• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Konferansa Vekirina Rêya Aştiyê: Divê civak bibe kirdeyê pêvajoyê  

Navenda Nûçeyan /AW

22 HEZÎRAN 2025 - 12:28
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê li Stenbolê bi tevlebûna saziyên civakî û parazvanên mafên mirovan “Konferansa Vekirina Rêya Aştiyê” li dar dixe. Dadgerê berê yê DMMEyê Riza Turmen, anî ziman ku ji bo ev pêvajo bi silametî bigêje armanc û encamê pêwiste hemû pêkhateyên civakê beşdarî komîsyonê bibin û civak bibe kirdeyê pêvajoyê. 

Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê li navçeya Eyupsûltanê ya Stenbolê bi tevlêbûna saziyên civakî û parazvanên mafên mirovan konferansa “Vekirina Rêya Aştiyê” li dar dixe. Gelek siyasetmedar, rewşenbîr û hunermend jî tev li konferansê bûne. Dadgerê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yê berê Riza Turmen ewil axivî. Riza Turmen anî ziman ku ji bo hêviyê firsend hene û wiha got: “Her roj bûyerên cuda pêş dikevin. Girtin, zext û hemû cureyên tundiyê pêş dikevin. Li şûna em bêhiqûqiyên ku pêş dikevin yek bi yek bînin ziman, em van bêhiqûqî û neheqiyan wekî parçeyekî desthilatê pênase bikin baştir e. Du alî hene. Ev herdu alî bi hev ve girêdayî ne. Li aliyekî hewldana ji bo demokratîkbûnê heye. Têkoşîna ji bo civaka demokratîk heye. Li aliyê din dûrketina ji demokratîkbûnê heye. Rejîma ku serî li zextan dide heye. Divê mirov van herdu aliyan bi hevve girê bide. Divê herdu aliyê pêvajoyê bên dîtin.

Divê gel bibe kirdeyê meseleyê

Divê rizaya gel bê girtin û li gorî wê gav bên avêtin. Niha ji bo aştiyê deriyek hatiye vekirin. Çek hatine berdan. Divê mirov vê firsenê baş bikar bîne. Divê aştî bibe civakî. Em ê vê yekê çawa pêk bînin. Divê sedemên ku rê li pêş şer vedikin ji holê bêne rakirin. Divê gel û civak bibe kirdeyê pêvajoyê. Heta ku civak û gel nebe kirdeyê pêvajoyê dê pêvajo pêş nekeve. Divê mirov pêvajoyê tenê di navbera du aliyan de asê neke. Bêtir aştiyê li hemû beşên civakê belav bike. Divê hemû sedemên ku rê li pêş tundiyê vedike bên dîtin û rê li pêş van sedeman bêne girtin. Li aliyekî dawî li tundiyê bîne, li aliyê din serî li tundiyê bide ev nabe. Ji bo çek bêne bêdeng kirin divê komîsyon bê avakirin. Divê dest ji operasyonên ewlehiyê bê berdan. Ev hişmendiyê ewlehîperest divê bi dawî bibe.

Divê em li şûna ewlehîperestiyê, bi çavekî aştiyê li meseleyê binerin.

Riza Turmen, da zanîn ku ji bo pêvajoya aştiyê bibe civakî, divê saziyên civakî bêtir rol û ristê bidin ser xwe û wiha pêde çû: “Divê hemû welatiyên li vî welatî dijîn xwedî jiyanek hevpar û wekhev be. Divê rêveberiyek demokratîk bê avakirin. Dîsa divê hemû reng, bawerî, nasname wekhev bi hevre bên jiyîn. Divê mirov meseleya kurdan wekî meseleya di navbera kurdan û dewletê de nebîne. Divê mirov vê meseleyê wekî pirsgirêka hemû pêkhateyên Tirkiyeyê bibîne. Ji ber vê yekê divê zimanekî hevpar bê avakirin. Ji bo vê yekê divê li meclisê Komîsyona Aştî û Çareseriyê bê avakirin. Avakirina komîsyona li meclisê gelek girîng e. Divê êdî pêvajo bi awayekî aşkere ku her kes karibe bibîne û bişopîne bê meşandin. Divê hemû beşên siyasetê karibin tev li vê komîsyonê bibin.”

Riza Turmen, anî ziman ku di komîsyonê de divê ji hemû partiyan wekî hev endam beşdar bibe û nûnertiya civakê jî tev li vê xebatê bibe û got: “Divê tenê ji pêkhateyên meclisê pêk neyê.”

Riza Turmen, bal kişand ser xebatên siberojê û wiha got: “Di rewşeke wisa de divê teqez têkoşîna demokrasiyê bê dayîn. Divê teqez tevgera siyasî ya Kurd teqez parçeyekî vê pêvajoyê ye. Ya din divê eniya demokrasiyê, pirsgirêka kurd wekî pirsgirêka giştî ya demokrasiyê bibîne. Divê CHP pêşengiyê ji vê yekê re bike. Di vê rewşê de nexşeya komîsyona li meclisê ne diyar e. Divê komîsyon nexşeya pêşiya xwe diyar bike û li gorî wê gavan bavêje.”

Ekrem Îmamoglu slavên xwe ji konferansê re şand

Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, peyam ji pêkhateya konferansê re şand û got: “Ez ji hucreya xwe ya Sîlîvrîyê slav û hezkirinê xwe dişînim. Ez ji kesên ku ev konferans amade kirine re spas dikim. Tirkiye di pêvajoyek pir talûke û xeter re derbas dibe. Geşedanên heyî gefan li Tirkiyeyê dixwe. Rojhilata Navîn di çempera agir de ye. Di rewşa cîhanê ya wisa de li Tirkiyeyê yekîtî û hevgirtin pir jiyanî ye. Divê em hemû beşên civakê ji bo siberojek hevpar araste bikin. Divê em pirsgirêkên xwe yên bi salan bi aqilê hevpar çareser bikin. Meseleya herî girîng ku em çareser bikin, meseleya Kurd e. Li Tirkiyeyê aştî bi bêdengkirina çekan û axaftina her kesî pêkan e. Ji bo vê yekê divê gavên hiqûqî û siyasî bi lez bên avêtin. Divê daraz serbixwe be. Nekeve bin destê desthelatê. Divê daraz li dijî civakê wekî ço nayê bikaranîn. Ji bo yekîtî û hevgirtinê pêdivî bi edalet û demokrasiyek xurt heye. Ji bo vê yekê divê bi lez em aştiyê ava bikin û em hemû destê xwe têxin bin bar. Ji bo vê yekê firsendeke pir girîng li pêş me ye.”

 

Etîket: aştîdemokrasîKonferansRiza TurmenStenbol
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

25 ÎLON 2026
Li Mûşê û Stenbol şehîd tên bi bîranîn

Li Mûşê û Stenbol şehîd tên bi bîranîn

10 ÎLON 2026
‘Em bi saya şehîdan li ser piyan in’

‘Em bi saya şehîdan li ser piyan in’

27 TEBAX 2026
‘Divê em ala ku şehîdan ji me re hiştine bigihînin asta herî jor’

‘Divê em ala ku şehîdan ji me re hiştine bigihînin asta herî jor’

26 TEBAX 2026
‘Em bi şehîdên xwe serfiraz in, bila aştiyeke mayînde pêk were’

‘Em bi şehîdên xwe serfiraz in, bila aştiyeke mayînde pêk were’

26 TEBAX 2026
Wêneyên bîranîna Stenbolê: Dem têra oxirkirinê nekir

Wêneyên bîranîna Stenbolê: Dem têra oxirkirinê nekir

23 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne