• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Tenduristiya girtî Gulbahar Kiskaç xeter e

Navenda Nûçeyan /AW

28 TÎRMEH 2025 - 15:55
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Girtiyên nexweş nayên berdan. Yek ji girtiya nexweş Gulbahar Kiskaç e. Parêzer Zozan Vargûn diyar kir ku Gulbahar Kiskaç rastî cihêkariyê tê û rewşa wê ya tenduristiyê giran e.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê ji bo balê bikşînin ser pirsgirêkên tenduristiyê yên Gulbahar Kıskaç (60) a ku li Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 1 a Sakaryayê tê ragirtin û cudakariya ku lê tê kirin hişyar bike li avahiya komeleyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku Gulbahar Kiskaç serbest bê berdan.

Nexweşî lê zêde bûne

Parêzera Gulbahar Kiskaç Zozan Vargûn diyar kir ku muwekîla wê bi nexweşiyên kronîk ên giran re rû bi rû ye. Zozan Vargûn ragihand ku Gulbahar Kiskaç ji ber nasnameya romanî li girtîgehê rastî cihêkariyê hatiye û şert û mercên girtîgehê hem di warê fîzîkî hem jî derûnî de bi awayekî neyînî bandorê lê dike û wiha got: “Dûrmayîna ji malbata xwe, tecrîdkirina wê ya civakî hê kûrtir dike. Li gorî van hemû şert û mercan, rejîma înfazê li dijî pîvanên mafên mirovan e.”

Zozan Vargûn got, ” Rewşa tenduristiyê ya Kıskaç giran e. Nexweşiya dil, tansiyon, şekir û romatîzmayê pê re heye. Di lingên wê de edema girîng heye û di laşê wê de birînên wê yên mezin hene ku baş nabin. Nabe ku ev pirsgirêkên tenduristiyê di nava şert û mercên heyî yên girtîgehê de baş û bênavber bên tedawîkirin. Di heman demê de muwekîlê min jî ji ber şert û mercên giran ên ku pê re rû bi rû ye şikestineke giran a psîkolojîk dijî, dermanên psîkiyatriyê bi kar tîne û ji ber tenêtî û zexta li girtîgehê rewşa wê ya derûnî bêhtir nebaş dibe.”

‘Ji ber nasnameya xwe rastû cudkariyê tê’

Zozan Vargûn da zanîn ku muwekîla wê ji ber nasnameya Romanî li girtîgehê rastî muameleya nebaş tê û wiha got: “Ev rewş li dijî prensîba wekheviyê ya di Destûra Bingehîn de û qedexekirina cihêkariyê ye ku bi xala 14’emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê hatiye birêvebirin. Divê ev pêkanînên li girtîgehê weke parçeyek ji pirsgirêkên sîstematîk ên girtiyên Romanî rû bi rû ne, bên dîtin.”

‘Têkiliyên bi malbatê re qut dikin’

Zozan Vargûn da xuyakirin ku malbata Gulbahar Kiskaç li Stenbolê dijî û piştî hevserê wê jiyana xwe ji dest da, girêdana bi zarokên wê re hîn girîngtir bûye. Vargûn diyar kir ku ji ber muwekîla wê li Sakaryayê girtî ye, têkiliya fîzîkî ya bi zarokên wê re hema bêje ne pêkan e. Zozan Vargûn jî bal kişand ku serlêdanên ji bo veguhestina Gulbahar Kıskaç a Saziya Cezayê Nimreya Jinan a Bakirkoyê bi hinceta ku ‘sazî destûra veguhastinê nade’ hatiye redkirin.

Ji bo her kesî edalet xwestin’

Zozan Vargûn xwest Gulbahar Kiskaç sewqî Girtîgeha Bakirkoyê bê kirin, ji bo têkiliyên xwe yên bi malbata xwe re bên dewamkirin û cezayê wê yê li ser rewşa tenduristiyê bê taloqkirin. Zozan Vargûn wiha axivî: “Ev yek ne tenê daxwazeke takekesî ye, ji bo bidawîkirina pêkanînên cihêkariyê yên li hemberî girtiyên Roman divê gaveke binyadî bê avêtin. Em sîstemeke edaletê ya ji bo her kesî derbasdar e.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Çêkirina rişteyan: Çandeke komîn, qedîm û herêmî ye

Çêkirina rişteyan: Çandeke komîn, qedîm û herêmî ye

7 COTMEH 2026
Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

7 COTMEH 2026
Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

7 COTMEH 2026
ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

7 COTMEH 2026
Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

6 COTMEH 2026
Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

6 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne