• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dîroka winda di gundê Şiyê de veşartî ye

Mahmût Altintaş / AW

23 HEZÎRAN 2025 - 08:21
Kategorî: CIVAK, MANŞET, ROJANE
A A

Şirnex – Gundê Şiyê yê navçeya Qilebanê gundekî Suryaniyan e. Piştî komkujiya Sayfo pir kêm Suryanî li gund mane û ji ber koçberiya Suryaniyan xaniyên gund jî hilweşiya ne.

Suryanî yek jî netewa qedîm a Kurdistanê ye. Suryanî li gelek bajarên Kurdiustanê bi cih bû ne. Yek ji van cihan jî navçeya Qileban a Şirnexê ye. Li navçeya Qilebanê 4 gundên Suryaniyan hene. Gundê Heres, Şiyê, Qelaçan, Galêp gundên Suryaniyan in. Suryanî li her derê rastî zext, êriş û komkujiyan hatinê. Li navçeya Qilebanê jî bi heman zext û komkujiyan re rû bi rû mane. Suryanî gelek caran rastî zext û êrişên êşîrên Kurd ên herêmê hatinê. Komkujiya Sayfo ku di dîroka Suryaniyan de komkujiyeke mezin e bandoreke mezin li ser Suryaniyên navçeya Qilebanê jî kir. Komkujiya Sayfo ku di sala 1915an de di dema Osmaniyan de li dijî Suryaniyan pêk hat li navçeya Qilebanê jî gelek Suryanî ji ber hatin kuştin, koçber bûn.

Suryanî ji ber komkujî û zextan neçar man koçber bikin. Piştî koç kirin gundê wan vala bûn. Li navçeya Qilebanê berê 3 hezar Suryanî lê dijiyan. Lê niha pir kêm kes li navçeyê mane. Hemû gundên Suryaniyan ên navçeya Qilebanê vala bû ne. Piraniya welatiyên Suryanî li derveyî welat dijîn. Di demsalên havînê de car caran vedigerin gundê xwe û dîsa diçin dervê welat. Ji ber ku kes li gund najîn, xaniyên wan edî bûne kavil. Welatiyên Suryanî weke hemû welatiyên Qilebanê bi çandinî û sewalkariyê debara xwe dikirin. Niha erdê wan jî ketiyê destê welatiyên Kurd ên herême.

Gundê Şiyê

Yek jî ji gundê Suryaniyan ê navçeya Qileban gundê Şiyê ye. Gundê Şiyê hem ji aliyê avê ve hem jî aliyê dar û axê ve gundekî dewlemend e. Di nav gund re çemek derbas dibe. Gund di nav daran de winda bû ye. Berê li gund nêzî 300 Suryanî hebûn. Gundiyan bi çandinî û sewalkariyê debara xwe dikirin. Weke hemû gundên Suryaniyên navçeya Qilebanê ew jî rastî zextên eşîrên Kurdan hatin û Komkujiya Sayfo bandoreke mezin li ser vî gundî jî kiriyê. Li gor lêkolînan gelek Suryanî li gundê Şiyê hatinê qetilkirin û hinek jî neçarî koçberiyê bû ne. Di sala 1993an de jî gund tevahî vala bû ye û niha xaniyên gund jî edî bû ne kavil.

Di nav kavilan de Şopa Suryaniyan

Weke ku nivîskarê Tirk Orhan Kemal dibêje, “Her gundê ku hatiye valakirin çîroka jiyaneke windabûyî ye” çîroka Suryaniyan jî di nav kavilên xaniyan de veşarî ye. Gundê Şiyê ku di sala 1993an de bi temamî vala bûye û niha xaniyên gund jî hilweşiya ne edî bû ye gundekî weran. Erd, zevî û darên gund jî ji şeniyên gundên derdorê re ma ne. Mîmariya xaniyan weke mîmariya gundên herême bi kevir û axê hatine çêkirin. Pir kêm xanî jî bi kevir û çîmento hatinê çêkirin. Lê ji bilî malek an jî 2 malan hemû xanî hilweşiya ne. Dera gund jî hilweşiyayê. Li gor gotinan Suryaniyên gundê Şiyê jî gelek zext û tahde dîtinê. Eşîrên Kurd ên derdorê welatiyên gundê Şiyê weke xulamê xwe dîtine û karê xwe bi wan dane kirin. Gelek caran jî dest danîne ser erd û zeviyên wan. Suryaniyên ku li pişt komkujiya Sayfo pir kêm li gund mane jî ji ber zext û tahdeya eşîrên Kurd neçarî koçberiyê bû ne. Piraniya wan koçberî derveyî welat û Ewropayê kirinê. Li pişt wan jî gundekî werankirî maye û xaniyên hilweşiyane çîroka gund û çîroka Suryaniyan vedibêje.

 

Etîket: Gundê ŞiyêQilebanŞirnexsuryanî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xiristiyanên Sûriyeyê ji ber zextên Şamê şahiya cejnên xwe betal kirin

Xiristiyanên Sûriyeyê ji ber zextên Şamê şahiya cejnên xwe betal kirin

7 TEBAX 2026
Li Şirnexê agir bi daristanê ket

Li Şirnexê agir bi daristanê ket

1 TEBAX 2026
Nobeta Aştiyê didome: Aştî bi gavên hiqûqî mîsoger dibe

Nobeta Aştiyê didome: Aştî bi gavên hiqûqî mîsoger dibe

24 TÎRMEH 2026
Li Şirnexê jinek bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da

Li Şirnexê jinek bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da

21 TÎRMEH 2026
ÎHDê di nobeta vê hefteyê de ji bo xwezayê edalet xwest

ÎHDê di nobeta vê hefteyê de ji bo xwezayê edalet xwest

17 TÎRMEH 2026
Leşkerên Tirk lêgerîna ciwanê ku li ber avê çûbû asteng dikin

Leşkerên Tirk lêgerîna ciwanê ku li ber avê çûbû asteng dikin

15 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne