• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji Geliyê Zîlan heta niha têdikoşin: Hêvî dikim aştî pêk bê

Bazîd Evren / AW

21 HEZÎRAN 2025 - 08:14
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Wan – Dayika Aştiyê Saîde Ûlûgana ku 2 zarokên xwe di nava tevgera azadiyê de winda kiriye, piştgirî da “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” û da zanîn ku zêde baweriya wan bi dewletê nayê, lê dîsa jî hêvî dike ku aştî pêk bê.

Dayika Aştiyê Saîde Ûlûgana ya ku 2 zarokên wê di nava tevgera azadiyê ya Kurd de jiyana xwe ji dest dane, piştgirî da “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Gelek xizmên Saîde Ûlûgana di Komkujiya Geliyê Zîlan de hatine kuştin û sirgûnkirin. Du zarokên Saîde Ûlûgana jî di nava Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de di şer de jiyana xwe ji dest dane. Zarokên Saîde Ûlûgana, Aynûr Ûlûgana (Ronahî Tamara) di 29ê Nîsana 2021an de li navçeya Lîcê ya Amedê, Ridvan Ûlûgana (Karker Tolhildan) jî di 10ê Hezîrana 2023yan de li Efrînê jiyana xwe ji dest didin. Dayik Saîde Ûlûgana banga aştiyê kir û gumanên xwe anî ziman.

Gelek xizmên wê di Komkujiya Zîlanê de hatine kuştin

Gelek xizmên Saîde Ûlûgana di Komkujiya Geliyê Zîlan de hatine kuştin. Bapîrê wê, apê wê, bavê xezûrê wê û gelek kesên din yên ji malbatê jî hatine sirgûnkirin. Gelek ji van jî di Girtîgeha Edeneyê de jiyana xwe ji dest dane. Saîde Ûlûgana da zanîn ku pêşiyên wan jî ev zilm û zordarî kişandiye û heta niha jî ev yek didome. Saîde Ûlûgana diyar kir ku du zarokên wê jiyana xwe ji dest dane û got: “Her du zarokên min jî sala 2007an de tev li bûn. Ronahî 1ê Nîsanê saet 9ê sibê ji malê derket û çû. Karker jî wî çaxî li Eskîşehîrê zanîngeh dixwend. Ew jî 2 meh piştî Ronahiyê tev li bû.”

2 zarokên wê bûne cangoriyê azadiyê

Saîde Ûlûgana diyar kir ku keça wê Aynûr Ûlûgana dawiya pandemiyê di meha nîsanê de li navçeya Licê jiyana xwe ji dest daye û wiha got: “Me ji bo hilgirtina cenaze serî lê da, lê cenaze nedan me. 3 mehan em li dû geriyan û dû re li me geriyan. Em çûm me caneze anî û me veşart. Karker jî li navçeya Şehbayê ya Efrînê şehîd ket. Min bawer nedikir ku şehîd bûye, partiyê jî ewilî parve nekir. Me ji medyaya dewletê bihîst, lê me ji wan bawer nekir. Piştî salekê partiyê şehadeta Karker ragihand.”

‘Me dîtiye bila tu kesên din nebîne’

Saîde Ûlûgana derheqê pêvajoyê de jî anî ziman ku ew dixwazin ev pêvajoya bi ser bikeve û ev yek anîn ziman: “Mirov hinekî jî dewletê bawer nake, lê dîsa jî hêvî dikim çêbibe. Weke zarokên min bi hezaran şehîd ketine. Hêvî dikim aştî pêk bê û ti kes negirî. Yên niha li serê çiya ew jî zarokên me ne. Zêde baweriya min nîn e, lê dîsa jî ez aştiyê dixwazim. Mirov ji dewletê bawer nake, bila dayikên gerîla û leşker, polîsan rabin û doza aştiyê bikin. Gelek xwîn hat rijandin, mezelên gelek kesan nediyar e. Ez jî niha meraq dikim ka mezelê Karker li ku ye, em vê êşê dikişînin, bila êdî tu kesên din vê êşê nekişînin.”

Etîket: Abdullah OcalanDayika AştiyêGeliyê Zîlanpkk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî birêz Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e

21 ÎLON 2026
Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

20 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne