• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Bertek nîşanî êrîşa li ser malbata Kurd dan: Zimanê me hebûna me ye

Amed / AW  

15 TÎRMEH 2025 - 19:37
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê têkildarî êrîşa li ser malbatekî Kurd daxuyanî da û diyar kir ku zimanê Kurdî nasnameya Kurdan e.

Malbata Kaya di 13ê tîrmehê de li navçeya Bayrampasaya Stenbolê ji ber ku staranên Kurdî guhdarî dikin rastî tundiya polîsan hatin. Di encama tundiyê de polîsan bi îşkenceyê 10 ferdên malbatê binçavkirin. Di nava malbatê de jineke ducanî jî hebû û polîsan pênek li zikê jinê da û zarok niha li rewşa awartê tê tedawîkirin.

Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê li dijî tundiya polîsan a li ser zimanê Kurdî peşiya Plazeya AZC ya semta Ofîsa Yenîşehîrê ya Amedê daxuyanî da. Hevserokên DEM Partî û DBPê ya Amedê, endam û rêveberên sazî û rêxistinên civakî û gelek kes tev li bûn. Di daxuyaniyê de pankartê “Zimanê me stranên me govenda me hebûna me ye, destên xwe jê vekişînin” vekirin û dirûşmeyên “Bê ziman jiyan nabe”, “Zimanê me rûmeta me ye” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

‘Em ê aştiyê bi hev re bînin’

Li vir ewilî Hevseroka DEM Partiyê Gulşen Ozer axivî û diyar kir ku “Malbatekî ji ber ku stranê Kurdî vekirîbû rastî êrişa polisan hat û ev tişt anî ziman: “Em behsa aştiye dikin lê zimanê Kurdî rastî êrîşê tê. Em ve qebûl nakin em ê aştiye bi hev re bînin.”

Paşê daxuyanî hat xwendin. Daxuyanî Kirmanckî û Kurmancî hat xwendin. Kirmanckî bi aliyê Hevseroka MED-DERê Şukran Yakut bi Kirmancî û Rêveberê DBPê yê Amedê Mehmet Asana ve hat xwendin.

‘Zimanê Kurdî nasmeya me ye’

Mehmet Asana diyar kir ku ev êrîş êrîşeke bi hişmendiya mêran pêk hatiye û wiha axivî: “Ew êrîş hişmendiya mêrperst ve girêdayiye. Ziman û çanda Kurdî nasname ya Kurdan e. Em vê hişmendiyê û êrîşê şermezar dikin. Û dibêjin divê kiryar bên darizandin.”

‘Divê mafê Kurdan bê naskirin’

Mehmet Asana destnîşan kir ku ew careke din diyar dikin ku zimanê Kurdî xeta wan a sor e û wiha bi lev kir: “Ji bo aştiyeke mayînde, di vê pêvajoyê de ku divê reform û guhertin bên kirin, li ser çand û zimanê Kurdî gavên erênî bên avêtin, statuya Kurdan û perwerdeya bi Kurdî bê naskirin.”

Girse piştî daxuyaniyê heta Parqa Koşuyoluyê meşiya û dawî li çalakiya xwe  anîn.

Etîket: AmedêrîşKurdmalbat
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Di sedsala nû de statu bi yekîtiya neteweyî pêkan e’

‘Di sedsala nû de statu bi yekîtiya neteweyî pêkan e’

6 COTMEH 2026
Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

3 COTMEH 2026
Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

30 ÎLON 2026
Li Mahabadê du Kurd hatin binçavkirin

Li Mahabadê du Kurd hatin binçavkirin

25 ÎLON 2026
Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

25 ÎLON 2026
Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

25 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne