• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Nezahat Teke: Ji bo dayikan diyariya herî mezin aştî ye

Fexredîn Kiliç / AW

22 TÎRMEH 2025 - 08:03
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Dayîka Aştiyê Nezahat Teke ku tev li merasîma şewitandina çekan a “Koma Aştî û Civaka Demokratîk” a li Silêmaniyê bû destnîşan kir ku ji bo dayikan diyariya herî mezin aştî ye û wiha got: “Em êdî şer naxwazin. Aştî şahî ye, dilgeşî ye, sekinîna hesrên çavên dayikan e.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 9ê Tîrmehê de di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de bangeke nû ya dîrokî kir. Li ser vê yekê Koma “Aştî û Civaka Demokratîk” a ji 30 endamên PKKê pêk dihat di 11ê Tîrmehê de li Şikefta Caseneyê ya li bajarê Silêmaniyê merasîma şewitandina çekan li dar xist. Ji bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê jî gelek siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar, Dayikên Aştiyê û rojnameger tev li merasîmê bûn. Yek ji van jî Dayika Aştiyê Nezahat Teke bû.

Nezahat Teke bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd a di 27ê Sibatê de ji rayagiştî re parve kir û wiha got: “Piştî vê bangê hênkahiyek di dilê me de çêbû. Ji ber bi salan e li vî welatî mirov tên kuştinê, dayik digirîn, gund şewitîn… Pişt re li ser banga Rêberê Gelê Kurd PKKê xwe fesix kir, agirbest îlan kir û çek şewitandin. Aştî bi yek alî çênabe.”

‘Em gaveke din ber bi aştiyê ve çûn’

Nezahat Teke bal kişand ser merasîma şewitandina çekan a “Koma Aştî û Civaka Demokratîk” a PKKê û wiha domand: “Şandeya ku hatiye wê derê herkes di nav de hebû. Ez li ser navê Dayikên Aştiyê ji Amedê çûm. Zor û zehmetiyên wê hebûn. Lê dema mesele aştî be ne êş û nexweşiyên me tên bîra me ne êşa canê me tê bîra me. Em dibêjin bila aştî were vî welatî mirov nemirin bes e. Gava ku gerîla ji şikeftê hatin xwarê û pêşengtî jî jinekê dikir em hem xemgîn bûn hem keyfxweş bûn. Em gaveke din ber bi aştiyê ve çûn. Baweriya me xurttir bû. Çek hatin şewitandin. Dema çavên me bi çekan dikevin mirin tê bîra me. Heke ev hatibin şewitandin hêviyeke mezin dide mirov. Em bi hêviyeke geş ji wir vegeriyan hatin. Gelek mirov li wir bûn hema bêje herkes girî ya. Ev girîn jî ne ya xemgîniyê bû giriya keyfxweşiyê bû. Dilê me bitirse. Lazim e dewlet gaveke girîng biavêje.”

‘Rêberê Gelê Kurd mîmartiya aştiyê dike’

Nezahat Teke destnîşan kir ku heke pêvajoyek dest pê kiribe divê ewilî deriyên Îmraliyê bên vekirin û wiha domand: “Rêberê Gelê Kurd pêşengtiyê û mîmartiya aştiyê dike. Ji bo ku ew bikare kar û xebatên xwe bi cih bîne divê derfet bên avakirin. Kar û xebatên aştiyê gelekî giran in. Dinyayê jî dît ku banga ew bike li erdê namîne. Em dixwazin qanûnan çêbikin girtiyên hefs û zindanan bên berdanê. Komîsyona ku li Meclisê bê çêkirin divê destê xwe deyne ser wijdana xwe. Bi dilekî rehet îro çareseriyek were çêkirin. Ji bo me niha deqîqe û saet mûhîm in. Divê dewlet gavekê biavêje. Dibe ku hinek li hember jî derkevin. Em ne li pey tolhildanê ne. Em dayikên Kurdan tu car nabêjin min sê-çar zarokên xwe dan çima çêdikin. Em dayikên aştiyê her tim dibêjin em bedenên ciwanan binerd nekin em çekan binerd bikin.”

‘Aştiyê diyarî dayikan bikin’

Nezahat Teke bang li saziyên sivîl û partiyên siyasî kir û ev tişt got: “Lazime herkes îro karê xwe bike. Dem ne dema rûniştinê ye. Em nikarin 50 salên din dilê dayika bişewite. Me ev bare daye ser milê xwe ji bo ku dayik negirîn. Ji bo me diyarî û xelata herî mezin ew e ku cenaze bi ser dayikan de neyên û aştî pêk were. Aştiyê diyarî dayikan bikin.”

‘Em bang li dewletê dikin hûn li benda çi sekinîne’

Nezahat Teke bal kişand ser şewitandina çekan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heke çek were şewitandin demek tê xwestin ku dawî li şer were, demokrasî pêk were. Heke were şewitandin ew çek êdî nayê rakirinê. Dixwazin di nava siyaseteke demokratîk de kar û xebatên xwe bikin. Divê dewlet jî pêşiya van veke. Em êdî şer naxwazin. Aştî şahî ye, dilgeşî ye, sekinîna hesrên çavên dayikan e. Em dewletê re bang dikin dora we ye hûn li benda çi sekinîne. Em dixwazin em jî tev li vê pêvajoyê bibin. Em dixwazin biçin aliyê Behrareş, Tirkiyeyê bi dayîkên leşkeran re biaxivin. Em bêjin em jî weke we ne. Em cardin bang li wan dikin dayikno werin em destê xwe bidin hev. Me zarokên xwe winda kir bila hin kesên din nekin. ”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

7 COTMEH 2026
Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

7 COTMEH 2026
Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

7 COTMEH 2026
Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

7 COTMEH 2026
Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

7 COTMEH 2026
Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne