• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Gelê Kurd tu carî komkujiyê ji bîr nake

Şirnex / AW

14 KANÛN 2024 - 14:28
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Nûnerê MEBYA-DERê Nurî Salgucak têkildarî salvegera qedexeyên derketina derve yên Cizîrê got: “Li Cizîrê zarok û pîr jî di nav de 288 kesan jiyana xwe ji dest dan. Gelê Kurd tu car ji bîr nake û heta kujer bên cezakirin wê têkoşîna xwe bidomîne.” Parazvanê Mafê Mirovan Akin Bîrdal jî anî ziman ku şer tenê mirovan nakuje, xwezayê jî tune dike.

Komeleya Alîkarî, Piştevanî, Yekitî û Çandê ya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER), bi boneya salvegera qedexeyên derketina dervê yên navçeyên Cizîr û Silopiyayê li ber avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Cizîrê daxuyanî dan. Nûner û rêveberên DBP, DEM Partî, Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, nûnerên sazî û rêxistinên sivîl ên Şirnexê, Serokê Rûmetê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Akin Birdal û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn.

Endamê MEBYA-DERê Nurî Salgucak daxuyanî xwend. Nurî Salgucak bi bîr xist ku di 79 rojên qedexeyên derketina derve yên Cizîrê de 288 kesan jiyana xwe ji dest dan û cenazeyê 11 kesan hê jî nehatiye dîtin. Nurî Salgucak destnîşan kir ku tevî 9 sal di ser qedexeyan re derbas bûne jî kujer nehatinê cezakirin û axaftina xwe wiha domand: “79 rojan gelê me ji hemû pêdiviyên xwe yên mirovî bêpar man. Di malên xwe de birçî û tî man. Komkujiyên ku hatin kirin bû sedema travmayên mezin ku nayên ji bîrkirin. Gelê Kurd Cemîle Çagirga ya ku 9 rojan cenzaeyê wê di sarincê de mabû, pîtika 3 mehî Miray ku ew û bapîrê xwe bi hevre hatin kuştin, Mehmet Erdogan ê ku ji bo newiyên xwe çûbû nan bikirê hatibû kuştin û cenazeyê wî bi rojan di kolanê de hatibû hiştin tu car ji bîr nake û heta kujer neyên cezakirin wê têkoşîna xwe bidomîne.”

‘Polîtikayên şer zerarê dide mirovahî û xwezayê’

Bi domdarî Nurî Salgucak anî ziman ku desthilata AKP-MHPê polîtikayên şerê taybet ên li dijî gelê Kurd didomînê û bi polîtikayên bê cezahiştinê baweriya li edaletê jî ji holê rabûye. Nurî Salgucak diyar kir ku polîtikayên şer li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn bûye sedema aloziyên mezin û wiha domand: “Şer zirarên mezin dide hemû mirovahî û xwezayê. Di şerê li Sûriyeyê de bi sed hezaran jin, zarok, kal û pîr û bi sed hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan, bi mîlyonan mirov jî koçber bûn. Em êrîşên çeteyan ên li ser gelê me yê Rojava qebûl nakin, şermezar û lanet dikin. Em ji vir careke din dibêjin; Şer ne çareserî ye. Diyalog û muzakere rêya herî însanî û wijdanî ya çareseriyê ye. Ji bo aştiyeke mayînde divê şert û mercên pêwîst bên afirandin, tecrîd bê rakirin û muxatabê çareseriyê bi Birêz Abdullah Ocalan re dest bi dîyalogê bikin.”

Akin Birdal: Şer tenê mirovan nakuje

Piştre Serokê Rûmetê yê ÎHDê Akin Birdal axivî û balkişand ser hefteyê mafê mirovan û got: “Li gor qanûnên navneteweyî yên mafê mirovan hemû kes beyî nasnamê, ziman û reng wekhev e. Ji bo mafê gerdûnî bên parastin hevpeymanên navneteweyî hatinê îmzekirin. Lê mixabin mirov ji van mafan bêpar hatinê hiştin. Şer tenê Mirovan nakujin. Ax û sewalan jî dikuje. Ji ber wê em aştiyê ji bo hemû zindîwarên gerdûnê dixwazin. Em ji bo hemû kesî aştiyê dixwazin û hevî dikin careke din ew êş nayên kişandin. Ji bo aştiyeke were vî welatî divê hemû kes di nava liv û tevgerê de bin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

7 COTMEH 2026
Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

7 COTMEH 2026
Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

7 COTMEH 2026
Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

7 COTMEH 2026
Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

7 COTMEH 2026
Rojnameger Hakan Tosun hate kuştin

Cezayê muebedê li kujerên rojnameger Hakan Tosûn hate birîn

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne