• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Ev bû sê caran berdana wî tê taloqkirin

Navenda Nûçeyan / AW

8 TEBAX 2025 - 10:12
Kategorî: ROJANE
A A
Mehmet Îsa Aydogan ku poşmanîtî qebûl nekir, berdana wî salekê hat taloqkirin. Dozger gef li Aydogan xwar û got: “Ez te wisa bi rehetî bernadim.”

Mehmet Îsa Aydogan ku li Êlihê di sala 2016an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin, cara sêyemîn berdana wî hat taloqkirin. Piştî ku cezayê xwe yê 10 salan temam kir, dihat payîn ku Aydogan di Sibata 2024an de were berdan. Berê Desteya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê bi îdiaya “poşman nebûye” ji bo şeş mehan berdana wî taloq kiribû. Piştre ew careke din derket pêşberî desteyê û bi heman hincetê berdana wî ji bo salekê hatibû taloqkirin. Li gorî nûçeya Ahmet Kanbal ê nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê; Aydogan vê dawiyê careke din derket pêşberî desteyê û berdana wî ji bo saleke din dîsa hat taloqkirin.

Aydogan di hevdîtina bi telefonê de ya bi malbata xwe re ragihand ku berdana wî ji bo salekê careke din hatiye taloqkirin. Aydogan anî ziman ku ew derketiye pêşberî desteyê û berî ku ew dest bi hevdîtinê bike, dozgerê girtîgehê pirsên wekî “Tu hatî ser hişê xwe? Tu poşman î?” ji wî pirsîne û got ku bersivên wî bûne sedema taloqkirina berdana wî.

Aydogan diyar kir ku dema ku ev pirs ji aliyê lijneyê ve ji wî hatine pirsîn, wî gotiye: “Ez poşman nînim. Ez ji bo armancek ku ez jê bawer dikim li vir im.” Piştre dozger jê re gotiye, “Ez ê te wisa bi rehetî bernedim.”

Etîket: berdangirtiMehmet Îsa Aydogantaloqkirin
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Li ber Wezaretê bang kirin: Rêya aştiyê ji girtîgehan derbas dibe

6 COTMEH 2026
Li Îzmîr û Manîsayê 3 kes hatin binçavkirin

Binçavkiriyên li Manîsayê hatin berdan

4 ÎLON 2026
Berdana Cîn û Îdem ên ku 30 sal in girtî ne hatin taloqkirin

Berdana Cîn û Îdem ên ku 30 sal in girtî ne hatin taloqkirin

20 TEBAX 2026
Serhat Eren: Nezî 3 hezar û 900 girtiyên siyasî dê bên berdan

Serhat Eren: Nezî 3 hezar û 900 girtiyên siyasî dê bên berdan

6 TEBAX 2026
Sevîl Rojbîn Çetîn ji girtîgeha Amedê hate berdan

Sevîl Rojbîn Çetîn ji girtîgeha Amedê hate berdan

28 TÎRMEH 2026
Girtiya nexweş Ayşe Kayra hate berdan

Girtiya nexweş Ayşe Kayra hate berdan

16 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne