• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Avesta: Ziman xeta me ya sor e

Îzmîr / AW

3 TEBAX 2025 - 12:52
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Nûner û rêveberên Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman Avesta li pêş avahiya xwe daxuyanî dan û mohrkirina komeleyê şermezar kirin. Hevserokê Komeleyê Ramazan Kaygisiz anî ziman ku ziman weta wan a zor e û xwest her kes li ziman xwedî derkevin.

Komek endam û rêveberên Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman Avesta li pêş avahiya xwe kom bûn û daxuyanî dan. Hevserokê Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman Avesta Ramazan Kaygisiz, anî ziman ku Komeleya wan di sala 2018an li Îzmîrê hate avakirin û bi awayekî yasayî û şefaf lêkolînên li ser Kurdî dike û perwerdehiya zimanê Kurdî dide û wiha got: ”

Di vê serdema ku proseya diyalog û aşitiyê birêve diçe û hêviyên aşitiyê zêde bûne de, mixabin komeleya me rastî gefên neyasayî û bêbingeh tê. Du rojan beriya niha, zabitayan bi hênceta ku “rûxsata komeleyê tune ye” gefên girtin û mohrkirinê li me xwarin û ji aliyê zabitayên Şaredariya Konakê ve di 1ê Tebaxê deriyê Komeleya me mohr kirin.”

Ramazan Kaygisiz, da zanîn ku bi fermana walîtiyê komeleya wan hatiye mohrkirin û got: “Em bi awayekî eşkere diyar dikin ku heta niha bi sedan xwendekaran ji dersên me yên zimanê Kurdî sûd wergirtine. Xebatên me hem bi awayekî rûbirû û hem jî online berdewam dikin. Em ji rayedarên dixwazin ku hurmetê nîşanî zagonan bidin. Li gorî qanûn û yasayên navdewletî tevbigerin. Mafê perwerdehiya zimanê dayikê mafekî bingehîn e. Gef û tundiyên li dijî komeleyên çandî divê bêne rawestandin. Ji bo pêşveçûna civakê divê azadiya çandî bê parastin.”

Ramazan Kaygisiz, bang li hemû welatiyên demokrat, rêxistinên mafên mirovan, çapemenî û tevgerên sivîl jî kir û wiha bi dawî kir: “Li dijî van gefên neyasayî dengê xwe bilind bikin.
Piştgirê bidin komeleyên çandî. Ji bo parastina mafê perwerdehiya zimanê zimanê zikmakî bi me re di nav hevkariyê de bin. Komeleya Çand û Ziman Avesta, dê li ser riya xwe ya yasayî berdewam bike û tu carî ji xebatên xwe yên çandî û perwerdehiyê venagere. Em hêvî dikin ku rayedar di vê xeletiyê israr nekin û hêzên fermî bi rêya diyalog û hevkariyê pirsgirêkan çareser bikin.”

Ramazan Kaygisiz herî dawî xwest piştgirî û parastina zimanê Kurdî bikin û got: “Ev piştgirî erkekî mirovî û çandî ye. Em wek Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman Avesta, zimanê Kurdî wek xeta xwe ya sor dibînin û ji bo parastina wê em ê her di nav hewldanê de bin. Zimanê zikmakî yek ji bingehên nasnameya me ye û em ê heta Kurdî bibe xwedî statuyeke fermî li ser vê rêya pak bimînin. Em bang li hemû aliyên têkildar dikin ku li gorî prensîbên wekhevî, dadwerî û azadiyê tevbigerin. Bijî Zimanê Kurdî, Bijî Aşitî û Azadî!”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Çêkirina rişteyan: Çandeke komîn, qedîm û herêmî ye

Çêkirina rişteyan: Çandeke komîn, qedîm û herêmî ye

7 COTMEH 2026
Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

7 COTMEH 2026
Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

7 COTMEH 2026
ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

7 COTMEH 2026
Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

6 COTMEH 2026
Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

6 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne