• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

    Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Malbatên Roboskî: Ji bo aştiyê divê kujerên Roboskî bên cezakirin

Mahmût Altintaş / AW

19 HEZÎRAN 2025 - 09:00
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şirnex – Malbatên Roboskiyê anîn ziman ku ew piştgiriya pêvajoyê dikin û gotin ku ji bo baweriya wan ji pêvajoyê bê divê dewlet kujerên Roboskiyê darizîne.

Serokê MHPê Devlet Bahçelî di cotmeha 2024an de li meclîse destê xwe dirêjî nûnerên DEM Partiyê kir. Piştre jî bang li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir ku li meclisê bang li PKKê bike. Piştî vê bangê li Tirkiyeyê û Kurdistanê pêvajoyek pêş ket. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî bersiv da vê bangê û di 27ê Sibatê de peyama “Aştî û Civaka Demokratîk” bi raya giştî re parve kir. Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan PKKê jî bersiv da bangê û xwe fesih kir. PKKê di 12 Gulanê de encamnameya kongreya xwe ji raya giştî re parvekir. Aşkera kir ku xwe fesih kiriyê. Piştî biryara PKKê çavê raya giştî ya Kurdistan, Tirkiye û dinyayê jî li hikumeta Tirkiyeyê bû ku gavên şenber bavejin. Lê tevî biryara PKKê jî Tirkiye êrişên xwe li ser herêmên Parastiya Medyayê didomînê û tu gaveke şenber neavetiyê.

Welatiyên Kurdistanê ku di şerê 50 salî de gelek êş û berdel danê jî dixwazin dewlet gavên şênber bavêje. Yek ji wan jî malbatên Roboskî ye. Balafirên şer di 28ê kanûna 2011an de gundê Roboskî yê navçeya Qilebanê ya Şirnexê bombe kiribû. Di êrîşa balafîrên şer de 19 jê zarok 34 welatî hatibûn kuştin. 14 sal borîn, lê hîn hesab nehatiye pirsîn. Di vê pêvajoyê de malbatên Roboskî jî dixwazin hesab ji kujeran bê pirsîn. Dixwazin kujer bên darizandin û cezakirin.

‘Heta kujer bên cezakirin em ê têbikoşin’

Di komkujiya Roboskiyê de yek ji kesê hat kuştin Serhat Encu yê 16 salî bû. Serhat Encu jî bi hevalên xwe re ji bo debara malê çû bû sînor. Di vegerê de di êrîya hewayî de jiyana xwe ji dest da. Dayika Serhat Encu Helîme Encu bi gotina “Di 14 salan de me qet xweşî nedît” êşa xwe tîne ziman. Helîme Encu da zanîn ku tevî 14 sal di ser komkujiyê re derbas bû jî êşa wan weke îro ye û xwest kujerên Roboskî bên cezakirin. Helîme Encu balkişand ser pêvajoya li Kurdistan û Tirkiyeyê destpêkiriyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Êşa me jan dide. Lê em dibêjin edî bila dilê tu dayikan neşewite. Em bang li dayikên Tirkan jî dikin destê xwe bidin hev. Êdî pêşiya vî şerî bigirin û aştî pêk bê. Ji bo aştiyê divê dewlet jî gavan bavêje. Bi yek alî pêvajo naçe serî. Nezî salakê ye ku pêvajoyek heye. Lê ji aliyê dewletê ve tu gav nehatine avêtin. Em wekî malbatên Roboskî dixwazin kujerên zarokên me bên cezakirin. Em dibêjin bila aştî çêbibe. Lê ji bo wê jî divê dewlet gavan baveje. Heta em sax in em ê ji kujeran hesab bipirsin û bixwazin bên cezakirin.”

‘Ji bo aştiyê divê kujerên Roboskî bên cezakirin’

Yek ji kesên di komkujiya Roboskiyê de hat kuştin Mehmet Alî Tosûn ê 23 salî bû. Bavê Mehmet Alî Tosûn Zekî Tosûn destnîşan kir ku heke dewlet ji dil be divê kujerên Roboskî ceza bike û got: “14 sal di ser komkujiya Roboskiyê re derbas bûn. Lê êşa me nû ye. Em weke malbatên Roboskî hertim dibêjin edalet. Em dixwazin kujerên Roboskî bên cezakirin ku hestirên çavê dayikên Roboskî rawestin. Ne 14 sal hezar sal jî derbas bibin jî em ê komkujiya Roboskiyê ji bîr nekin. Ew komkujî tu car ji bîr nabe. Heke dewlet aştiyê bixwazê divê kujerên komkujiya Roboskî jî ceza bike. Em weke malbatên Roboskî dixwazin dewlet gavên ji dil baveje. Em hemû jî piştgiriya pêvajoyê dikin. Lê em dibêjin divê dewlet jî ji dil be. Lê dewlet tu baweriyê nade me. Tu gavan neavejin. Ne ji dil in. Em jî mafê xwe dixwazin. Divê gavên dualî bên avêtin. Bi yek alî pêş nakeve. Heta kujerên Roboskî neyên cezakirin aştî jî edalet pêk nayê. Ji bo aştî û edaetê divê kujerên Roboskî bên cezakirin.”

‘Ji bo aştî pêk were divê dewlet jî gavan baveje’

Di komkujiyê de yek ji kesê hat kuştin Nevzat Encu yê 19 salî bû. Bavê Nevzat Encu Hîkmet Encu jî bi lêv kir ku weke malbatên Roboskî ew jî dixwazin pêvajo ber bi aştî û demokrasiyê ve biçe û got: “Zarokên me ji bo nanê xwe şehîd bûn. Zarokên me bi bombayên balafîrên Tirkiyeyê hatin kuştin. 14 sal derbas bûn lê hîn tu kes nehatiye cezakirin. Em dixwazin kujer bên cezakirin. Êşa me gelekî mezin e. Êşa me nayê ji bîrkirin. Em wekî malbatên Roboskî dibêjin em piştgiriya vê pêvajoyê dikin. Lê heke ji dil bin, divê kujeran ceza bikin. Em naxwazin dilê tu dayikan bişewitê. Ji bo aştî pêk were divê dewlet jî gavan baveje. Divê di serî de şer bê rawestandin û hemû girtiyên siyasî bêne berdan. Divê kujerên 34 şehîdên Roboskîyê bên cezakirin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

21 TEBAX 2026
‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

21 TEBAX 2026
Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

21 TEBAX 2026
‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

21 TEBAX 2026
Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

21 TEBAX 2026
‘Li dijî tundiyê armanca sereke pêşxistina hişmendiyê ye’

‘Li dijî tundiyê armanca sereke pêşxistina hişmendiyê ye’

21 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne