• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Encamnameya Konferansa Jinan hat aşkerekririn

Amed / AW

22 HEZÎRAN 2025 - 17:22
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Encamnameya 3yemîn Konferansa Platforma Yekitiya Jinên Kurd hate aşkerekirin. Di encamnameyê de hat gotin ku misyona jinê avakirina aştî û civaka demokratîk e.

Palatforma Yekîtiya Jinên Kurd 3yemîn Konferansa xwe di 21-22yê hezîrana 2025an de, bi şîara “Bi yekitiya jinê ber bi yekitiya neteweyî ve” bi tevlibûna 101 delegeyan li Odeya Bazirganî û Sanayiyê ya Amedê (DTSO) pêk anî.

Piştî axaftinê Konferans bi armanca ku rol û mîsyona jinên Kurd a di warê avakirina yekîtiya neteweyî, parastina çand û zimanê Kurdî, parastina nirxên civakî û avakirina pêvajoya aştî û civaka demokratîk binirxîne û bi îradeyeke hevpar nexşerêyeke têkoşînê diyar bike civiya.

Di konferansê de ev nirxandin hatin kirin: “Dîrok bi berxwedêriya jinê bi wate bûye; ax di destê wê de veguheriye hilberînê.  Jin, a ku dengê xwezayê bihîstiye, jiyan bi hîseke bê dawî xwedîkiriye û her aştî parastiye. Ev heqîqeta ku di bîra berxwedanê ya  jinên Kurd de veşartiye, îro bûye çirûska rêya azadiya mirovahiyê jî.

Têkiliya ku bi xwezayê re ava kiriye ne tenê ji bo domandina jiyanê ye;  di heman demê de bingeha wateyê, bereketê, çerxîbûn û hebûna kolektîf e.  Di vê gerdûna ku ax dayik e,  av jiyan e,  agir giyan e û  hewa gotin e de,  jin bûne zimanê hevpar, dengê hevpar û wijdanê hevpar yê hemûyan. Ji ber vê sedemê, jin bûye hedefa yekem a zîhniyetên serdest û pergalên tehakûmê;  ji  ber hebûn û hêza wê ya birêxistinkirina jiyana azad de bûye tirsa herî mezin a desthilatdariya nêr.

Jinên Kurd, di tevahiya dîrokê de hem li dijî kolonyalîzmê û hem jî li dijî desthilatdariya patrîyarkal têkoşiya ne;  bedena xwe, nasnameya xwe û xwezaya xwe parastine û pêşengtiya rêwîtiya azadiya gelekî kirine.

Ev konferans banga veguhêstina mîrateyeke qedîm a ji rabirduyê ber bi dahatuyê ye. Banga mezinkirina rola jinê ya di avakirina aştî û birêxistinkirina civakî de ye.

Ji ber ku em baş dizanin heta jin azad nebin civak azad nabe, heta xweza neyê parastin jiyan ava nabe û aştî beyî jinê pêk nayê.

Di pêvajoyeke ku Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin û şer û pevçûnên li ser gel, ol û baweriyan pêk tên de, lidarxistina vê konferansê hêviyên me jinan ên ji bo siberojê, mezintir dike. Desthilatdarên cîhan û herêmê,  çawa ku bi sedan sal in  li ser erdnîgariya herêmê û bi taybetî jî li ser Kurdistanê  ji bo berjewendiyên xwe,  bûne sedema qirkirina çand, ziman , nasname û baweriya gelan û her wiha talan û tunekirina xwezayê, polîtîkayên xwe îro jî didomînin.

Îro şerê herî germ, şerê di navbera  Îran û Îsraîlê de yê ku îro Amerîka jî tev li vî şerî bûye. Tirkiye jî di nav de çavê hemû cihanê li ser vî şerî ye. Ev tabloya Rojhilata Navîn ku bi salan berê Rêzdar Abdullah Ocalan bi pêşbîniyên xwe yên siyasî pênase kiribû û wek şerê 3yemîn yê cihanê bi nav kiribû, eşkereye ku îro herî zêde Tirkiye jê bi fikar e.  Ew jî dizane ku ger dev ji zext û polîtîkayên  tunekirina gelan bernede û di çerçoveyeke demokratîk de maf û azadiyan nas neke, dê ji rewşa şer xelas nebe û dê dor were wê.

Wek hemû Netewedewletên ku ji bo parastina hebûna xwe li rêbazên cur bi cur digerin, dewleta Tirk jî, îro ji bo ku xwe ji vî şerê ku navenda wî Rojhilata Navîn e biparêze, polîtîkayên xwe yên qirkirin û tunehesibandinê ku ev sed sal in li ser Kurdan dimeşîn e, di asteke cuda de nîqaş dike û bi Rêzdar Abdullah Ocalan re hevditinan dike.

Nexşerêya ku di serî de gelê Kurd û hemû gel û baweriyên cuda pê bibin xwedî mafê hevpar û wekhev yên jiyanî û nasnameyî, Nexşerêya ku Rêzdar Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de bi navê “Aştî û Civaka Demokratîk” îlan kir.

Erk û berpirsyariya me jinên Kurd jî ew e ku em ji bo misogerkirina daxwaz û mafên gelê xwe, li vê bangê xwedî derkevin.

Em jin dizanin ku zîhniyeta patriyarkar li ser bingeha şer û tundiyê avabûye û roj bi roj vê pergala xwe xurt dike û wê dide jiyîn. Têkoşîna ku heta niha jinan bi hêza xwe ya cewherî ya bi felsefeya “Jin Jiyan Azadî” li  hember zilm û zordariya vê pergalê dane, dikare komkujiya li ser gelan , şer û tundiya nava civakê jî rawestîn e û rê li ber aştiyê veke.”

Encamên di nîqaşan de derketine holê wiha ne:

1. Yekîtiya jinên Kurd: pêdiviyên wê yên dîrokî û aktuel biryarên konferansa me

Têkoşîna jinên Kurd ya di warê neteweyî, çandî û civakî de encama mîrateya  berxwedaneke dîrokî û pêdiviyên siyasî yên heyî ye. Îro avakirina Yekîtiya Jinên Kurd jî ji tercîhekê wêdetir, berpirsiyariyeke dîrokî ye. Divê her jineke Kurd bi vê berpirsyariyê li hemberî her cure polîtîkayên înkar, qirkirin û bişavtinê yên li ser gelê Kurd têbikoşe.  Konferansê biryar girt ku dê ev yekîtî li ser bingeheke ku sînoran derbas bike, tecrûbeyên jinên Kurd ên li her çar aliyê Kurdistanê li hev bicivîne, birêxistinkirina xwe xurt bike, avabûyîna xwe ji nû ve binirxîne û ji bo avakirina Yekîtiya Neteweyî bibe hêza herî dînamîk û veguherîner.

2. Mîsyona jinê ya di parastin û veguhastina çanda Kurdî de

Jina Kurd ku hilgira çanda kurdî, hêza wê ya afirîner û veguhêzkar e di heman demê de xwedî berpirsiyariyeke dîrokî ya ku wê mîrateyê bigihîne nifşên nû ye jî.

Jin divê bi rola xwe ya kirdebûyîna afirîner û veguhêzkar a çandê rabe.

Ji dengbejiyê heta cil û bengên gelêrî, ji xwarinê heta folklorê her perçeyekî nasnameya Kurdîtiyê bi keda jinê hatiye honandin.

Konferansa me biryar da ku em jin di warê hilberîna çandî de roleke mezintir bigirin û pergalên zanîna kevneşopiyên çandî û zayendperestî ji hêla jinan ve ji nû ve vejînin.

Her wiha ji bo hevgirtineke çandî û hunerî her sal bi awayekî rêk û pêk li aliyekî Kurdistanê festîvalên navneteweyî yên çandî û hunerê bên lidarxistin.

3. Rola jinê ya di parastin û pêşxistina zimanê Kurdî de

Jiyîn û pêşketina zimanê Kurdî bingeha nasnameya neteweyî ye.

Jin xwedî roleke navendî ya ku ji veguhestina zimanê nava malbatê bigirin heta perwerdehiyê, ji wêjeyê bigirin heta hilberîna medyayê derdikeve pêş e.

Konferansa me biryar da ku di vê çerçoveyê de, jin bi berpirsiyariya ku zimanê Kurdî ragihînin nifşên nû, her jinek bibe kirdeya înîsîyatîfên herêmî yên zimanê Kurdî, wan di nava torekê de bîcivîne, têkoşîna zimanî berfireh bike, li hemberî nêzîkatî û hişmendiya ku “zimanê Kurdî zimanekî kêm e, ne zimanê zanistê ye” têbikoşe û bibe parêzvana herî xurt ya doza daxwaza perxwerdehiya bi zimanê dayîkê û misogerkirina zimanê Kurdî. Divê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehîyê û ji gelê Kurd re statû.

4. Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê û polîtîkayên qirkirinê

Tundiya piralî ya li ser jinên Kurd, ne tenê li ser bingeha zayendî ye; di heman demê de xwedî aliyekî neteweyî, çînî û siyasî ye jî. Polîtîkayên ewlekariyê yên dewletê, mîlîtarîzm, xizanî, koçberiya bi darê zorê û bişavtina çandî, beden û jiyana jinên Kurd dorpêç kirin e. Konferansa me biryar da ku hişmendiya xweparastinê di asta herêmî û neteweyî de li dijî van êrîşên piralî bilind bike, torên hevgirtina jinan xurt bike û xeteke têkoşînê ya hevpar ava bike. Ne tenê têkoşîneke zagonî, di heman demê de têkoşîneke civakî ya birêxistinkirî dikare li dijî tundiyê bibe bingeheke xurt.

5. Misyona jinê ya di avakirina aştî û civaka demokratîk de

Jinên ku di rewşên şer de berdêlên herî giran ew didin, di heman demê de damezrînerên aştî û jiyana demokratîk in jî. Em jinên Kurd, dibêjin ku divê li gel bêdengkirina çekan, pêvajoya aştiyeke bi rûmet û mayînde ku edalet tê de were sazkirin û maf li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev werin mîsogerkirin jî destpê bike.

Konferansa me diyar kir ku yek ji armanca herî sereke ew e ku ev platform di pêvajoya avakirina civakeke demokratîk a ku li ser bingeha perspektîfa Rêzdar Abdullah Ocalan ya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê roleke çalak bigire û hevgirtina jinan a herêmî, neteweyî û navneteweyî di vî warî de zêde bike.”

Encam û biryarên di konferansê de derketin wiha ne:

“3yemîn Konferansa me ya Platforma Yekîtiya Jinên Kurd bi hevberkirina bîra jinên Kurd ya kolektîf, tecrûbeyên xwe yên têkoşînê û hêviya xwe ya siberojê serdemeke nû îlan dike. Yekîtiya neteweyî, têkoşîna çand û zimên, parastina jiyana azad û pêşengtiya jinan a di avakirina aştiyê de hîmên bingehîn yên vê serdemê ne.

Ew hêz û tecrûbeya têkoşîna jinên Kurd ku pê gihîştiye vê astê, dikare di  avakirina civakeke demokratîk de jî roleke sereke bilîz e.

Bi jina azad, civaka azad

Bi çand û zimanê azad, nasnameya azad mîsoger dibe.

Bijî yekîtîya jinên Kurd.

Bijî têkoşîna hevpar a jinên Kurd.

Jin jiyan azadî”

Etîket: AmedencamnameJinKonferans
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Nobeda Jin, Edalet û Bîrê: Wekhevî, azadî û ewlehî hat xwestin

6 COTMEH 2026
Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

3 COTMEH 2026
Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

30 ÎLON 2026
Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

25 ÎLON 2026
Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

25 ÎLON 2026
Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

25 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne