• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

DEM Partî konferansa ‘Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok’ li dar xist

Amed / AW

29 HEZÎRAN 2025 - 17:03
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
DEM Partî li Amedê konferansa “Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok” li dar xist. Parlamenter Bêrîtan Guneş Altin wiha axivî: “Hezkirin û rêzên xwe pêşkeşî birêz Abdullah Ocalan dikin ku bûye çavkaniya vê konferansa me.” 

Komîsyona Zarokan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), di çarçoveya pêvajoya bi boneya çareseriya pirsgirêka kurd de li Navenda Kongreyan a Çand Amedê konferansa “Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok” li dar xist. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucdak, hevşaredarên navçeyan, malbatên Cemîle Çagirga û Rozerîn Çukurê ku di dema qedexeyên derketina kolanan de hatibû qetilkirin û malbata Mehmet Ûytûn ê 18 mehî ku di sala 2009’an de li Cizîrê bi fîşeka gazê ya polîsan hatibû qetilkirin jî tev li bûn.

Hevberdevkê Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê Mazlum Dogan ji ewil axivî û got ku ew di pêvajoya nû de di ferqa berpirsyartiya xwe de ne û got: “Divê em bi hev re vê pêvajoyê civakî bikin. Ji bo zarok azad û biewle bijîn em ê bi zarokan re bixebitin.”

Hevşaredar Serra Bucak jî beşdar silav kir û bal kişand ser girîngiya xebatên têkildarî mafên zarokan tên kirin.

Hevberdevka Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê Bêrîtan Guneş Altin jî wiha got: “Em silav, hezkirin û rêzên xwe pêşkeşî birêz Abdullah Ocalan dikin ku bûye çavkaniya vê konferansa me. Em li xakeke dorpêçkirî dijîn. Gelo heke şer nebûya dê bûya? Dibe ku Cemîleyê guleya hewanê nas nekira, Ugur bi guleyan nehata qetilkirin, Mehmet bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest nedabûya. Veysel dê bi bombeya li dijî mitîngê jiyana xwe ji dest neda. Vaye di vê tabloya şer a vê sedsalê de her roj jiyana zarokan nîvco dimîne. Em jî ji bo ev rû nedin, hewl didin li ser têkoşîna aştiyê û xurtkirina civaka demokratîk biaxivin.”

 

Piştî axaftinan, rûniştina yekemîn a bi sernavê “Şahidiya di dema şer û pevçûnan de” dest pê kir. Moderatoriya wê parêzerê Şaxa ÎHD’a Amedê Cîhan Kaya kir. Dayika Rozerîn Çukurê Fahriye û bavê wê Mûstafa Çukur, ji Navenda Hafizeyê Derya Bozarslan û aktîvîsta mafên zarokan Gozde Engîn axêver bûn.

Ji ewil Fahriye Çukur axivî û wiha got: “Rozerîn hêj 17 salî bû. Min ew serê sibehê ji bo dibistanê amade kir û şand. Keça min bi yek guleyê hate qetilkirin. Em dayikên wan êşan e. Ez bangî hemû dayikan û gelê me dikim; em dilê xwe bikin yek, li pey zarokên xwe bin. Em daxwaza aştiyê bikin. Heke aştî li ser milên me be, em ji bo gavê biavêjin amade ne. Lê gelo dê aliyê din jî gavan biavêje? Tevî her tiştekî hêviya min heye. Em tevek dê bi hev re vî agirî vemirînin. Zarokên me li kolana lê mezin bûbûn hatin qetilkirin. Di destê wan de çek tune bûn. Tevî vê jî em aştiyê dixwazin. Em, ber bi aştiyê ve gav biavêjin. Em ji zarok û neviyên xwe re dinyayeke xweşik bihêlin û ji wan re dinyayeke xweşik ava bikn. Xwendin û nivîsandina min tune ye, li pêşiya min metnek tune ye. Metna min, di dilê min de ye.”

Piştî axaftina Fahriye Çukur beşdar rabûn ser pêyan û li çepikan xistin.

Bav Mûstafa Çukur jî têkoşîna edaletê û bêhiqûqtiyên piştî qetilkirina Rozerînê jiyayîn vegot. Di vê navberê de Çukur hestiyar bû û bi zehmetî axivî. Çukur, wiha domand: “Pêvajoya wergirtina cenazeyê Rozerînê domiya. Çê çawa domiya? Malbatên li wir dijîn dizanin. Ji ber gotina xwe ya ‘Heke gotineke were avêtin hebe, ev bi birêz Abdullah Ocalan dikare were avêtin.’ hatim darizandin. Min got; ‘Rojek dê were hûn jî dê bên ser xebera min.’ Roja min behs dikir hat. Birêz Devlet Bahçelî gavekî girîng avêt. Bi banga birêz Ocalan re jî çek hatin danîn. Lê hêj jî dewletê gav neavêtiye. Balafir radibin, mirov dimirin, girtin hene. Girtiyên nexweş hene. Qet nebe ji wir dest pê bikin. Pêvajoyên diyalogê bi malbatan re dibe. Bi malbatên her du aliyan dibe.”

Ji Navenda Hafizeyê Derya Bozarslan jî têkildarî Navenda Hafizeyê agahî da. Piştre jî diyar kir ku di pêvajoyên şer de wan şahidiya neheqî û binpêkirinên li dijî zarokan kirine. Derya Bozarslan, xebatên li dijî vê rewşê vegot û zarokên ji ber teqîna mayinan, wesayîtên zirxî, êrişên bombeyî û çekdarî jiyana xwe ji dest dayin bi bîr xist. Derya Bozarslan, wiha domand: “Derdê me yê sereke pirsîna lêgerîna edaletê ya malbatan e. Mijara necezakirinê mijareke cuda ye. Hema hema hemû malbat li ser cezakirina faîlan disekinin. Necezakirin çiqas xurt be, lêgerîna edaletê jî ewqas xurt dibe. Têkoşîneke xurt a malbatan heye.”

Herî dawî jî parêzer Gozde Engîn axivî û der heqê binpêkirinên piştî pêvajoya 2013-2015’an û xebatên wan kirine vegot. Gozde Engîn, got: “Divê em aştiyê civakî bikin da ku paşvegav neyên avêtin. Divê her kes bi vê berpirsyartiyê tevbigere.”

Rûniştina yekemîn, bi nêrîn û pêşniyarên beşdaran bi dawî bû.

Konferans, bi rûniştina duyemîn a konferansê ya bi sernavê “Bandora şer û pevçûnan a li ser zarokan” domiya.

Etîket: AmedDEM PartîKonferanszarok
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

3 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

30 ÎLON 2026
Weşanxaneye Moriyê ji bo zarokan seta pêşdibistanê amade kir

Weşanxaneye Moriyê ji bo zarokan seta pêşdibistanê amade kir

30 ÎLON 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

25 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne