• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bayindir li Rihayê bang kir: Navnîşana çareseriyê rêzdar Ocalan e

Riha / AW

17 KANÛN 2024 - 15:08
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Riha – “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” ya ji Amedê ber bi Enqereyê ve tê lidarxistin, gihişt navenda Rihayê. Hevserokê DBPê Keskîn Bayindir ê li vir axivî, wiha got: “Haziriya şer nekin, haziriya çareseriyê bikin. Em dagirkerî û êrişên we qebûl nakin. Navnîşan û rêya çareseriyê Rêberê Gelê Kurd Rêzdar Ocalan e.”

Di çarçoveya kampanya “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” bi pêşengiya Saziyên Platforma Demokratîk ji Amedê ber bi Enqereyê ve “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” tê lidarxistin. Meşê duh li Amedê dest pê kiribû. Meşvan li navçeyên Siwêreg û Hîlwanê yên Rihayê ji aliyê rêveberên DBP, DEM Partiyê û welatiyan ve hatin pêşwazîkirin.

Piştî pêşwaziya li her du navçeyan rêwiyên “Azadiyê” berê xwe dan navenda Rihayê. Meşvan li Parka Alî Şelî ya Rihayê bi girseyî hatin pêşwazîkirin. Girseya ku Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Ûçar, birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan, parlamenterên DEM Partiyê, aktîvîstên TJAyê, nûnerên rêxistinên demokratîk di nav de hebûn bênavber dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana gelê Kurd” û “Jin jiyan azadî” berz kirin. Girseyê dovîzên wek “Jin jiyan azadî”, “An azadî an azadî”, “Tecrîd berdewam dike” hatin hildan.

Piştî pêşwaziyê girseyê û siyasetmedaran xwest ji Parkê heta Meydana Topçû meşê li dar bixe. Lê belê polîsan destûr neda meşê. Li Parkê daxuyanî hat dayîn.

Li vir Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir ewilî axivî.

‘Gelê Kurd vê dagirkeriyê qebûl nake’

Keskîn Bayindir diyar kir ku ew li ser navê şandeya xwe hemû gelê Rihayê silav dikin. Keskîn Bayindir bi bîr xist ku li Amedê meşa xwe dane destpêkirin û wiha got: “Meşa me ji bo çareseriyek demokratîk û azadiyê ye. Ji Amedê heta vir hêzên desthilatdariyê renge xwe nîşan dan. Dixwazin her cure çalakî û meşa me asteng û qedexe bikin. Heke çareseriyek demokratîk li pêş bikeve, hûn ê bi vê astengiyê û qedexeyan bighihîjin çi encamê. Lê hûn bi vê nagihîjin tu encamê. Me di rewşek krîtîk de vê meşê da destpêkirin. Li ser serê Rojava şerê cîhanê tê meşandin. Em şer û dijminatî roj bi roj ber bi deriyê Kurdan ve tê. Navenda vî şerê nû û desthilatdaran gelê me û erdnîgariya me ye. Bi pêşengiya gelên azadîxwaz û Kurd jiyanek nû li Rojava li pêş ketiye. Ev hêzên desethilatdar bi destê çeteyan dixwazin destkeftiyên gelê Kurd têk bibin. Bila baş bizanibin gelê bakurê Kurdistanê û gelê Kurd ên cîhanê wê dagirkeriya we qebûl neke. Em ê tu carî van êriş û dagerkeriya we qebûl nekin.”

Bayindir: Mifteya çareseriyê li Rojava ye

Keskîn Bayindir destnîşan kir ku Rojava û Sûriye mifteya çareseriyê ye û axaftina xwe wiha domand: “Heke hûn wê erdnîgariyê, destkeftiyên gelê Kurd û statuyê binpê bikin, armanca we şer û neyartî ye. Ji ber ku Rêveberiya Rojava 13 sal in peyam dide Tirkiyeyê û dinyayê, dibêje ‘Em rêveberiyek bi pêkhateyan re dixwazin li ser axa xwe jiyanek azad û nû bijîn, em li vî welatî aştiyê dixwazin’. Lê desthilatdadriya AKPê bi destê çeteyan her tim şer bi rê ve bir. Ji bo çeteyan amadekariyek şer a nû kir.”

‘Haziriya şer nekin, haziriya çareseriyê bikin’

Keskîn Bayindir destnîşan kir ku ew ji Rihayê bang li destilatdariyê û hemû cîhanê dikin û wiha got: “Em ji haziriya we ya şer re dibêjin na, li şûna vê haziriya biratiyê bikin. Haziriya kuştin û talanê nekin. Haziriya naskirina statu û îradeya gelê Rojava û gelê Kurd bikin. Daxwaza me naskirina statu û destkeftiyên me ne. Lê hûn her tim şer li pêş dixin. Dixwazin şer, kuştin û dagirkerî li pêş bixin. Em vê qebûl nakin. Dinya jî viya qebûl nake. Dinya hemû statuya Rojava nas dike. Lê tenê Tirkiye statuya Rojava nas nakir. Lê kêleka me xwişk û birayên me bi şer re rû bir û ne. Gelê Kurd li ku bijî dil û ruhê wan yek e. Ji bo destkeftiyên xwe ji bo zimanê xwe û ji bo statuya xwe wê her tim li ser pêya be û xwedî derkeve. Wê li dijî polîtîkaya we ya dagirkeriyê derkeve. Ev statu mafê gelê Kurd e. Em çi dibêjin berovajî vê; hûn berê avê berjorî dikin. Lê hûn baş bizanibin hûnê bi ser nekevin. Me li dijî dagirkeriyê û ji bo çareseriyê vê meşê da destpêkirin.”

Bayindir: Navnîşan û rêya çareseriyê rêzdar Ocalan e

Keskîn Bayindir bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û got: “Em çareseseriyê nîşan didin. Ji van qirkirinan û polîtîkayên Înkarkirinê re êdî dibêjin êdî îhtîmala çareseriyê û wekheviyê heye. Navnîşan û rêya vê çareseriyê Rêberê Gelê Kurd rêzdar Ocalan e. Rêzdar Ocalan her tim bi sekna xwe li dijî şer derket. Em dibêjin çarenûsa gelê Kurd bi azadiya rêzdar Ocalan ve girêdayî ye. Ev meş çareseriya îradeyê ye. Lewma astengî ji vê meşê re dernexin. Divê hûn pêşî li dagirkeriyê û şer bigirin, pêşiya me negirin.”

Bang li muxalefetê kir

Keskîn Bayindir bang li muxalefet û aştîxwazên Tirkiyeyê kir û wiha got: “Em bang li hemû gelên Tirkiyeyê yên aştîxwaz û demokrasîxwaz dikin. Êdî gelê Kurd li erdnîgariya xwe aştiyek bi rûmet û azadiyê dixwaze. Dixwaze bi ziman, çanda xwe, bi nasnameya xwe bijî. Navnîşana vê çareseriyê û aştiyê diyar e. Êdî banga me li hemû muxalîf û muxalefetê ye. Wê dîrok daxwaz û berxwedana gelê Kurd binivisîne. Divê êdî li her cihî meseleya Kurd were çareserkirin. Divê parlamento biryarek naskirina îradeya gelê Kurd bistîne. Êdî dem dema azadî û çareseriyê ye.”

‘Îro roj roja yekitiyê û tifaqê ye’

Keskîn Bayindir banga yekitiyê û tifaqê li gelê Kurd kir û di dawiyê de wiha got: “Em bang li hemû gelê Kurdistanê dikin; îro welatê me û hebûna me di qonaxek dîrokî de derbas dibe. Êdî Kurd ne bê rêxistin, bê rêber û bê tevger in. Em dixwazin li ser erdnîgariya xwe bi reng û dengê xwe bijîn. Dem dema yekitî û tifaqa gelê Kurd e. Çareserî li her derê ji gelê Kurd re lazim e.”

Daxwaza azadiya Ocalan

Piştî axaftina Keskîn Bayindir, aktîvîsta TJAyê Çaglar Demîrel jî axivî û bal kişand ser armanca meşa dane destpêkirin û banga nasîna statuya Rojava û azadiya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan kir.

Piştî daxuyaniyê, şande li koma veqetiya û dê şandeyek serdana Xelfetiyê, şandeyek serdana Pirsûsê û şandeyek jî serdana Baroya Rihayê bike.

 

Etîket: Abdullah OcalanDBPKeskîn BayindirMeşa Çareseriya Demokratîk û AzadiyêRiha
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Curnê Reş 15ê Tebaxê hat pîrozkirin

Li Curnê Reş 15ê Tebaxê hat pîrozkirin

15 TEBAX 2026
Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

15 TEBAX 2026
Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

12 TEBAX 2026
Abdullah Ocalan: Me azadiya jinan ji xwe re esas girt

Abdullah Guler: Dê rojnameger bikaribin biçin Îmraliyê

5 TEBAX 2026
DEM Partiyê pêşnûmeya qanûna çarçoveyî îmze kir

Hevserokên DEM Partiyê: Qanûn ji bo vekirina deriyekî dîrokî ye

5 TEBAX 2026
Jinan li Amedê bang kir: Azadiya Abdullah Ocalan girîngiyek dîrokî ye

Jinan li Amedê bang kir: Azadiya Abdullah Ocalan girîngiyek dîrokî ye

5 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne