• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
03 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Armanc yekitiya jinên Kurd e

Fexredîn Kiliç / AW

18 HEZÎRAN 2025 - 08:09
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amed – Endama Platforma Yekitiya Jinên Kurd Sûltan Yaray da zanîn ku dê di 21-22yê Hezîranê de li Amedê konferansekê li dar bixin û armanca wan ew e ku yekitiya jinên Kurd û gelê Kurd pêk bînin.

Platforma Yekitiya Jinên Kurd dê bi dirûşma “Bi yekitiya jinên kurd ber bi yekitiya neteweyî ve” di 21 û 22yê Hezîranê de li Eywana Odeya Bazirganî û Senayiyê ya Amedê (DTSO) konferansekê li dar bixe. Jinên Kurd dê du rojan li ser mijarên “Jin dikarin ji bo parastina ziman çi bikin?” , “Jin dikarin ji bo çanda xwe çi bikin, rol û mîsyona jinan a ji bo ziman û çandê dê çibe” , “Ji bo çareseriyeke demokratîk rol û mîsyona jinan çi ye?” , “Ji bo tundiya li ser jinê û civakê dê rol û mîsyona jinan çi be?” nîqaşan bikin û dawiyê encamnameya konferansê dê bi rayagiştî re parve bikin. Endama Platforma Yekitiya Jinên Kurd Sûltan Yaray li ser konferansê axivî.

‘Em yekitiya xwe pêk bînin’

Sûltan Yaray, da zanîn ku bi armanca yekitiya jinên Kurd û gelê kurd vê konferansê li dar dixin û wiha got: “Armanca me ya sereke ew e ku em yekitiya jinên Kurd pêk bînin. Bêyî yekitî tu netewe nikare azadiya xwe pêk bîne û xwe bi cîhanê bide qebûlkirin. Ji xwe armanca serdestan çiye, dibe dabeş bike, parçe bike û bi rê ve bibe. Em jî dibêjin em ê yekitiya xwe pêk bînin û xwe ji bindestiyê rizgar bikin. Ji ber wê yekê konferanseke gelekî girîng e. Girîngiya vê platformê ew e ku ji her fikran jin tê de cih digirin. Jinên ku li malê jî rûniştine û qet di tu saziyan de cih nagirin jî dê bên wê derê. Her wiha jinên di saziyan û partiyan de jî dê tev li bibin û fikrên xwe bibêjin.”

‘Em ê xwe bigihînin hemû Kurdan’

Sûltan Yaray anî ziman ku dê zêdetirî sed jinan tev li konferansê bibin û ev agahî dan: “Ji ber ku ev konferansa jinên Kurd ên li Bakûrê Kurdistanê ye, dê jinên li Bakûr û jinên kurd ên li bajarên Tirkiyeyê tev li bibin. Hema bêje ji her bajarî weke delege dê jin tev li bibin. Nêzî mehek du meh in em xebatên wê dikin. Me komîsyonên xwe çêkirin, çend heval çûn bajaran bi jinan re rû bi rû hevdîtin kirin. Me xwe gihand kîjan jinê jî ji sedî 99 erênî nêzîk bûn. Gelek jî girîngî dan vê konferansê. Em bi Rojava û Başûr re jî di têkiliyê de ne. Ji 2017an ve weke lijne hevalan bi jinên Başûr re li ser yekitiyê hevdîtin pêk anîn. Vê hevdîtinê encamên xurt jî wergirtin. Piştî vê konferansê em ê ji bo hevdîtinan berfirehtir bikin dîsa lijneyekê çêbikin. Hevalên li Ewropayê jî li me geriyan gotin ‘Em jî dê platforma xwe ya yekitiyê pêk bînin’. Em ê bi wan re jî di nava têkiliyê de bin. Piştî li Bakur konferansa me çêbû em ê xwe bigihînin her çar aliyê Kurdistanê û Ewropayê jî. Ka em ê bikaribin bi hev re xebateke çawa bikin.”

‘Platform ji bo yekitî û azadiyê cihê têkoşînê ye’

Sûltan Yaray, bi lêv kir ku bi sedan salan e gelê Kurd li ser axa xwe bindest e û wiha pê de çû: “Gelê Kurd li ser axa xwe ji zimanê xwe, çanda xwe bêpar hatiye hiştin. Serdestan li ser ziman û çand û hebûna Kurdan gelek qedexe pêk anîne. Ev platform ji aliyekê vê dê ji bo yekitî û azadiya gelê Kurd û jinên Kurd bibe cihê têkoşînê. Armanca me ew e ku Rojhilata Navîn jî di nav de em xwe berfirehtir bikin. Em jin pêşengtiya yekitiyê bikin û çareserî û azadiyê bînin.”

‘Em ê piştgiriyê bidin banga Rêberê Abdullah Ocalan’ 

Sûltan Yaray, bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û axaftina xwe wiha domand: “Em dixwazin weke jin hem piştgiriyê bidin vê bangê hem jî ji bo ku ev şer êdî bisekine ji bo li Rojhilata Navîn bi taybetî Kurd gelên bindest bigihin aramiyek û aştiyek mayînde. Dema mirov li dîroka jinan dinêre jin ji alî ve destê xwe xistiye bin kevir û ji bo çareseriyê pêk bîne her tim di nava berxwedan û hewldanan de bûye. Di vê serdema ku evqas behsa aştiyê û azadiyê tê kirin û Rojhilata Navîn di nava aloziyê de ye em weke jin destê xwe têxin bin kevir hem piştgiriyê bidin banga 27ê Sibatê hem jî rol û mîsyoneke baş bilîzin ku em behsa aştî û çareseriyê bikin. Êdî bes e. Em naxwazin êdî şer çêbibin û xwîn biherike. Ji ber ji aştiyê xweştir tiştek nîne. Mafê Kurdan jî heye ku tifaqa xwe azadiya xwe pêk bîne û bigihe mafê xwe yê herî rewa.”

‘Bila ji bo aştî, yekitî û azadiya gelê Kurd bibe pêngaveke mezin’

Sûltan Yaray, di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: “Kesên ku me derfet nedît wan bikin delege tev li konferansê bikin bila ji bo pêşerojê me bişopînin xwe amade bikin. Em hêvî dikin ku ev konferans bigihe armanca xwe û ji bo aştî, yekitî û azadiya gelê Kurd bibe pêngaveke mezin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

Sezaî Temellî bertek nîşanî qedexekirina çapemeniya Kurd da

2 TÎRMEH 2026
Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

2 TÎRMEH 2026
Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

2 TÎRMEH 2026
Doza Ayşe Tokyaz hat taloqkirin

Doza Ayşe Tokyaz hat taloqkirin

2 TÎRMEH 2026
Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

2 TÎRMEH 2026
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe

KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

2 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (38)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne