• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Şirketa madanê li dijî hiqûqê tev digere

Omer Demîr / AW

11 TÎRMEH 2025 - 09:26
Kategorî: EKOLOJÎ, MANŞET
A A
Amed – Parezer Eyup Aydenîz li dijî talankirina Zozanê Hesendînê diyar kir ku şîrket rastiyê nabêje û li dijî hiqûqê dest bi lêgerîna madanê kiriye.

Di sala 2008an de Şîrketa Anonîm a Bazirganiya Derve û Kanzakariyê ya Pasûrê ji bo lêgerina kanzayan bi awayekî bêrêtî rapora “ÇEDê ne pêwîst e” wergirt. Di 5 salan de tu lêgerîn nekirin. Rapora wan li gorî qanûnan hat betalkirin. Lê tevî ku proje hat betalkirin û sekinandin jî şîrketê dest bi lêgerîna madenê kir. Parezer Eyup Aydenîz tekildarî aliyê hiqûqê ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘Jiyana gundiyan di xetereyê de ye’

Eyup Aydenîz diyar kir ku zêdetirî 10 gund û gundewar li Zozanê Hesendînê hene û wiha got: “Ava tevahiya van gund û gundewar ji Zozanê Hesendînê tê. Zozanê gundiyan li vir e. Dema ku li vir xebata madanê dest pê bike dê xwezaya wan tevahî xira bibe. Dê ava gundan zuha bibe. Dê jiyana wan têkeve xetereyê.”

‘Şîrketên kanê dewlet û dadgehê dixapîne’

Eyup Aydenîz bi bîr xist ku di sala 2008an de şîrketekî li vir ruhsata madanê derxistiye û bi lev kir: “Di 2008an heta 2025an de li vir tu xebat nemeşandiye. Ev şîrket dewletê jî dadgehê jî dixapîne. Dibêje ku; “di navbera 2008an heta 2025an de me li vir 39 hezar ton maden derxistiye.” Ev ne rast e. Li Zozanê Hesendînê heta îro tu maden nehatiye derxistin. Li gorî zagonên madanê dema raporekî dest pê bike divê 5 sal dema vê heye. ev 17 sal e rapor derxistine lê heta îro tu xebat nekirine. Li gorî rapora berê dixwazin li ver dest bi lêgerîna madanê bikin. Ev bê hiqûqiye, hem xwezaya me hem jî hiqûqa xwe xira dikin. Me doza vekiriye, me ji serokê dadgehê re hevdîtin pêk anî. Lê gavekî pêş ve naçê û dadgeh karê xwe nake. Gelê me dijî bêhiqûqiyê li vir têdikoşin. Dema ku Hesendîn bikevê di bin siya şîrketê ev tevahî xwe dê herê.”

‘Leşker nobeda şîrketê digirê’

Eyup Aydenîz destnîşan kir ku civak li gorî hiqûqê tevdigerê lê dewlet nagerê û ev tişt anî ziman: “Dixwazin tevahî vî welatî perçe perçe bikin. Gelê me dijî vê li ser piyane. Ev bi salan e di nava têkoşîne de ne. Hatina li vir gelek zexmet e, lê qal û pîren me li vir in. Gel naxwazê Zozanê Hesendînê bibe cihê madanê. Lê mixabin niha şîrket bêhiqûqî, leşker li gel xwe kom kirine dest bi lêgerîne kirine. Tenê şîrket pere xezenc dike lê dewlet bi hezaran leşker aniye li vir nobeda şîrketê digirê. Em nahelin Hesendîn xira bibe û holê rabê.”

‘Deng bidin dengê Hesendîn’

Eyup Aydenîz dazanîn ku gundî dijî wan bêhiqûqiyan li vir dest bi çalakiyê kirine û axaftina xwe wiha dawî kir: “Xelkên li vir ji bo bibejin em li vir in, ew xweza xwezaya me ye, dest bi nobedê kirine. Em jî Amedê hatine li vir piştgiriye didin wan. Gel dibêje ku ewder jiyana me ye. Em bang dikin tevahî civakê “werin li vir deng bidin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

7 COTMEH 2026
Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

7 COTMEH 2026
ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

7 COTMEH 2026
Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

6 COTMEH 2026
Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

6 COTMEH 2026
Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

6 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne