• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Divê rêya vegera gundan bê vekirin’

Omer Demîr / AW

20 HEZÎRAN 2025 - 10:16
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amed – Endamê Komeleya Koçê Mîrza Korkmaz têkildarî valakirina gundan û pêvajoyê diyar kir ku divê dewlet astengiyên li ser vegera gundan rakê.

Di salên 1990an de bi hezaran gundên Kurdistanê hatin şewitandin û valakirin. Rayedarên dewletê nehiştin ku gundî amurên xwe ji malê derxin. Bi milyonan kes koçî bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê bû. Kurdên ku ji gundên xwe koçber bûne, dixwazin vegerin warê xwe. Lê îro gelek herêm ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye qedexekirin. Têkildarî şewitandina gundan û pêvajoyê endamê Komeleya Lêkolîn û Çavdêriya Koçberiyê ya Mezopotamyayê Mîrza Korkmaz ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘Valakirina gundan politîkaya dewletê bû’

Endamê Komeleya Koçberiyê Mîrza Korkmaz diyar kir ku banga “Aştî û Civaka Demokratîk” bandora xwe li her derê kir û got: “Di salên 90î de nezî 4 hezar gund hatin şewitandin. Pêvajo û ev bûyer bi hevre girêdayî ne. Banga Rêberê Gelê Kurd hêvî da civakê. Koçberî ji avakirina komarê heta îro wekî plana dewletê ya valakirina erdnigariya Kurdistanê ye. Gund û xwezeya Kurdan hat valakirin. Di sala 1925a de wextê Şex Seîd bi plana Şark û Îslahatê û paşê di sala 1934an de jî Qanûna Îskanê derket û valakirina erdnigariya Kurdistanê dest pê kir.”

‘Hêj jî gelek herêm tên qedexekirin’

Mîrza Korkmaz da zanîn ku di sala 1927an de 13 milyon nifûsa Tirkiyeyê hebû û wiha berdewam kir: “Rayêdarên wê demê xwestin li 11 bajarên Kurdistanê kurdan koçberî bajarên Tirkiyeyê bikin. Li aliyê din tirk anîn Kurdistanê. Heta serhildana Dersimê û paşê jî di salên 90î de gelek gund valakirin. 5 milyon Kurd koç bûn. Erd û malên wan vala man. Piştî banga “Aştî û Civaka Demokratîk” gelek bar dikevê li ser mile dewletê. Divê dewlet ji bo koçberan jî gavan biavêje. Gundî hîna nikarin vegerin gundên xwe û rê li wan girtî ye. Divê rê li gundiyan bê vekirin. Hîna li Şirnex û Colemergê û gelek cihên din herêm qedexe ne. Ji bo aştî pêş bikeve divê dewlet li wan mijaran gav biavêje.”

Divê lêborînê bixwazin

Mîrza Korkmaz, da zanîn ku ji bo aştî pêk bê divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe û wiha bi dawî kir: “Welatê me welatêkî dîrokî ye. Divê her kes vegere axa xwe. Çend sal in em ji warê xwe dûr ketine. Îro divê xwedî derketineke xurt hebe. Divê her kes li banga “Aştî û Civaka Demokratîk” xwedî derkevin. Divê gelê Kurd li warê xwe xwedî derkeve. Ev xwedî derketin dê bandorê li pêvajoyê bike. Divê dewlet astengiyan ji holê rakê. Cihên ku navê vê hatiye guherandin divê dîsa navê berê li wan bikin. Ji bo aştî pêk bê divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe. Bi hezaran kesan di şer de jiyana xwe ji dest dan. Divê dewlet vê rastiyê bibîne û gavan bavêje. Divê kurdên koçber bûne jî ji bo vegerê xwe amade bikin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

7 COTMEH 2026
Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

7 COTMEH 2026
Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

7 COTMEH 2026
Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

7 COTMEH 2026
Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

7 COTMEH 2026
Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne