• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
03 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

DEM Partî ‘Komîsyona Heqîqetê ya Şer û Zarokan’ ava dike

Amed / AW

8 TÎRMEH 2025 - 12:44
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Di encamnameya konferansa “Di Pêvajoyên Çareseriya Şer de Zarok” de hate diyarkirin ku di avakirina civaka demokratîk de ji bo “Pergala edaletê ya zarokan” biryara avakirina “Komîsyona Heqîqetê ya Şer û Zarokan” were avakirin.

Komîsyona Zarokan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), di 29ê Hezîrana 2025an de li Amedê konferansa “Di Pêvajoyên Çareseriya Şer de Zarok” li dar xist. Encamnameya konferansê bi sernavê “Em ê aştî û civaka demokratîl bi zarokan re ava bikin” hate eşkerekirin.

Encamnameya konferansê wiha ye:

“Konferansa me bi beşdariya gelê me, rêxistinên civaka sivîl ên ku bi salan e bi zarokan re dixebitin, nûnerên partiyên siyasî, û hilbijartiyên ku di parlamentoyê û rêveberiyên herêmî de di qada zarokan de polîtîka çêdikin, pêk hat.

Konferans, piştî ‘Bangewaziya Aştî û Civaka Demokratîk’ a ku birêz Ocalan di 27ê Sibatê de kir, ji bo nîqaşkirina rêyên tevlêbûna zarokan di zemîna diyalog û çareseriyê de, diyarkirina amûrên avakirina polîtîkayên zarokan û girtina ezmûn û hewcedariyên zarokan wekî navend hate lidarxistin. Di konferansê de, tundkariya pir alî ya ku zarok di warên siyasî, civakî, aborî û zayendî de di pêvajoyên nakokiyan yên 50 salên dawî yên li herêma me de rû bi rû mane, bi berfirehî hate nîqaşkirin. Li ser bingeha taybetmendiya nakokiyên heyî, nîqaş li ser ezmûnên welatên ku pêvajoyên bi vî rengî jiyane hatin meşandin. Van nîqaşan, ji bo zarokan, nexşerêya demên pêşerojê bi awayekî girîng diyar kir. Konferansa me deriyê derfetên avakirina aştiyê û civaka demokratîk bi zarokan re vekir.

Biryarên di konferansê de hatine girtin

Konferansê, der barê avakirina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ev xalên li ser zarokan derxistin holê;

* Divê zarok di pêvajoyên çareseriya pevçûnan de wekî aktorên civakî û siyasî bên qebûlkirin; bîra kolektîf, ezmûn û hewcedariyên zarokan divê bibin parçeyek avakirina aştiyê û civaka demokratîk.

* Aştî û civaka demokratîk bêyî ku li gorî perspektîfa Rêya Sêyemîn îrade, deng û hewcedariyên zarokan esas bên girtin, nayê avakirin. Divê zarok, gel û saziyên ku di qada zarokan de dixebitin, bi awayekî çalak beşdarî pêvajoyên diyalog û nîqaşê bibin; rêbazên bi hev re fikirîn û çalakî bên pêşxistin.

* Bi vekirina qadên ewle û pêşxistina mekanîzmayên guncav, divê beşdariya zarokan di pêvajoyên aştiyê de bê mîsogerkirin, derfetên axaftinê ji wan re bên peydakirin û rêbazên gihandina daxwazên wan bi destê biryarderan bên afirandin.

* Divê li ser xeta perspektîfa zarokatiyê li şer û pevçûnên pêncî salên dawî were nihêrtin, ezmûnên tundkariyê yên piralî yên ku zarok pê re rû bi rû mane bên tomarkirin. Binpêkirinên mafê jiyanê, tundî, asîmîlasyon, koçberkirina bi zorê, şixulandina bi zorê û xizanîkirin wekî sûc bên belgekirin.

* Ji rastiya ku piştî bêdengkirina çekan jî bandora şer di hişê zarokan de didome, divê bîrên zarokan û salên zarokatiyê yên der barê şer û pevçûnê de bên naskirin û xebatên berfireh bên kirin. Divê daxwazên zarokên ku bûne şahidê şer û pevçûnê û malbatên ku windahî jiyane, esas bên girtin.

* Pevçûnên ku qewimîne, hemû zarokên welat kirine armanca tundkariyê. Di şexsê Uğur Kaymaz, Mehmet Uytun, Enes Ata, Nîhat Kazanhan, Berkin Elvan, Ceylan Önkol, Eren Bülbûl û Rozerîn Çukur de, divê rastiyên der barê binpêkirinên mafê jiyanê yên hemû zarokên “ji aliyê dewletê ve hatine kuştin” bên ronîkirin.

* Polîtîkaya bêcezakirinê di pêvajoyên pevçûnê yên dirêj de normalîze bûye. Ji ber vê mekanîzmayê rastî tê înkar kirin û faîl bê ceza dimînin. Ji bo bidawîbûna vê yekê, ji bo ku zarok bi edaleta rasteqîn bibînin avakirina hêviya kolektîf, misogerkirina edaleta çaksazî û civakîbûna aştiyê pêwîst e.

* Hêza bêîmkaniya edaleta cezadarkirinê ya ku bi salan li welat didome, çiqasî xurt be, lêgerîna edaletê ya xizmên windayan jî ew qas xurt e. Hêviya xizmên wendayan ji edaleta çaksazî ew e ku windahî dubare nebin, dewlet ji nêzîkên windayan lêborînê bixwaze û dosyeyên ku bi demê re qediyane ji nû ve bên vekirin û faîl bên darizandin.

* Ji bo avakirina hêviyên nû ên di derbarê cîhaneke adil a ku di hişmendiya zarokan de di nav pêvajoyên şer û pevçûnan de wêran bûye, divê îrade, nasname û baweriyên wan; bi giştî hebûna wan bê qebûlkirin û îmkan bê dayîn ku ew bi zimanê xwe yê zikmakî xwe îfade bikin. Ji ber vê yekê, perwerdeya bi zimanê zikmakî bi mîsogerkirina qanûnî ji bo aştiyê û civaka demokratîk pêwîst e.

Mufredata Aştiyê

* Ji ber ku aştiyê ne tenê çaksazî lê di heman demê de berpirsyariya hevpar û pêvajoya ji nû ve avakirinê ye, divê ji bo ku pêvajoyên şer û nakokiyan li tevahiya welat neyên veguhestin bo paşerojê û nifşên dahatû, mufredateke aştiyê bê çêkirin.

* Windahî, şîn û trawmayên civakî, bi têkoşîna kolektîf a li ser daxwaza edaletê û bi xurtkirina bîra civakî dikare bê çareserkirin. Ji ber vê yekê, divê hemû astengiyên li pêşiya rêxistinbûna aştiyê û civaka demokratîk bên rakirin û di navbera aliyên nakok û kesên ku ji vê pêvajoyê bandor bûne de qadên diyalog û xebatên çalak bên afirandin.

* Wekî Komîsyona Zarokan a Partiya DEM’ê, me konferansa xwe ne tenê bi berpirsyariya deyn û berpirsyariya li hemberî zarokên ku bi salan bi tundkariyên pir alî re rû bi rû mane û têkoşîna aştiyê ya gelê me, lê herwiha bi hişmendî û berpirsyariya ku zemîna diyalog û çareseriyê ya li welatê me dê ji bo aştiya Rojhilata Navîn û cîhanê bibe alîkar, pêk anî.

Nexşerêya komîsyonê

Li ser vê bingehê, di encama konferansê de nexşerêya komîsyona me ya ji bo dema bê wiha derketiye holê;

* Ji bo derxistina holê ka zarok bi çi awayî ji şer û pevçûnên demdirêj bandor bûne û ji bo diyarkirina rêyên beşdariya wan di pêvajoyên çareseriya nakokiyan de, li Stenbolê organîzekirina konferansekê.

* Ji bo aşkerakirina sûcên ku di 50 salên dawî de li hemberî zarokan hatine kirin, wek binpêkirinên mafê jiyanê, tundkarî, asîmîlasyon, koçberkirina bi zorê, karkirina bi zorê û xizanîkirin, bi tevlêbûna saziyên ku bi zarokan re dixebitin, ji aliyê komîsyona me ve ‘Komîsyona Rastiyê û Nakokiya Zarokan’ wê bê avakirin û xebatên vê komîsyonê divê ji komîsyona ku wê li TBMM’ê bê avakirin re bibe alîkar.

* Ji bo avakirina sîstema edaleta zarokan di avakirina aştiyê û civaka demokratîk de, bi tevlêbûna rêxistinên civaka sivîl ên ku bi zarokan re dixebitin divê ‘Komîsyona Pergala Edaletê a Zarokan’ bê avakirin û ji bo vê armancê di meha Îlonê de atolyeyek bê organîzekirin û xebatên vê komîsyonê divê ji xebatên zagona demokratîk re bibe alîkar.

* Ji bo lêkolîna ezmûnên welatên ku pêvajoyên çareseriya jiyane, bi tevlêbûna rêxistinên civaka sivîl ên ku bi zarokan re dixebitin divê ‘Komîsyona Zarokên di nava Çareseriya Pevçûnan de’ bê avakirin.

Em, li hemberî polîtîkayên xizanî, bêparî, koçberkirina bi zorê, şixulandina bi zorê, asîmîlasyon û bêcezakirinê yên ku zarok di pêvajoyên şer û nakokiyan de pê re rû bi rû mane, ji bo avakirina aştiyê û civaka demokratîk amade ne ku berpirsyariyê bigirin ser xwe. Em dizanin ku ‘ger ronahî hebe, cihê zarokatiyê diyar e…’ Hêviya me ew e ku roniya aştiyê ya ku tê vêxistin, bi zarokan re bibe sedema avakirina civakeke demokratîk û azad.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

Sezaî Temellî bertek nîşanî qedexekirina çapemeniya Kurd da

2 TÎRMEH 2026
Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

2 TÎRMEH 2026
Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

2 TÎRMEH 2026
Doza Ayşe Tokyaz hat taloqkirin

Doza Ayşe Tokyaz hat taloqkirin

2 TÎRMEH 2026
Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

2 TÎRMEH 2026
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe

KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

2 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (38)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne