• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Siyamed Sîpan: Xebatên lobyê girîng in

Navenda Nûçeyan /AW

10 TÎRMEH 2025 - 09:20
Kategorî: POLÎTÎKA
A A
Nivîskarê Xwebûnê Siyamed Sîpan, têklidarî ziyareta şandeya EFFPê ya Stenbolê ku xwestin biçin Îmraliyê anî ziman ku ev serdan gelek girîng e û xwest Kurd xebatên lobyê zêde bikin. Siyamed Sîpan da zanîn ku ji bo pêvajoyê piştgiriyek xurt heye û divê ev bêtir bê xurtkirin.

Nivîskarê Rojnameya Xwebûnê Siyamed Sîpan têklidarî piştgiriya pêvajoya çareseriyê û serdana şandeya EFFPê ya Stenbolê gotarek girt dest. Siyased Sîpan, di gotara xwe de anî ziman ku ev demeke pêvajoyek aştî û çareseriyê li bakurê Kurdistanê heye û got: “Ev pêvajoya bi serkêşiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve dimeşe, hêviyek pir mezin di nava hemû kes û aliyan de belav kir. Ne tenê Kurd û Tirk û gelên cûda yên li Tirkiyê dijî, li hemû cîhanê jî hêviyek pir mezin belav kir. Ev pêvajo li hemû cîhanê jî dengek mezin veda. Ne tenê li Tirkiyê li gelek welatên cîhanê jî piştgiriyek pir mezin ji bo vê pêvajoyê derkete holê. Dema em bala xwe didinê ku li Tirkiyê kesên herî rastgir heya kesên herî çepgir û hemû rêxistin û partiyên siyasî bi awayekî zelal piştgiriyê didin vê pêvajoyê mirov bê guman kêfxweş dibe. Ev piştgirî li hemû cîhanê xwe da der.”

Siyased Sîpan da zanîn ku herî dawî li Ewrûpa bi dehan parlementer û siyasetmedar bi awayekî şênber xwestin piştgirî bidin pêvajoyê û biçin Îmralî ji bo serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikin û wiha lê zêde kir: “Ev piştgirî pir giranbuha ye, ji ber ku ev kesên ku di nava vê heyetê de nin, kesên ku bi awayekî wijdanê civaka ewrupî temsîl dikin e. Ez vê hewldanê pir dişibînim banga 69 kesên ku xelata Nobelê girtiye û bi nameyekê azadiya rêzdar Abdullah Ocalan xwestin. Wê demê jî min gotibû ku ev bang û piştgirî wijdanê civaka navnetewî temsîl dike. Û niha jî ji bo vê heyetê heman tiştan dibêjim. Hewldana vê heyetê ne tenê ji bo kesayetekê ye. Ev hewldan ji bo çareseriya pirsgrêka Kurd e. Ji bo mafê gelê Kurd e.”

Siyamed Sîpan da zanîn ku ev heyet ji aliyê EFFP (European Forum For Freedom and Peace) – ango Foruma Ewrupa ji bo Azadî û Aştiyê ve hate organîzekirin û wiha pêde çû: “Heyeta ku ji kesên siyasetmedar, parlementer, nivîskar, rojnamevan, parêzer û gelek akademîsyenan pêk tê, bi awayekî fermî di 1 ê Tîrmehê de li ser parêzerên rêzdar Abdullah Ocalan de serlêdana xwe ya fermî pêk anîn. Herwiha piştî serlêdanê di 2 ê Tîrmehê de jî bi daxuyaniyek çapemeniyê him xwesteka xwe dûbare kirin û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin. Tê zanîn ku rêzdar Ocalan jî ji wan re nameyek kurt şandibû û spasdariyên xwe ji bo ked û xebata wan dabû nîşandan. Elbet xebatek pir girîng û bi hêja ye. Lê dibê ev xebat li hemû Ewrupa bibe bingeh ji bo kar û xebatên Lobby xurt bibe. Mixabin hîna jî xebatên Lobby li ewrupa pir lawaze. Him hêza me û him derfetên me û him jî kapasîteya me dikare pir zêdetir derxîne holê. Dibê em vê pêvajoyê wek firsendek dîrokî bi kar bîne û li hemû welatên ewrupa dîplomatên lobby ji nava Kurdan derxîne.”

Siyamed Sîpan herî dawî anî ziman ku ew hertim mînaka gelê Yahûdî dide ku bi xebat û karên lobby dikarîbûn destkeftiyên xwe û welatê xwe li hemû cîhanê biparêze û got: “Mînakek din jî xebatên lobby yê gelê Ermenî ye ku hiştiye Komkujiya Ermaniyan li hemû dewletên ewrupa were qebulkirin. Em dibînin ku carna xebatek lobby dikare gelek guhertinên mezin bi xwere bîne. Di dawî de carek din ked û xebata vê heyetê bi rêzdarî silav dikim û hêvî dikim ku armanc û xwestekên wan pêk were û dengê wan li hemû cîhanê belav bibe.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

7 COTMEH 2026
Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

7 COTMEH 2026
Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

7 COTMEH 2026
Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

7 COTMEH 2026
Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

7 COTMEH 2026
Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne