• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Gelê Hondurasê nameyek ji Abdullah Ocalan re şand

Navenda Nûçeyan /AW

21 TÎRMEH 2025 - 12:36
Kategorî: CÎHAN, MANŞET, ROJANE
A A

Konseya Sivîl a Gelê Xwecihî yê Hondurasê nameyek ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re şand. Di nameyê de got “Di vê dema ku hûn hewl didin aştiyê ji bo gelan pêş bixin, em ê bi gelê we re bin.”

Konseya Sivîl a Gelê Xwecihî yê Hondurasê (COPINH) nameyek ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re şand. Di nameyê de ewil wiha gotin: “Ji çiyayên Intbuca yê pîroz ji bo dilê gelê Kurd, ji gelê Lenca yê di bin sîwana COPNHê rêxistinbûyî ye, name ji bo girtiyê siyasî Abdullah Ocalan re. Em ji çiyayên kesk ên Intbucayê peyama xwişk û biratiyê ji te re dişînin.”

Nameyê bi vî rengî dewam kir:

“Em gelê Lenca yê av û axê ne, li Lempira û Berta Caceres COPINHê xwe bi rêxistin kirine.

Em ji koka kûr a têkoşîna xwe ya hevpar ji we re dinivîsînin. Li gel ku dora we bi dîwar û hesinan girtiye, bayê berxwedana we yê ji rojhilat digihêje me. Li gel hewldanên hêzên mezin ên leşkerî, bazirganî û aboriyê ku dixwazin me ji nexşeyê û hişê mirovahiyê bibin, ev ba ji me re qala gelê Kurd dike, qala gelekî dike ku xaka xwe, mafê xwe yê jiyana azad bi rûmetdarî diparêze û dest jê bernade. Li Hondurasê, ji talana sîstema mêtingeriyê ku tenê mirinê, xizaniyê û bêzimantiyê li pey xwe dihêle, em çemên xwe diparêzin. Em çemê pîroz Gualcarque diparêzin ku hevrêya me Berta Caceres parast. Hevrêya me Berta Caceres ji ber ku li ber cinawirê bi navê pêşketinê rabû, hate qetilkirin. Weke ku di paradîgmaya we de jî hate destnîşankirin, em zanin ku azadî ji hikumetan û ji şîrketên mezin nayê, lê belê ji xwecihî, ji komunalîteyê û ji têkiliya xurt a bi xakê re tê. Em ji fikrên we yên li ser xweserî, civakîbûn, azadiya gelan û jinan îlhameke mezin werdigirin. Em bandor û dengvedana paradîgmaya we ya konfederalîzma demokratîk a li ser xwe, bi rengê rêveberiya ku xwe dispêre xwerêveberiyê û nêzîkatiya edaletê, ku ji pêşiyên me ji me re maye. Bêyî ferzkirin û dagirkeriyê, bêyî dewletên zordar an jî rêxistinên sûc, em bi daxwaza jiyanê digihêjin hev. Ji aliyê din ê cîhanê em hêzê, tenduristiyeke baş û sehetê ji we re dixwazin.

Em hêvî dikin ku ev nameya me bibe tovek ji bo hînnebûna/fêrînebûna li girtîmayinê. Bila gotin û fikrê we di wan dil û mejiyan de şîn bibe ku xeyala cîhaneke cuda mezin dikin, jiyana azad ji petrol, zêr û sînoran bêhtir bi qîmet dibînin. Di vê demê de ku hûn hewl didin aştiyê ji bo gelan ava bikin, em ê bi gelê we re bin. Ji ber ku gava gelekî li ber xwe da, ti xanedanî nikare heta bi hetayê hebe. Ji ber ku dema çemekî stran got, ti aştiyek nîne ku wî heta bi hetayê rabigire. Ji ber ku gava rûmet mezin bû, rêveçûna dîrokê diguhere.

Em we, bi hurmeta li kesekî ku berdêla hêviya azadiyê dide, hembêz dikin. Em hem azadiya we hem jî azadiya hemû gelan dixwazin ku çand, beden û xaka xwe li hemberî zincîra desthilatdariyê diparêzin. Bi biryardarî, berxwedan û bîr a gelê Lencayê.

COPINH Tîrmeh 2025

Konseya Sivîl a Gelê Xwecihî yê Hondurasê.”

Etîket: Abdullah OcalanAFC ChampionshipHondurasêname
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî birêz Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e

21 ÎLON 2026
Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

20 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne