• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Akademîsyen Fahrîoglû: Divê komîsyon bi Ocalan re hevdîtinê bike

Bîlal Guldem - Abdullah Esen / AW

10 TEBAX 2025 - 08:12
Kategorî: MANŞET
A A
Amed – Akademîsyen Ferda Fahrîoglû diyar kir ku avakirina Komîsyonê tenê ne bes e û xwest Komîsyon mafan binase û biçe bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne.

Tora Aştiyê ya Rexneyî ku di meha Çile ya îsal de hat avakirin, bênavber li ser aştiyê komxebatan û civînan li dar dixe. Ev konferansa duyemîn e ku Tora Aştiyê ya Rexneyî li Amedê li dar dixe. Torê di 9ê Tebaxê de li Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê “Komxebata Aştiyê ya Amedê” bi beşdariya gelek rêxistin û saziyên sivîl li dar xist.

Ferda Fahrîoglû yek ji Akdemîsyenên Aştiyê ye. Akademîsyenên Aştiyê di sala 2016an de bi boneya li ber şer rabûn û gotin em nabin şirîkê vî sûcî ji wezîfeyên xwe hatin avêtin û îxrackirin. Piştî 10 salan vaye dîsa aştî tê axaftin û her kes dixwaze li şûna şer aştiyek mayînde pêk were.

Akademîsyen Ferda Fahrîoglû ji Sekreterya Tora Aştiyê ya Rexneyî ye û wê axaftina destpêkê ya komxebatê kir. Here wiha komxebat ji aliyê wê û hevalên wê ve hate birêvebirin.

Ferda Fahrîoglû têkildarî pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û avakirina Komîsyonê ji Ajansa Welat re axivî. Fahrîoglû dibêje ji bo doza aştiyê ew ji ya xwe ve nehatin xwarê û vaye dîsa dewlet neçar maye ku dîsa aştiyê pêk bîne.

‘Avakirina komîsyonê tenê têr nake’

Ferda Fahrîoglû diyar kir ku komîsyona ku hate avakirin, di vê komîsyonê de tenê parlamenter hene û got: “Ev bi tene têr nake, em dixwazin ku di nava vê komîsyonê de komîsyonên cuda jî hebin. Em li Amedê bi nêzîkî 50 saziyên sivîl re hatin cem hev û em li ser aştiyê axivîn. Me got, em dikarin rêyek çawa nîşanî komîsyonê bidin. Piştî vê civînê em ê raporekê jî binivisînin û bidin komîsyonê. Em ê di rapora xwe de bibêjin ‘me li Amedê van civînan li dar xistiye’. Saziyên sivîl çi dixwazin? Li gorî min ev komîsyon pirr baş e û girîng e. Lê ev komîsyon bi tenê ne bes e. Yanî di komîsyonê de bila tenê behsa çekdanînê neyê kirin.  Ji bo çekdanînê dê çawa bibe û çi bikin? Ev gerîla dê an jî rewşa hemû gerîlayan çawa bibe? Dê çawa werin û çi bikin? Ji ber ku ev pirsgirêk bi deh salana ye berdewam dike. Ji ber vê yekê pirsgirêk tenê bi çekdanînê naqede. Di her alî de divê tişt çêbibin û ji bo ziman, nasname, yên ku di girtîgehan de ne û daxwazên gelê Kurd tişt bên kirin.”

‘Divê komîsyon mafan binase’

Ferda Fahrîoglû diyar kir ku ew jî wek akademîsyenekê ji ber ku aştiyê xwestiye ji wezîfeya xwe hatiye îxrackirin û axaftina xwe wiha domand: “Bi hezaran însan weke me hene, ew jî hatin îxrackirin. Ji ber ku akademîsyenan dawa aştiyê kir ev dibe deh sal îxrackirî ne, me qet tu tiştek jî negotibû. Bi tenê me gotibû, dewlet li vir sûcekî dike, li vir qetlîamek dike û em jî nabin şirîkên vî sûcî. Ji ber vê yekê em dixwazin ev tişt biqede û aştiyek mayînde pêk were. Ger ku îro qala aştiyê tê kirin divê her du alî jî bên cem hev û biaxivin. Divê ew kesên ku hatine girtin bên berdan. Daxwazên herî bingehîn ev in, divê van daxwazan bi cih bînin. Komîsyonê divê mafên jinan, yên ku hatine qatilkirin, ekolojî, ciwan û hwd. gelek tişt çareser bike. Divê ji bo van kesên ku hestiyên zarokên xwe negirtine ji bo wan jî çareseriyek bê dîtin. Dema ku van tiştan bên çareserkirin em ê wê deme zanibin ku gelek tişt tên çareserkirin.”

‘Divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin’

Ferda Fahrîoglû destnîşan kir ku ew daxwaz dikin ku komîsyon bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike û ev yek anîn ziman: “Divê di vê mijarê de amademîsyen û hin kesên din bi Abdullah Ocalan re hevdîtinan bikin. Jixwe dewletê jî gotiye kesên ku di komîsyonê de cih bigirin dê hevdîtanan bikin. Li Ewropayê jî kampanya hat çêkirin bi hezaran kes gotin em dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Heyetek biyanî hate Tirkiyeyê û gotin ‘em dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin’. Birêz Ocalan di girtigehê de ye û nikare bi rola xwe rabe. Mînaka Nelson Mandella heye. Divê ku birêz Ocalan jî bi azad dikaribe bi rola xe rabe.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

7 COTMEH 2026
Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

7 COTMEH 2026
Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

7 COTMEH 2026
Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

7 COTMEH 2026
Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

7 COTMEH 2026
Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne