• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Nobeta li ser sînorê Qamişloyê didome

Navenda Nûçeyan / AW

15 KANÛN 2024 - 16:55
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê hatiye destpêkirin di roja 3yemîn de bi dirûşmên berxwedanê didome.

Dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter ANS êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin. Li dijî van êrişan, li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê çalakiya nobetê hatibû destpêkirin û nobet di roja 3yemîn de didome. Ji serê sibehê ve bi sedan kesan berê xwe dan qada nobetê. Girseya ku endamên Dayikên Aştiyê, xizmên girtiyan, siyasetmedar û welatî di nav de bi dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bedengî mirin e, berxwedana jiyan e”, “Xelkê Rojava bi tenê nîne” û “Jin, jiyan, azadî” çalakiya xwe domandin.

Piraniya çalakvanan jî jin û ciwan bûn û bi yekdengî stranên berxwedanê striyan.

Ji çalakvanan Dayika Aştiyê Gurbet Tekîn di çalakiyê de wiha got: “Divê dewlet êdî çav û guhên xwe vekin û ji vê zilma ser gelê kurd tê kirin re bibêjin bes e. Her roj jin, zarok û ciwan tên qetilkirin. Em dixwazin ev şer êdî xelas bibe. Em dixwazin aştî bê Kurdistan û dinyayê. Sedema tevahiya pirsgirêkan, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Hunermend, zanyar, pêşengên civakê divê berpirsyartiya xwe bi cih bînin. Bi azadiya Ocalan re ev şer dikare bi dawî bibe. Heta em encamekê bi dest dixin dê nobeta me bidome.”

Çalakgeran li cihê nobetê daxuyanî dan. Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen di daxuyaniyê de axivî û got: “Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi komkujî û şerekî “bêexlaq” re rû bi rû ye. Ev şer, 13 sal in tê domandin. Herî dawî rejîma Baasê hilweşiya. Gelê Kurd li Rojava bi alîkariya dewleta tirk tê qetilkirin. Heke daxwaza wan a aştiyeke mayinde hebe, bila bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Em ne alîgirên şer in. Em dixwazin ev şer bi dawî bibe. Em bi gelê Rojava re ne. Dê sedsala 21’emîn bibe sedsala Kurdan.”

Parlamenter George Aslan jî bal kişand ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê û wiha got: “Ji bo mirovan ji hev qut bikin ev sînor danîn lê nekarîn. Mayin çandin û bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan lê dîsa jî nekarîn. Xelkê wir ji xwe re rêveberiyek ava kir. Lê niha dixwazin wê rêveberiyê tune bikin.”

Aslan, destnîşan kir ku xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îradeya pêkvejiyanê nîşan daye û ji bo vê bedel daye. Aslan, wiha bi dawî kr: “Heke îktîdara Tirkiyeyê li dostan bigere, wê demê bila destê xwe dirêjî Kurdan bike. Kurd bihêz in, amade ne. Têkiliyên xwe yên bi Kurdan re pêş bixin. Divê helwesta hikûmetê, ji bo demokratîkbûna Sûriyeyê be. Lê di halê hazir de tiştekî wiha xuya nake.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

7 COTMEH 2026
Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

7 COTMEH 2026
Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

7 COTMEH 2026
Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

7 COTMEH 2026
Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

7 COTMEH 2026
Rojnameger Hakan Tosun hate kuştin

Cezayê muebedê li kujerên rojnameger Hakan Tosûn hate birîn

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne