• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Keskîn Bayindir: Em bi têkoşîna peqrewanan hatin vir

Navenda Nûçeyan /AW

27 TÎRMEH 2025 - 15:51
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

MEBYA-DER a Mêrdînê 3yemîn kongreya xwe pêk anî. Hevserokê DBPê Keskîn Baydir, xwest êdî gelê Kurd yekîtiya xwe mîsoger bikin.

Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya bi Malbatên ku Hezkiriyên Xwe Winda Kirine li Bexçeyê Şaristaniyan (MEBYA-DER) 3yemîn Civata Xwe ya Giştî ya Asayî li Mêrdînê pêk anî. Kongre li saloneke dawetê ya li Qoserê hat lidarxistin. Li gel nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî yên bajêr bi hezaran kes amade bûn. Li salona kongreyê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hatin daliqandin. Kongre li gel sirûda “Çerxa Şoreşê” ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştî axaftina dîwanê slayt hate pêşandan. Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir axivî got: “Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Birêz Ocalan yekitiya Kurdan gihandiye nuqteyeke dîrokî. Ev yek hin berpirsyariyan datînin ser milê me. Ev berpirsyarî çi ye? Ji bo wê ye ku Kurd yekitiya xwe bi xwe misoger bikin û pêşeroja xwe li ser axa xwe diyar bikin.”

Keskîn Bayindir da zanîn ku îro li Rojhilata Navîn rola girîng a Kurdan e û wiha axivî: “Ez bawerim wê Kurd jî bibin sedema yekitiya Rojhilata Navîn. Têkoşîna çekdarî ya 50 salî gihaştiye nuqteyekê. Piştî vê banga Birêz Ocalan, helwesta PKK’ê û ragihandina wê ya di dema şewitandina çeka xwe de ji hev belav bû, mesajek da gelê Kurd û cîhanê. Têkoşîna li dijî înkar û tinekirinê gihîştiye astekê. Ti kes nikare Kurdan înkar bike û tine bihesibîne. Ev peyam hatiye şandin. Kurd êdî hîn bêhtir nêzî bidestxistina statuya xwe ne.”

Keskîn Bayindir diyar kir ku Rêber Apo û Kurd ji xwe bawer in û got, “Em bawer bikin ku yên ev pêvajo dan destpêkirin ne hêz an jî dewletên global bûn. Ya ku ev pêvajo da destpêkirin berxwedana gelê Kurd bû. Ev pêvajo di encama têkoşîna Kurdan a li her derê derket holê. Em di encama têkoşîna şehîdan û qehremanan de hatine vê noqteyê. Dayik heta roja îro li kolanan daxwaza azadî û aştiyê dikin. Em ê bi vîna xwe û hêza xwe vê pêvajoyê veguherînin pêvajoya azadî û aştiyê. Ne ji ber ku em qels in, lê ji ber ku em xurt in em banga aştiyê û daxwaza demokrasiyê dikin.”

Keskîn Bayindir bal kişand ser yekitiya neteweyî û da zanîn ku divê hemû kes bêhtir bixebite û destê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xurt bike.

Piştî axaftinan rapor hatin xwendin û piştî xwendina raporan endamên rêveberiya MEBYA-DERê hatin hilbijartin.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Navenda Çand û Hunerê ya Ariya hate vekirin

Navenda Çand û Hunerê ya Ariya hate vekirin

21 MIJDAR 2026
Amedspor li sehaya xwe 2 û 0 têk çû 

Amedspor li sehaya xwe 2 û 0 têk çû 

21 MIJDAR 2026
Platforma Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd encamnameya civîna xwe eşkere kir

Platforma Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd encamnameya civîna xwe eşkere kir

21 MIJDAR 2026
TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

21 MIJDAR 2026
Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

21 MIJDAR 2026
YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

21 MIJDAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne