• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

MKG: Di hezîranê de 7 rojnameger hatin binçavkirin

Navenda Nûçeyan /AW

6 TÎRMEH 2025 - 11:24
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
MKGê, rapora binpêkirina mafên rojnamegerên jin a hezîranê parve kir. Li gorî raporê di Hezîranê de 7 rojnameger hatin binçavkirin û 2 jî hatin girtin.

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), rapora binpêkirina mafên rojnamegeran a hezîranê aşkera kir. MKGê di raporê de aşkere kir ku di hezîranê de jî binpêkirinên li dijî rojnamegerên jin berdewam kirin. Di beşa nirxandinê de hate gotin ku xebatên rojnamegeriyê tên krîmînalîzekirin û zext lê tê kirin.

Gef li Rojnameger Zeynep Dûrgut xwarin

MKGê di raporê de destnîşan kir ku di vê mehê de gelek rojnameger hatin binçavkirin, girtin û bi ser malên wan de hate girtin û ev agahî parve kir: “Yek ji bûyerên berbiçav ên vê mehê gefa ku nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Zeynep Durgut ji ber raporek dosyayê ku wê çêkiriye lê hatiye xwarin e. Zeynep Durgut ji ber dosyayek sûc a ku di sala 2013’an de hatiye kirin û wê piştî salan kiriye nûçe, ji aliyê kesên ku di raporê de navê wan hatiye dayîn ve gef lê hat xwarin û vê rewşê careke din xetereyên ewlehiyê yên ku rojnamevan dema ku mafê xwe yê ragihandina nûçeyan bikar tînin, pê re rû bi rû dimînin aşkera kiriye. Zêdebûna gef û zextên li ser rojnamevanan nahêle ku ew bi ewlehî pîşeya xwe bikin û rasterast bandorê li mafê raya giştî yê wergirtina nûçeyan dike.”

‘Azadiya ramanê binpê dikin’

MKGê di domdariya raporê de ev agahî lê zêde kir: “Di binpêkirinên azadiya raman û derbirînê de, dozên li dijî rojnamevanan hatine vekirin, cezayên girtîgehê yên hatine dayîn û darizandinên berdewam nîşan didin ku daraz rojnamegeriyê wekî amûrek zextê bikar tîne. Rastiya ku nûçe û nivîsên medyaya civakî, ku divê di çarçoveya azadiya çapemeniyê de werin nirxandin, wekî hêmanên sûc têne hesibandin û dibin mijara dozê, nîşan dide ku azadiya derbirînê bi awayekî sîstematîk tê binpêkirin. Di warê mafên aborî û civakî de, jikarderxistina rojnamevanên ku di VOA Kurdî de dixebitîn careke din bandora karên ne ewle ya di sektorê de ya li ser rojnamevanan nîşan dide.

Wekî MKG, tekezkirina ku daneyên di raporê de ‘mîna herî kêm temsîl dikin’ jî asta binpêkirinên nedîtî tîne bîra me û pêwîstiya parastina mafên bingehîn ên rojnamevanan, bi taybetî ewlehiya wan, azadiya derbirînê û mafê xebatê, aşkera dike. Bidawîanîna astengiyên li pêşiya mafê rojnamevanan ê ragihandina nûçeyan, bidawîanîna siyaseta bêcezatiyê, lêpirsîna binpêkirinên mafan a bi awayekî aşkera di nav şertên civakek demokratîk de ne.

Ji bilî destwerdana fizîkî û gefên ku rojnamevan dema nûçeyan dişopînin li wan tên xwarin, tê dîtin ku polîtîkayên çavtirsandinê bi girtin û darizandinê berdewam dikin. Em banga xwe ji hemî sazî û civakê re dubare dikin ku dawî li binpêkirinên azadiya çapemenî û îfadeyê bînin, mafên rojnamevanan biparêzin û li dijî siyaseta bêcezatiyê têkoşînek bi bandor bidin.”

Binpêkirin didomin

MKGê cih da van binpêkirinan: “Êriş li dijî 2 rojnameger û dezgehên weşanê hate kirin, bi ser mala 3 rojnamegeran de hate girtin û 7 rojnameger hatin binçavkirin, 2 rojnameger hatin girtin, 2 rojnameger rastî miameleya nebaş hatin, gef li 3 rojnamegeran hate xwarin, şopandina nûçeyan a 2 rojnamegeran hate astengkirin, der heqê 2 rojnamegeran de lêpirsîn hate vekirin û 2 sal û mehek cezayê hefsê li rojnamegerekê hate birîn, 10 dozên der heqê 11 rojnamegeran de hatine vekirin didomin, 7 rojnameger girtî ne, karê rojnamegerekê hate bidawîkirin û qerta rojnamegeriyê ya rojnamegerekê jî hate betalkirin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

21 TEBAX 2026
Li Amedê ji bo 49 cangoriyan şîn hat danîn

Li Amedê ji bo 49 cangoriyan şîn hat danîn

21 TEBAX 2026
‘Jin bi serxwebûna aborî dikare li dijî tundiyê bisekine’

‘Jin bi serxwebûna aborî dikare li dijî tundiyê bisekine’

21 TEBAX 2026
ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

21 TEBAX 2026
Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

20 TEBAX 2026
DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

20 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Neparastina nirxên civakî rizîbûna civakî bi xwe re tîne’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne