• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kî xwezaya Şirnexê talan dike? 

Nedîm Oruç / AW

6 TÎRMEH 2025 - 08:51
Kategorî: EKOLOJÎ, MANŞET, ROJANE
A A
Şirnex– Li Şirnexê bi destê dewlet, cerdevan û gundiyan 5 sal in daristan tên birîn û xweza tê talankirin. Çavkanî destnîşan dikin ku li kîjan herêmê bi destê kîjan AKPî, sercerdevan, karmend û gundiyan xweza tê talankirin.

Li Kurdistanê û bi taybetî jî li Şirnexê ji sala 2020î ve bi hinceta ewlehiyê ji aliyê dewlet, cerdevan û gundiyan ve xweza tê talankirin, daristan tên birîn. Her çiqas destpêka birîna daristanan bi hinceta ewlehiyê be jî niha ev talan bûye bazirganî û dîsa AKPî, dewlet, cerdevan û gundî vê bazirganiya talanker li ser xwezaya Şirnexê pêk tînin.

Di vê nûçeya xwe de em ê eşkere bikin ku li kîjan herêmê bi destê kîjan AKPî, sercerdevan, karmend û gundiyan xweza tê talankirin. Talankirina xwezayê ango bi hinceta derxistina petrol, lînyît, hêsin, çînko û hwd. çawa destpêkir? Divê destpêkê mirov li ser vê mijarê raweste. Kesên derdor û endamên AKPê bi armanca xwe bêtir dewlemend bikin, ji bo hemû madenên binerd yên Şirnexê serlêdan kirin. Dewletê jî bêyî ku pêşeroja xwezaya gelê Botanê bifikire destûra lêgerîna madenên binerd dan van kesan. Ev kesên ku ji bo hemû madenên binerd destûr wergirtin, di bin parastina cerdevan û leşkeran de dest bi talanê kirin.

Ji van kesan yek Suleyman Bolunmez e. Suleyman Bolunmezê ji Mêrdînê endamê AKPê ye û keça wî parlementera berê ya AKPê ye. Yek jî Abdulkerîm Ozdemîr e ku berê sercerdevan bû. Niha jî têkiliyên wî bi AKPê re xurtin. Kesek din jî Serokê Odeya pîşesazî û Bazirganiyê ya Şirnexê Osman Gelîş e û yek jî Kurê Mehmet Emîn Acar e ku yek ji dewlemendên Şirnexê ye.

Van kesan madenên binerd yên Çiyayê Cûdî li xwe parve kirine û her yek herêmeke Çiyayê Cûdî talan dike. Suleyman Bolunmez herêma gundê Cifane, herêma Geliyê Hirça ya gundê Gilindor, herêma Tirba Pîrozê ya gundê Dehlê, herêmên Zêrevan, Gera Hacîlokê û Tîker yên Gundikê Remo kirine bin kontrola xwe de. Li gel ku Suleyman Bolunmez bi xwe ji vir komirê dernexwe jî kesên di bin kontrola wî de ne û şêniyên van gundan e, vî karî dikin û feydeyê Bolunmez jêre dişînin.

Abdûlkerîm Ozdemîr ê berê sercerdevan bû ku bi gotina xwe ya ‘Ger mal û milkê min hemû biçe jî ez dixwazim li Cûdî mizgeftekî çêbikim’ navdar e. Herêma Deriyê cebraîl, gundê Hesana, gundê Girê Çolya, gundê Bêşêrê û bajaroka Bêspin kirine bin kontrola xwe.

Abdulkerîm Ozdemîr bi daxwaza mizgeftekê li Herêma Sefînê ya Çiyayê Cûdî ku keştiya Hz. Nûh li ser rûniştiye erdê cihek pîroz tê dîtin çêbike serî li rayedarên dewletê dabû. Abdulkerîm Ozdemîrê ku ev daxwaz kiriye ji Herêma Sefînê 500 mîtro dûrtir qana komirê ya Deriyê Cebraîl vekiriye û Çiyayê Cûdî talan dike. Bi hinceta veşartina vê talanê dixwaze mizgeftê çêbike.

Her wiha herêma Keşkê Mendê ya gundê Nêvava dîsa di bin kontrola Abdulkerîm Ozdemîr û yek ji dewlemendên Şirnex Yahya Acar e.

Dîsa herêma Divin û kanên komirê yên li derdora gundên Nerex û Kiron, Geliyê Siyar, Avga Zîrê û Herêma qanên Berdînê di bin kotrola Veysî Bayar, Halît Olcay û Kamîl Sûnar,Înal Îbren, Ridvan Barinç, Necmedîn Gokalp, Suleyman Seyrek, Hafzullah Tatar, Metîn Îlçî de ne.

Vaye bi salan e di navbera Şirmex û Wanê de rêyek tê vekirin û hêj vekirina rê berdewam dike. Hin kesan ji bo talankirina xwezaya navnera Wan û Şirnexê de destûra madenên binerd stendinê û bi vekirina vê riyê dê talankirina herêmên weka Mêrg û Marê, Besta Mêremê, Çiyayê Herekolê, Girê Mizgefta, Besta Hincê ypîên gundên Romaran, Sergê Mehemê Osê, Cînîwer, Bolûze, Ayvan û Behra Hincê destpê bike.

 

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

6 COTMEH 2026
Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

6 COTMEH 2026
Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

6 COTMEH 2026
DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

6 COTMEH 2026
Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

6 COTMEH 2026
Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

6 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne