• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Akin Birdal: Ji bo aştiyê divê deriyên Îmraliyê vekin

Mahmût Altintaş / AW

16 KANÛN 2024 - 08:13
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Şirnex – Serokê Rumetê yê ÎHDê Akin Birdal ku yek jî ji kesên ji bo aştîyê îmza dabû, diyar kir ku ji bo pirsgirêka Kurd bê çareserkirin û aştî pêk were divê demildest deriyên Îmraliyê vêbin û bi Abdullah Ocalan re dîyalogê pêş bixin.

Li Kurdistan û Tirkiyeyê nîqaşên çareseriya pirsgirêka Kurd berdewam dikin. Desthilata AKP-MHPê ku ji aliyekî ve qala çareseriyê dike ji aliyê din ve jî polîtikayên tecrîd û şer berdewam dike. Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ku di bin şert û mercên giran ên tecridê de li Girava Îmraliyê ragirtiye di 23ê Cotmehê de bi biraziyê xwe parlameterê DEM Partiyê Omer Ocalan re li Girava Îmraliyê hevdîtin kir. Abdullah Ocalan di hevdîtinê de got “Tecrîd didome û heke şert û merc bên amadekirin ez xwedî hezim ku pirsgirêkê ji zemîna şer derbasî zemina hiqûq û siyasetê bikim”. Lê piştî vê hevdîtin disa hat qutkirin. Tecrîd dîsa didome û şer didome. Rêwşenbîr û nivîskaran jî li Stenbolê ji bo pirsgirêka Kurd bi awayekî demokratik bê çareserkirin û aştiyek pêk bê, daxuyanî dan û îmze kom kirin. Yek ji kesên metna aştiyê îmze kir jî Serokê Rûmetê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Akin Birdal e. Akin Birdal tekildarî pêvajoya li Tirkiyeyê û Kurdistanê ji Ajansa Welat re axivî.

‘Tecrîd israra neçareserkirina pirsgirêka Kurd e’

Akin Birdal bi lêv kir ku ji ber ku Tirkiyeyê demokrasî tuneye her tiştê neyînî pêkan e. Akin Birdal balkişand ser destdirêjkirina Serokê MHPê Devlet Bahçelî ya 1ê Cotmehê û got: ” 2 roj şûnde 9 sal û 6 meh cezayê Hevşeredarê berê yê Amedê Selçûk Mizrakli êre kirin. Li aliyekî dest tê dirêjkirin, li aliyê din vîna gel tê desteserkirin. Ew îrade îradeya aştiyê ye. Vîna demokrasiyê ye. Piştre jî ji bo Rêberê PKKê Abdullah Ocalan were meclîsê bang kirin. Piştî vê daxuyaniyê tecrîda ku 44 meh dom dikir, parlamenterê Rihayê Omer Ocalan çû Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Lê çi qewimî? Roja din jî 3 meh cezayê dîsîplînê dan birêz Ocalan. Ne tenê ew. Çend roj şûnde 6 meh cezayê dîsîplînê lê birîn. Niha heke hûn bangeke wiha bikin, ev yek pir girîng e. Tecrîd israra neçareserkirina pirsgirêka Kurd e. Vekirina deriyê tecrîdê li demokrasî û aştiyê wê hêviyên civakê pêk bîne. Ew ê ne tenê ji bo daxwazên mafparêz, aştîxwaz û gelê Kurd e. Di heman demê de ji bo pirsgirêkên kar, nan û birçîbûna mirovên ku xwe ji vana dûr xistine jî çareseriyekê tîne. Ji ber ku li welatekî demokrasî hebe aştî heye, demokrasî hebe edalet heye. Heke edalet hebe xwarin û nan jî heye. Di vê çarçoveyê de pir girîng e.”

‘Banga aştiyê bikin civakî û li her qadê belav bikin’

Akin Birdal bi bîr xist ku di salên 2013 û 2015an de pêvajoya çareseriyê ji bo hemû civakê bibû hevî û wan jî weke rewşênbîr û nivîskar dîsa pêvajoyeke çareseriyê dest pê bike îmza berhevkirine. Akin Birdal destnîşan kir ku di vê çerçoveyê de ew ê xebatên xwe yên ji bo aştî pêk were bidomînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wê demê kelecanek ava kir. Mase hat danîn, diyalog û muzakere, ku em hemû girîngiyeke mezin didinê pêk hat. Lê piştrê çi qewimî? Ew pêvajo qut bû. Şaxa me ya ÎHDa Amedê rapora binpêkirina mafên mirovan a 9 salan di van 9 salên 2015-2024an de weşand. Çend kesan jiyana xwe ji dest dan, çend kes birîndar bûn, çend kes ji azadiya xwe bêpar man? Rapora Mafên Mirovan weşand. Lê dibe ku ev tişt neqewibûna. Salên 2013-2015an hinekî girtî bû. Li gorî min divê ev pêvajo vekirî û civakî bû na. Di vê çarçoveyê de di nava rewşenbîr, nivîskar, rojnameger û parêzvanên mafên Tirkiyeyê yên ku li Stenbolê hatin cem hev û ev bang kirin. Dibe ku di nava me de nakokî hebin. Lê tiştek heye ku me hevpar dike; Hesreta aştiyê, hesreta edaletê, hesreta demokrasiyê û hesreta jiyana bi hev re wekhev û azad heye. Em ê li parêzgehan pêşniyarên vê peyamê çêbikin, banga aştiyê bikin civakî û li her qadê belav bikin.”

‘Divê deriyên Îmraliyê bê vêkirin’

Di berdewama axaftina xwe de Akin Birdal anî ziman ku ji bo pêvajoyeke çareseriyê bê destpêkirin divê deriyên Îmraliyê bên vêkirin û wiha pê dê çû: “Beriya her tiştî divê deriyê Îmraliyê bê vekirin û Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re dîyalogek pêk were. Peyama ku Abdullah Ocalan herî dawî bi rêya Omer Ocalan da pir girîng bû. Wî got ku ew ê zemîna şer bîne ser zemîna hiqûq û siyasetê û ew di warê teorîk û pratîkî de jî xwedî hez e ku pirsgirêkê çareser bike. Wê demê divê ev derfet bê naskirin û dayîn. Ya duyemîn jî, divê hemû qedexeyên li dijî azadiya raman û derbirînê, bi taybetî yasaya li dijî terorê bên rakirin. Ji ber ku heke em ê îro û paşerojê ava bikin, divê em paşerojê bipirsin. Û divê em karibin bêxem û tirs binivîsin û biaxivin. Dema ku raya giştî mafê çapemenî û ragihandina azad bi kar tîne hûn rastî çi pirsgirêk û zextan tên? Divê ev bêtirs û fikar bên nivîsandin û gotin. Sêyem; Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan. Yanî efûyeke giştî bêcudahî, ji xeynî kesên sûcê mirovahiyê kirine, ji bo aştiya civakî pir girîng e û her roj bibe roja mafên mirovan, her roj bibe roja aştiyê . Ji bo ku em vê hesreta xwe bi dest bixin û divê her roj ji bo aştiyê xebat bêne kirin. Aştî ne pêdivî ye. Mecbûrî ye. Divê em hemû bi hev re nexşerêyekê çêkin û bizanibin ku em ê îro û sibê çi bikin, wê bi civakî bikin. Binêrin, karkerên Palonezê 152 roj in li ber xwe didin û dest bi greva birçîbûnê kirine. Pirsgirêka van karker û kedkar û kedkarên din ên hemû bi aştî, demokrasiyê ve girêdayî ne. Ji ber vê yekê ez ji vir banga wekheviyê li çîna karkerên Tirkiyeyê dikim ku tevlî vê banga aştî, civakîbûna aştiyê û çareseriya demokratîk, aştiyane ya pirsgirêka Kurd bibin. Bila hêza xwe ya ji hilberînê li vê pêvajoyê zêde bikin.”

‘Şer, ax av û hemû jiyanê dikuje’

Akin Birdal diyar kir ku şer tunekirina hemû zindîvaran e û axaftina xwe wiha domand: “Di têkoşîna mafan de referansa me belge û peymanên navneteweyî ne. 2emîn Konferansa Mafên Mirovan a Cîhanê di sala 1993an de li Viyanayê hat lidarxistin. Xala 8emîn a deklerasyona ku di encama vê konferansê de hat weşandin, gelekî girîng e. Aboriyê bi demokrasiyê re girê dide. Bê demokrasiye kar û nan tune ye. Binêrin li Rojhilata Navîn çi diqewime, li Xezeyê û dîsa li Lubnanê heman rewş Li Sûriyê em li bendê ne ku li deriyê me bixin. Şer av, ax û hemû zindiyan, ziman, nasname, çand û hêviyê dikuje. Ji ber vê jî gotina “aştî jiyan e, şer dikuje” dirûşmeya parêzvanên mafên mirovan a vê hefteyê ye. Em li her qadê aştiyê biparêzin.”

‘Divê hemû partî li dijî tecride rabin’

Akin Birdal di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ji bo aştî pêk were tecrîd bê rakirin hemû pêkhate û partiyên siyasî yên Tirkiyeyê rabin ser pêyan û wiha bi dawî kir: “10 partî beyî ku li Meclisê koma wan hebe li dijî qeyûm derketin. Koma partiyên siyasî ku li dijî politikaya qeyûm û ji bo demokrasiyê tên cem hev; dvê li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan jî werin cem hev û têxin rojeva meclîsê. Divê ji bo vê qanûn demildest bê sazkirin. Ji ber ku tecrîd li dijî hiqûqe ye, sûc e. Ez li vir bang li hemû partiyan dikim ku ev sal bibe sala ku tecrîd bi dawî bû ye, aştî û edalet pêkhatiyê ye.”

Etîket: Abdullah OcalanAkin BîrdalaştîÎHDÎmralîOmer Ocalan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026

Edalet tune be aştî jî pêş nakeve

26 ÎLON 2026
Ergîn Atabey: Duh zû bû, sibê dereng e, niha dema wê ye!

Ergîn Atabey: Duh zû bû, sibê dereng e, niha dema wê ye!

24 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne