• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

DFGê kongreya xwe pêk anî: Em ê di rêya şehîdan de bin

Amed / AW 

22 HEZÎRAN 2025 - 17:00
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
DFGê 3yemîn Kongreya xwe ya asayî bi dirûşma “Çapemeniya  Azad Civaka Azad” pêk anî. Di Kongereyê de Kesîra Onen û Selman Çîcek wek hevserok hatin hilbijartin.

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) 3yemîn Kongreya xwe ya asayî pêk anî. Kongre bi dirûşma “Çapemeniya Azad Civaka Azad” li ÇandAmedê pêk anî. Hevserokê Partiya Herêmen Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, hevşaredarên Bajarê Mezin û navçeyên navendê yên Amedê, endam û nûnerên  saziyên civakî, dayîkên aştiyê û gelek rojnameger tev li kongereyê  bûn.

Wêneyên rojnamegerên şehîd Mûsa Anter, Gurbetelî Ersoz, Gulistan Tara, Denîz Firat, Nagehan Akarsel, Cengîz Altûn, Hafiz Akdemîr, Metîn Goktepe, Hirant Dînk, Nûjiyan Erhan, Nazim Daştan, Cihan Bîlgîn, Azîz Koyluoglû, MAzlûm Erencî û Egîd Roj li eywanê hatin daliqandin.

Kongre ji bo rojnamegerên ku hatine kuştin bi deqîqeyek rezgirtinê destpê kir. Pişt re nûmerê DFGê yê Wanê rojnameger Adnan Bîlen axaftina destpêkê kir.

‘Em ê di rêya şehîdan de bin’

Adnan Bîlen da zanîn ku kedkarên çapemeniyê gelek berdêlên giran dan û wiha axivî: “Gelek hevalên me hatin qetilkirin, me gelek şehîd dan. Em li ser bîranîna wan vê kongereyê pêk tînin. Têkoşîna me xwedîlêderketina heqîqêtê ye. Em ê her tim di rêya şehîdan de bin.”

Paşê sînevîzyon hat temaşekirin û dîwan hat hilbirjartin.

‘Em ê rol û mîsyona xwe pêk bînin’

Li ser navê dîwanê Rojnameger Serdar Altan diyar kir ku tevahiya pirsgirêkên li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn ji bo bên çareserkirin û rastî di bin tariyê de nemînin ew karê xwe dikin û wiha got: “Dema ku me destpê kir em 10-15 kes bûn lê îro em bûne 300 kesî. Ji bo rol û mîsyona xwe em pêk bînin dîve em kar û xebatên xurt bimeşînin. Ya girîng ew e ku em ê piştî niha çi bikin û ev kongre dê bibe bersiva vê yekê.”

‘Hevalên me yên bi SÎHAyan hatinê kuştin dê her tim bijîn’

Paşê Hevseroka DFGê Dîcle Muftuogluyê diyar kir ku li vir wenêyen hevalên şehîd hene û wiha got: “Di sala 2019yan de me dest bi karê DFGê kir. Me ala Apê Musa, Nagîhan Akarselê rakir. Berî 30 salan dema ku me dest bi karê xwe kir, gelê Kurd di bin qirkirinê de bû. Lê gelê Kurd heke îro jiyana xwe berdewam dike ev saya hevalên me yên rojnameger ên ku şehîd ketine ye jî. Di salên 90î de hevalên me li kolanan dihatin kuştin ji bo ku heqîqêtê holê rakin. Dema ku em hatin salên 2010an, rewş hat guherandin em girtinê re rû bi rû man. Îro jî hevalên me bi SÎHAyan tên kuştin. Hevalên me yên ku hatine kuştin dê bijîn. Em ê xwedî li têkoşîna wan derkevin.”

‘Em alên şehîdan li erdê nahêlin’

Paşê rojanemeger Huseyîn Aykol destnîşan kir ku vê meşê berî 35 salan destpêkir û wiha bi lev kir: “Eger hevalên me tunebûna me tu carî nedikarî rastî derxista holê. Heke ev 35 sal in ez li vir bim ji bo ala hevalên şehîd li erdê nemîne ye. Çawa ku roja sereke me dest bi karê xwe kiribû em ê welê berdewam bikin.  Em ê dijî mirinê karê xwe berdewam bikin. Heta mirinê jî ez ê li vir bim.”

Paşê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun diyar kir ku karê rojanemegeriyê ji bo pêvajoyê gelek girîng e û anî ziman ku gelek hewcedarî bi rojnemegeran heye. Dogan Hatun da zanîn ku çapemenî azad be civak jî azad e.

‘Civaka azad dê bi çapemeniya azad pêk bê’

Dû re Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir bi bîr xist ku çapemeniya azad parêzvaniya gelê Kurd dike û wiha got: “ Li cîhanê ragihandin pêş ketiye. Desthilatdar jî gelek giringî didin çapemeniyê. Bi keda çapemeniya azad tiştên ku li Kurdistanê diqewimin digihêjin her derê. Civakeke azad dê bi destê çapemieniya azad derkeve holê.”

Kongreyê bi xwendina raporan berdewam kir.

Di dawiyê de hilbijartin pêk hat. Kesîra Onen û Selman Çîcek weke hevserokên DFGê hatin hilbijartin.

Hevserok Selman Çîcek destnişan kir ku ew vê kongereyê diyarî şehîdan dikin.

      

Etîket: DFGhevserokKongre
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DFGê Nagihan Akarsel bi bîr anî

DFGê Nagihan Akarsel bi bîr anî

4 COTMEH 2026
DFG: Di meha Îlonê de 8 rojnameger hatin girtin

DFG: Di meha Îlonê de 8 rojnameger hatin girtin

3 COTMEH 2026
DFGê rojnameger Seyîd Evran bi bîr anî

DFGê rojnameger Seyîd Evran bi bîr anî

22 ÎLON 2026
‘Divê gelê Kurd weke herkesî bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne’

‘Divê gelê Kurd weke herkesî bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne’

16 ÎLON 2026
MKG û DFG: Em ê bi feraseta rojnamegeriya aştiyê tev bigerin

MKG û DFG: Em ê bi feraseta rojnamegeriya aştiyê tev bigerin

6 ÎLON 2026
Sansûrên li ser JINNEWS û NûJINHAyê hatin şermezarkirin

Sansûrên li ser JINNEWS û NûJINHAyê hatin şermezarkirin

15 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne