• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dogan: Daxuyaniyên Hakan Fîdan ne li gorî ruhê pêvajoyê ye

Enqere / AW

15 TEBAX 2025 - 14:51
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bal kişand ser “dijberiya Kurdan” a Hakan Fîdan û got: “Destkeftiyên Kurdan ên li Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê ne xetere ye, firsend in.”

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan li navenda giştî ya partiya xwe têkildarî geşedanên di rojevê de daxuyanî da. Ayşegul Dogan ji ewil bertek nîşanî operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê da û got operasyonên bi vî rengî mudaxileya li dijî îradeya gel e. Ayşegul Dogan got ku heta pirsgirêka Kurd çareser nebe Tirkiye demokratîk nabe û ji bo vê divê gavên bibiryar bên avêtin.

Hêvî û bendewariya ji Komîsyonê

Ayşegul Dogan diyar kir ku lidarxistina civîna sêyemîn a komîsyonê girîng e û got: “Em hêvî dikin ku dema ji bo komîsyonê hatiye veqetandin bi awayekî herî baş bê bikaranîn. Em li qadê dibînin ku bendewariyeke mezin a gel ji komîsyonê heye. Bêguman ji bo komîsyon bikare hedefên xwe bi cih bîne, hinek tişt pêwîst in. Pêwîstiya herî mezin jî ew e ku zemîneke qanûnî yê vê pêvajoyê hebe. Divê bi sererastkirinên hiqûqî, siyaseta demokratîk û aştiya civakî jî piştgiriyê bidin van her du xalan. Bi van re dikare wekhevî, edalet û azadî çêbibe. Ew jî ew sererastkirin jî têkildarî wekhevî, edalet û azadiyê de ne.”

‘Dê li pêşniyara were guhdarîkirin’

Ayşegul Dogan anî ziman ku dê di hefteya pêş de pêşniyar, agahî û tecrubeyan were guhdarîkirin û axaftina xwe wiha domand: “Me di serî de gotibû ku divê komîsyon li derdorên cuda yên civakî guhdarî bike. Di vê mijarê de komîsyon dê bi roleke girîng rabe. Dê di destpêka hefteyê de diyar bibe ka komîsyon dê vê hefteyê li kê guhdarî bike. Di pêvajoya pevçûnan de gelek kes li tirkiyeyê jê bandor bûn. Vaye dê li gotin û tecrûbeyên wan bê guhdarîkirin ku ev gelek biqîmet e. Em careke din bang dikin ku xwe bigihînin partiya me. Hûn dikarin rapor û nivîsên xwe ji me re ragihînin.”

‘Rojava ji bo Tirkiyeyê firsend e’

Ayşegul Dogan piştre jî pirsên rojnamegeran bersivand. Ji bo pirseke têkildarî geşedanên li Sûriye û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ayşegul Dogan wiha bersiv da: “Car bi car di navbera HSD û hêzên girêdayî hikûmeta demkî de pevçûn derdikevin. Hinek eşîrên Ereb li dijî HSDê daxuyanî dan. Lê em dixwazin tiştên li Sûriyeyê diqewimin rast bixwînin. Nêzikatiya partiya me zelal e; em dibêjin ku dema li vir çareserî tê pêşkeşkirin de divê bi Kurdên li Sûriyeyê re jî di nava lihevkirineke dîrokî û mayinde de bin. Lewma jî destkeftiyên gelê Kurd ên li Sûriyeyê, yên gelan, avakirina Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî ji bo Tirkiyeyê ne xetere ye û dikare veguhere firsendê.

Gotinên Hakan Fîdan li gorî ruhê pêvajoyê ye

Hevserokê me yê giştî Tuncer Bakirhan got; ‘Bi qasî ez dizanim Hakan Fîdan di qebîneya Sûriyeyê de cih nagire’. Bi rastî jî Fîdan daxuyaniyên wisa dide ku dibêjî qey di qebîneya Sûriyeyê de cih digire. Bi taybet jî di demên dawî de pir wisa dike. Zimanê Hakan Fîdan bi kar tîne, ne li gorî ruhê rîtma pêvajoyê ye. Li daxuyaniyên Fîdan ên ji destpêka pêvajoyê heta niha binêrin. Li ziman, gefên wî binêrin. Em wisa difikirin ku demogojiyê tercîh dike. Ev zimanê quretiyê tenê dikare destê dijberan xurt bike. Em bang lê dikin ku dev ji vî zimanî berde. Pêdivî bi zimanê çareserî û aramiyê heye.”

Etîket: aştîAyşegul DogançareserîDEM PartîHakan FidanpêvajoRojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
Rayberanê DEM Partî yê Sêrte: Berê ma pîya Rayberê Şarê Kurdî azad bikerê

Zeynep Odûncû: Aştiya mayînde têkoşîneke domdar divê

2 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne