• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ciwanên DEM Partiyê û DBPê banga meş û festîvalê kirin

8 TEBAX 2025 - 11:51
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Meclîsa Ciwanan a DBPê û DEM Partiyê têkildarî pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” dê di 14ê Tebaxê de meşa ku bê lidarxistin de li avahiya DEM Partiyê daxuyanî dan û gotin: “Em ê li ser jiyana Sosyalîst israr bikin, em ê bi Rêbertiya Azad xwe bi rêxistin bikin.”

Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî meşa ku dê di 14ê Tebaxê de di çarçoveya pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de li dar bixin, li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) û rêveberê MED-TUHAD-FEDê Orhan Işik jî beşdarî civînê bûn. Ciwanan anî ziman ku ew ê wek meclîsa ciwanan bi ruhê rêxistinkirî gund bi gund, kolan bi kolan, tax bi tax bajar bi bajar dê erk û berpirsiyariya xwe ya qonaxa dîrokî bi cih bînin.

Metna çapemeniyê ya bi zimanê Kurmancî Sultan Yorulmaz û metna bi Tirkî jî Yusuf Demîrpolat xwendin.

‘Em ê li her derê xebata rêxistinkirinê bidomînin’

Endama Meclîsa Ciwanan a DBPê Sultan Yorulmaz diyar kir ku ew ê wek meclîsa ciwanan li her qadê kar û xebatên xwe yên rêxistin kirinê bi cih bînin û got: “Wekî ku hûn jî dizanin, di peyama Rêber Apo ya ‘Xwe bi rêxistin bikin, bi rêxistin bikin!’ ya ji bo Meclîsa Ciwanan a di 4ê Nîsanê de, me wekî Meclîsên Ciwanan ên DEM Partî û DBP, kampanyaya xwe ya ‘Em li ser Jiyana Sosyalîst israr dikin, em bi Rêbertiya Azad xwe bi Rêxistin dikin!’ da destpêkirin. Ji dema destpêkirina kampanyaya me ve, me wekî hêza pêşeng û rêveber di rêxistinkirin û avakirina hewildanên ji bo avakirina civakeke aştîxwaz û demokratîk berdewam dikin. Banga dîrokî yê 27ê Sibatê, ruhê serdema nû û ruhê pêşketinê sembolên ji nû ve zayîn, vejîn û hebûnê ne. Çawa ku ruhê pêşketinê guleyek e ku di hişê lewaz ê Kurd de hatiye avêtin, banga 27ê Sibatê xala serdemeke nû ye. Wek Meclîsên Ciwanan, em ê bi rêxistinkirina xwe gund bi gund, kolan bi kolan, tax bi tax û bajar bi bajar erk û berpirsiyariyên vê qonaxa dîrokî bi cîh bînin.”

‘Dê bi ruhê hevaltiya komînalîst festîval bê lidarxistin’

Sultan Yorulmaz bi lêv kir ew ê bi ruhê hevaltiya komînalîst dê festîvalê li dar bixin û got: “Konsera me ya ku bi slogana ‘Bi Ciwanên Pêşeng Festîvala Civaka Demokratîk’ were lidarxistin, dê roja Pêncşemê 14ê Tebaxê saet di 7:00ê êvarê de bi meşekê ji avahiya DEM Partiyê ya Amedê ber bi qada konserê ve dest pê bike. Piştre festîval dê li Qada Bajêr a navçeya Peyasê dest pê bike. Em hevalên xwe yên jin ên welatparêz, ciwanên welatparêz û gelê welatparêz ê Amedê vedixwînin festîvala ciwanan a ku dê bi ruhê hevaltiya komînalîst were lidarxistin dikin.”

Aktîvîsta TJAyê Hulya Alokmen jî axivî û behsa têkoşîna jinan û ciwanan kir û xwest her kes li têkoşîna serdema nû derkeve û banga beşdariya çalakiyê kir.

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Bijî berxwedana ciwanan” bi dawî bû.

Etîket: AmedDBPDEM PartîfestîfalMeclisa Ciwanan a DBPêMeclisa Ciwanan a DEM PartiyêmesTJA
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

3 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

30 ÎLON 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

25 ÎLON 2026
Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

25 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne