• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bayindir: Ev pêvajo bi rêxistinbûyînê û yekîtiyê dê bi ser bikeve

Şirnex / AW

6 TEBAX 2025 - 12:59
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir di kongreya DBPa Şirnexê de axivî û got pêvajoya hatiye destpêkirin encax dikare bi rêxistinbûyînê û yekîtiyek navxweyî û bi gelên din re bigihîje armanca xwe.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajarê Şirnexê 2eymîn Kongreya xwe ya Asayî bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir hat lidarxistin. Kongre li otelek bajêr hat lidarxistin. Parlementerên DEM Partiyê yên Şirnex Newroz Ûysal Aslan û Mehmet Zekî Îrmez, rêveber û endamên DEM Partî DBPê yên Şirnex û navçeyên wê, endam û rêveberên saziyên civaka sivîl û bi sedan welatî beşdarî kongreyê bûn. Piştî hilbijartina dîwanê ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê deqeyek rêzgirtin pêk hat.

Piştî rêzgirtinê Hevserokê DBPê Keskîn Bayindir axivî û got ew ê bi rêxistinkirinê pêvajoyê bibin serkeftinê.

‘Pêvajoyê barekî giran daye ser milê me hemûyan’

Bayindir gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xistin û axaftina xwe wiha domand: “Birêz Ocalan dibêje ev pêvajo barekî dide ser milê me, ji jer ku me azadiya xwe bi dest xwe nexistiye, azadî li pêşberî me ye ê li bendê ye em destê xwe dirêj bikin. Ji ber vê yekê divê em rêxistinbûna xwe pêk binîn. Ev bar îro li ser milê me hemûyan e. Ji bo ev pêvajo biserkeve dîsa hewceyî bi tifaqê heye, tifaqa ewil bi gelên din re divê pêk were û tifaqa duyemîn tifaqa navxweyî ye.”

Bayindir bal kişand ser xwedîderketina banga Ocalan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî banga Birêz Ocalan gelê Kurd li çar aliyên Kurdistanê xwedî li vê bangê derket û em bi hêvî ne ku ev xwedîderketin bi azadiya her çar parçeyên Kurdistanê tacîdar bibe.”

‘Ev pêvajo bi berxwedanê dest pê kir wê bi berxwedanê bi ser bikeve’

Bayindir da zanîn ku ji bo serkeftina pêvajoyê hewceyî bi xebatek zêde heye û wiha got: “Divê li ser nasnameya Kurdbûyînê û li ser nasnameya Kurdistanê em xebatan bikin ku tifaqa Kurdan pêk binîn. Demek dirêj e, xebatên me yên ji bo tofaqê didomin. îro em li Kurdistanê bi hemû partiyên xwe gehiştineke astekî û divê ji bo yekitiyê pêk bê divê Kongreya Yekitiya Neteweyî ya Kurdistanê pêk were. Ev pêvajo bi berxwedana gelê Kurd û tevgera wê dest pê kir û dê bi xebat û berxwedana me jî bi serkeve. Ev pêvajo ji demên borî zêdetir çalakî dixwaze, ev pêvajo ji demên borî zêdetir yekitiyê dixwaze. Em ê xwe bigihînin her kesê ku tev li vê pêvajoyê bibin.”

‘Banga Ocalan, banga Xanî, Şêx Seîd, Seyîd Riza û Barzanî ye’

Bayindir destnîşan kir ku banga Ocalan xeyalên têkoşerên sed sal berê ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bangewaziya Rêberê Gelê Kurd, banga Ehmedê Xanî ye, banga Şêx Seîd e, banga Seyîd Riza ye, banga Mele Mûstafa Barzanî ye, em xwe dispêrin tekoşîna dused salan dawî, em xwe dispêrin têkoşîna sed salên dawî û em xwe dispêrin têkoşîna 52 salên dawî ya ciwan û gelê Kurd. Îro jî dijminatî berdewal dike, li Cûdî, Gabar û Besta bi talana xwezayê dijminatî dikin. Îro ger ji bo taziyeyên zarokên vî gelî mala taziyeyê neyê dayîn ev dijmanatî ye. Lê ev ji bo me ne asteng in. Ji bo ku em ji dijminatiya wan mezintir in û bi berxwedana xwe emê hemû astengiyan bişkînin. Ji îro pêde ger em jiyanekî bijîn, ew jiyan dê bi azadî û aştiyek bi rûmet be. Ger ne wisa be, em ê jiyanek bêrûmet qebûl nekin.”

Piştî axaftina Bayindir raporên xebat û aboriyê hatin xwendin û dan dengdanê.

Bi yek lîsteyê kongre pêk hat û ji bo hevserokatiya DBPa bajêr Pinar Akil û Îbrahîm Sakûr hatin bijartin. Kongre bi gerandina govendê bi dawî bû.

Etîket: Abdullah OcalanDBPKeskîn Bayindirpêvajo
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

7 COTMEH 2026
Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Rayberanê DEM Partî yê Sêrte: Berê ma pîya Rayberê Şarê Kurdî azad bikerê

Zeynep Odûncû: Aştiya mayînde têkoşîneke domdar divê

2 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne