• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Piştî min dîmen temaşe kir ez ciwan bûm’

Nedim Oruç / AW

10 TÎRMEH 2025 - 10:32
Kategorî: ROJANE
A A
Şirnex– Di 9ê Tîrmehê de piştî 26 salan cara ewil dîmenên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat nişandan. Welatiyên Şirnex diyar kirin ku bi temaşekerina dîmenan ew gelek kêfxweş bûn. Welatî Emîne Akil anî ziman ku ew pîr e, lê bi temaşekirina dîmen ciwan bûye.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan duh di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de bangeke din a dîrokî kir. Di banga bidîmen de Girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê jî li cem Abdullah Ocalan cih girtin. Dîmenê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî 26 salan cara ewil hate weşandin. Ev dîmen li tevahiya cîhanê belav bû û bû rojeva Tirkiyeyê û Kurdistanê ya sereke. Welatiyên li Şirnexê dijîn hest û nêrînên xwe yên derbarê dîmenê Ocalan de anîn ziman.

‘Weke ku cardin sax bin kêfa min hat’

Welatiya bi navê Emîne Akil diyar kir ku dema wê dîmenên Abdullah Ocalan temaşe kir gelekî kêfxweş bû û wiha axivî: “Ez kal bûme. Piştî min ev dîmen temaşe kir, ez ciwan bûm. Heya niha mizgîniya herî mezin ji bo min ev bû. Weka ku ez mirî bûm û cardin sax bim wiha kêfa min hat.”

‘Hêsir bi çavên min ketin’

Halîme Yilmaz ku temenê wê zêdetirî 70 salî ye anî ziman dema dîmen temaşe kirine hêsir bi çavên wê ketine û ev tişt bi lêv kirin: “Dema min temaşe kir rondik ji çavên min hatin xwarê. Min ji xwe re got mala minê Serokê me çiqas kal bûye. Ji Xwedê re dûa dikim neyarên me bidest bike. Bila êdî dewlet gav biavêje.”

Di nava tarîtiyê de ronahiyeke

Şerîf Gungen jî got ku weke ku ev dîmen di nava tarîtiyê de weke ronehiyekî bû û wiha pêde çû: “Vaye 26 sal in Serokatî di bin tecrîdê de ye. Dema ev dîmen derketin weke ku mirov roniyekî bibîne. Weke gelê Kurd gelekî kêfa me hat, bi pêvajoyê jî em bawer in, ji ber ku baweriya me bi rêxistina me heye. Em li bendê ku ji aliyê hiqûqî ve dewlet jî gavên girîng biavêje.”

‘Bila êdî gavên çareseriyê bên avêtin’

Ayfer Yilmaz da zanîn ku dema wê dîmen temaşe kirine hîsek gelek xweş ketiye hundirê wê û wiha axivî: “Dema min dîmen dîtin kêfa min gelekî xweş bû. Êdî pêvajoyek heye û hêvî dikin gavên çareseriyê werin avêtin û êdî gelê Kurd jî şiyar bibe.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

7 COTMEH 2026
Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

7 COTMEH 2026
Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

7 COTMEH 2026
Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

7 COTMEH 2026
Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

7 COTMEH 2026
Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne