• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Îhsan Çapan: Rojava bi ser ket

Abdullah Esen / AW

19 TÎRMEH 2025 - 08:46
Kategorî: ROJANE
A A
Amed– Bavê Şervanê YPGê Şervan Şiyar Kobanê ku di Şoreşa rojavayê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest da, Îhsan Çapan diyar kir ku êdî cîhanê jî modela Rojava qebûl kiriye û got: “Dewletê winda kir û Rojava jî bi ser ket.”

Şoreşa 19ê Tîrmehê 13 sal li pey xwe hişt. Di salvegera şoreşê de li gelek welatên cîhanê şahî dên lidarxistin. Şoreşa 19ê Tîrmeha 2012an, bi beşdariya Kurd û pêkhateyên din weke Ereb, Suryan, Asûr, li bajarê Kobanê dest pê kir. Armanc ew bû ku rêveberiyek demokratîk li şûna aloziyên mezhebî yên ji ber aloziya Sûriyeyê ya di 15ê Adara 2011an de derketiye û digel destwerdanên derve de veguheriye êrişên leşkerî, were avakirin. Bi minasebeta 13emîn salvegera Şoreşa 19ê Tîrmehê Bavê Şervanê YPGê Şervan Şiyar Kobanê, Îhsan Çapan ku kurê wî jî di encama şerê Rojava de jiyana xwe dest da, ji Ajansa Welat re axivî.

Îhsan Çapan, desnîşan kir ku beriya Şoreşa 19ê Tîrmehê despêbike kurê wî tevli nava Tevgera Azadiyê bû û got: “Beriya serferberî bê îlankirin kurê min tev li gerîla bû. Piştre derbasî Rojava bû û çû eniya şer û birîndar bû. Piştî birîndariya xwe li Kobanê bû Serfermandar. Piştî demekê bangê min kir û ez çûm rojavayê Kurdistanê. Ez çûm min ew dît. Min got, te çima bangê min kir;  Got, ‘Ez ê biçin eniya şer.’ Min got, ka hê birîna te baş nebûye. Got, ‘Bi hezaran hevalên me li ser çoka me şehîd dikevin, em jî yên şehadetê ne.’ Pîştî ku çû nava şer wê demê çeteyan êrişî bendava Tişrînê kirin. Piştî ku bendava Tişrînê xelas bû, kurê min û şeş hevalên xwe li wir şehîd ketin. Dema ku şehîd ket jî me cenazeyê wî neanî vir. Li Rojava hat definkirin. Şervan digot, xwezil ji xeynî rihê şêrîntir pê ve tiştek dinê jî hebûya, min bi dana rêya vê şoreşê. Şoreşa Rojava tiştek wisa bû ku dîtin û gotin nedibûn yek. Mirov di vê dozê de canê xwe jî bide li ber çavên mirov nayê.”

‘Ji mirinê re govendê digirtin’

Îhsan Çapan, di berdama axaftina xwe de bi bîr xist ku planên dewletê yên ku li ser Rojava dikir têk çûn û wiha axivî: “Di Rojava de tiştek wisa çêbû ku dewlet jî nizanibû wê çi bike. Mêjiyê wan jî tevli hev bû. Şerê li rojava dest pê kir û dewletê winda kir û Rojava jî bi ser ket. Planê dijmin ên li ser Rojava tiştek cuda bû. Ji xwe re digotin em ê di rojekê de wan biqedînin. Hesabê wan têkçûyîna Kurdan bû. Lê wan hêza Kurdan nizanibûn. Kurd jî bi birdozî û felsefeya serokatiyê bi ser ketin. Jixwe Bendava Tişrînê li ber çavan bû ku gelê Kurd li wir digotin, em ji mirinê natirsin bila mirin ji me bitirse. Gel li ber xwe didan û ji mirinê re govendê digirtin. Bi rastî jî mirin ji wan ditirsiya. Çiqas tiştên qirêj bêne meşandin jî bi saya serê Rojava dê hemû qirêjên wan bertaraf bibin.”

‘Me bela xwe di Kurdan da me şaş kir’

Îhsan Çapan, got ku modela Rojava ji bo hemû cîhanê xelasiye û wiha pêde çû: “Kurdan di vê şoreşê de hem xwe û hem jî şeref, namûs û xîreta hemû gelên cîhanê xelas kir. DAIŞ ne bi tenê li dijî Kurdan, li dijî hemû gelên cîhanê bû. Di navberekê de Serokê DAIŞê Ebubekir El Bagdadî, daxuyaniyek biçûk dabû, gotibû; ‘Me ji aliyê Kurdan ve pir lez kir, me bela xwe di Kurdan nedabûna niha em heta Erebîstana Suûdî jî çibûn. Em di nava Kurdan de man. Xêza ku me li dijî Kurdan da meşandin pir şaşî bû.’ Dema ku Kurda wan têk bir, serê hemû cîhanê bilind kir. Êdî cîhanê jî vê modela Rojava pejirandiye.”

‘Me li gor xwe gav avêtiye’

Îhsan Çapan, bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Niha qala pêvajioyeke nû tê kirin. Me li gorî xwe gav avêt, bila dewlet jî kerem bike. Ku ew gavan biavêjin dê biserbikevin. Ger ku ew gavan neavêjin dê winda bikin. Ku wisa bidome dê aqûbeta Rojava li serê wan be jî. Tişteke ku em winda bikin tune ye.”

 

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Îzmîrê ji bo Paula Maier çalakî: Bila sûcdarên bi unîforma bên darizandin!

Li Îzmîrê ji bo Paula Maier çalakî: Bila sûcdarên bi unîforma bên darizandin!

21 TEBAX 2026
Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

21 TEBAX 2026
Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

21 TEBAX 2026
Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

21 TEBAX 2026
Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

21 TEBAX 2026
Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

21 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne