• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Gelo çima Pira Kêlegomê dikin berhema Selçûkiyan?

Bazîd Evren / AW

12 TEBAX 2025 - 08:26
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Wan – Pira Kêlegomê ku di navbera Elbak û Colemêrgê de ye, tevî ku kesên çêkirin e nediyar e jî, ji hêla saziyên fermî yên herêmê ve weke berhema Selçûkiyan tê nîşandan.

Li herêma Wanê ji ber dîroka xwe ya kevnar, gelek berhemên dîrokî hene û ev berhem ji aliyê şaristaniyên cuda ve ku li herêmê desthilat bûne, hatine çêkirin. Pira Kêlegomê jî yek ji van berhemên dîrokî ye ku di navbera navçeya Elbaka Wanê û bajarê Colemêrgê de dimîne. Pir, li ser milê Çemê Zapê yê ji Elbakê diherike hatiye çêkirin. Ev milê Çemê Zapê li devera Xezekyan a li çerxerêya Colemêrg, Gever û Elbakê tev li Çemê Zapê (Çemê Zê) yê mezin dibe.

Pir 34 metre dirêj e, 3.52 metre jî fireh û 6.19 jî metre bilind e. Rûyê pirê bi du kemerên tûj ên du qedemeyî ve hatiye dorpêçkirin. Pir, her du peravan bi heman bilindahîyê girêdide hev. Ji kevirên weke çargoşe hatine birîn, hatiye çêkirin û bi xerca kilsê (kîrêç) hatiye lêkirin.

Dîroka Pira Kêlegom ne diyar e

Dîroka rastîn a avakirina Pira Kêlegomê nayê zanîn. Lê belê li gorî mîmariya wê, materyalên avakirinê û miqayesekirina wê bi pirên din ên herêmê re, tê texmînkirin ku di serdema Selçûkiyan de hatiye çêkirin. Lê ev yek jî ji rastiyê dûr e û ti nîşaneyên Selçûkiyan li ser pirê nehatine dîtin. Pir, di sala 1655an de ji hêla Xusrew Begê ku fermandarekî Ebasiyan û Kurd bû ve hatiye restorekirin û piştî restorasyonê nivîsek li ser pirê hatiye danîn. Lê belê ji ber ku kevirê nivîs lê ye ji pirê ketiye, welatiyekî kevir biriye Gundê Pîzan yê Husrev Paşa û parastiye. Nayê zanîn li ser vî kevirî çi hatiye nivîsandin.

Herî dawî di navbera salên 2009-2011an de ji hêla Miduriyeta Giştî ya Karayollariyê ve hatiye restorekirin û li kêleka pirê nivîsek derbarê dîroka pirê de hatiye bicihkirin. Di vê nivîsê de wiha hatiye gotin: “Pira Kelekomê berhemek ji Selçûkiyan mayî ye ku di sedsala 12emîn de hatiye çêkirin. Pir, 34.55 metre dirêj e, 3.52 metreyan jî fireh e. Di navbera salên 2009-2011an de ji hêla Miduriyeta Giştî ya Karayollariyê ve hatiye restorekirin.”

Li kêleka pirê kaniya sodayê heye

Her wiha li kêleka Pira Kêlegom kaniyek ava bimîneral (soda) jî diherike û tê payîn ku ev kanî jî gelek kevnar e. Ava baran û berfê, bi rêya şikestin û çîpên keviran dikeve kûrahiyê û rêwîtiyek dirêj a ku 10 heta 100 salan dom dike, dest pê dike. Ev ava kûr di rezervuarên binerd de kom dibe, dû re bi bandora zext û germahiya di nav rezervuarê de, bi rêya herî hêsan ber bi jor ve diçe û di dawiyê de wekî kaniyekê digihîje ser rûyê erdê. Dema ku av di bin erdê de diherike an jî bilind dibe, ew ji celebên curbecur ên keviran mîneralên curbicur dikişîne nav xwe û dibe ava bimîneral.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

7 COTMEH 2026
Kooperatîfa Jinan a Hevpar yekemîn berhemên xwe berhev kir

Kooperatîfa Jinan a Hevpar yekemîn berhemên xwe berhev kir

7 COTMEH 2026
Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

7 COTMEH 2026
Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

7 COTMEH 2026
Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

7 COTMEH 2026
Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne