Derayê derbas dibûn, ji aliyê hêzên hikûmeta veguhêz ve hatin gulebarankirin. Di encamê de hin kes birîndar bûn, di nav wan jin û zarok hebûn.

Êriş û binpêkirin li herêmê berdewam dikin, aliyên fermî jî tu tedbîran nagirin, ev yek jî dibe sedema tirsê di nava şêniyan de.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

7 COTMEH 2026
Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

7 COTMEH 2026
Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

7 COTMEH 2026
Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

7 COTMEH 2026
Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

7 COTMEH 2026
Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne