• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî

    Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî

    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Sîpan Xelat: Bi şer çareserî nabe

Abdullah Esen / AW

14 TEBAX 2025 - 10:11
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
AMED – Hunermend Sîpan Xelat bal kişand ser pêvajoya ku hatiye destpêkirin û got: “Ev pêvajo gelek bi qîmet e. Pêvajoya nû ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn girîng e. Pêşîlêgirtina şer bi pêşxistina aştiyê pêkan e.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî 49 mehan di 23ê cotmeha 2024an de bi biraziyê xwe Omer Ocalan re hevdîtin kir. Ji wê demê heta niha hin hevdîtinên malbatê û şandeyê pêk hatin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina ewil de got: “Tecrîd berdewam dike. Eger şert û mercên hiqûqî û siyasî bêne avakirin ez dikarim pêvajoya ji zemîna şer, derbasî zemîna siyasî bikim. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê di 27ê Sibata 2025an de banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Herî dawî di 9ê Tîrmehê de bangake bi video parve kir. Piştî vê bangê komek endamên PKKê bi merasimeke bi heybet çekên xwe şewitandin û peyama aştiyê dan hemû cîhanê.

Hunermendê Kurd Sîpan Xelat ku bi salan e xizmeta hunera Kurdî dike, derbarê pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de ji Ajansa Welat (AW) re axivî. Sîpan Xelat anî ziman bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoyek aştiyê hat despêkirin û got: “Em bi hurmet nêzîkê vê pêvajoyê dibin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di salên 1990î de jî pêvajoyek wisa dabû destpêkirin. Divê her kes li ser xaka xwe azad bijî. Ev mafê rewa ye. Hezar sal in em li ser xaka xwe di bin zextan de dijîn. Bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan pêvajoyek aştiyê hat despêkirin. Em jî bi hurmet nêzîkî vê pêvajoyê dibin. Rêbertî di salên 90î de jî pêvajoyeke bi qîmet dabû destpêkirin. Dîsa jî heman tiştî dibêje. Em di merheleyeke nû de ne. Gotinên Rêbertî niha bêhtir têne fêmkirin. Piştî gotinên wî yên salên 90î dewletê dîsa kuştin, talankirin û kiryarên xerab kirin.”

‘Şer bi xwînrijandinê û bi pevçûnê nabe’

Sîpan Xelat bal kişand ser pêvajoya nû û got: “Nirxandinên wî ji bo pêşxistin û çareseriyê gelek giring in. Serokatî hertim tîne ziman, êdî bi xwînrijandinê û şer çareserî nabe. Gelên Rojhilata Navîn dikarin bi fikir û felsefeya wî bi hev re bijîn. Pêvajoya nû ji bo gelê Kurd û Gelên Rojhilata Navîn pir girîng e. Piştî şerê demdirêj bi felsefeya Rêbertî re pêvajoyeke nû tê destpêkirin. Ev tişteke pîroz e. Hêvî dikim hemû civak xwedî li pêvajoyê derbikevin.”

‘Çek şewitandin ji bo me bi wate ye’

Sîpan Xelat anî ziman ku Kurd bixwe mirovên pir dil nizm û aştîxwazin û got: “Em ne miletekî şerxwazin. Tu keç û xortên Kurd ne aşiqê çekê ne. Ji ber ku pêwîstî bi çek hatiye dîtin. Çek şewitandin bixwe ji bo me rumet bû. Hêviya hemû dayîkan dîtina zarokên wan e. Şerekî pir qirêj tê meşandin. Pêşîlêgirtina şer bi gav avêtina pêvajoyê tê sekinandin. Kesên ku naxwazin şer bi dawî bibe jî hene. Bi tenê şer ji bo berjewendiyên xwe bikar tînin.”

‘Hêzên serdest edaletê dixin xizmeta xwe’

Di berdewama axaftina xwe de Sîpan Xelat bi lêv kir ku li Tirkiyeyê pirsgirêka edaletê gelek e û got: “Hemû qanûnên xwe binpê dikin. Li Tirkiyeyê kî hêzê bixe destê xwe, edaletê li gora xwe diyar dike. Dema ku mesele dibe Kurd qanûn bê wate dibin. Ev jî rastiyeke Rojhilata Navîn e. Tirkiye jî serkêşiya hemûyan dike. Mînakên wisa gelek in. Gelek kesan şerê azadiyê kirine. Hin kesan jî şerê serdestiyê kirine. Kesên ku di zîndanan de ne, ji bo me gelek girîng in. Qanûn xwe bixwe binpêdikin. Pêvajo hinek bi zehmetî dimeşe. Me hev baş naskiriye. Divê em vîna xwe xurt tir bigirin. Divê em yekîtiya xwe xurt bikin. Lê di encamê wê çareserî jî bê. Kesên zîndanî ji bo me xeta sor in. Gelek mirov bê sûc cezayên mezin xwarin e.”

‘Bila êdî zarokên me neyên kuştin’

Sîpan Xelat di dawiya axaftina xwe de li ser girîngiya komîsyonê jî rawestiya û got “Kesên muhatab mirov jî esas digirin. Komisyona ku hatiye avakirin gelek girîng e. Em hevî dikin ku ew jî êdî bi edalet tevbigerin. Hin nêzîkatî di pêvajoyên wiha de mirov diêşînin. Divê mirov vîna xwe xurt bihêle. Divê gel jî li vê pêvajoyê xwedî derbikeve. Destê ku dirêj dibe divê em jî wisa tevbigerin. Gelek dayikên me kezebên wan şewitîne. Diyarî azadî û rizgariya vî welatî kirine. Bila êdî zarokên me neyên kuştin. Divê êdî hinek tişt bi zanebûn bêne kirin. Ew jî bi tevlibûn û bi qeweta vî gelî bikin. Ev şoreşa ku nav li ser e şoreş a gel e.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

KURDÎGEHê belgeyên qedandinê da mamosteyên nû

KURDÎGEHê belgeyên qedandinê da mamosteyên nû

7 COTMEH 2026
Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî

Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî

7 COTMEH 2026
Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

7 COTMEH 2026
Kooperatîfa Jinan a Hevpar yekemîn berhemên xwe berhev kir

Kooperatîfa Jinan a Hevpar yekemîn berhemên xwe berhev kir

7 COTMEH 2026
Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

7 COTMEH 2026
Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne