• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê yên Gurbetellî Ersoz dest pê kir

Amed / AW

17 HEZÎRAN 2025 - 15:27
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Gurbetellî Ersoz ên 1emîn ên wê ji aliyê MKGê ve bê lidarxistin, dest pê kir.

Gurbetelli Ersoz di dîroka Çapemeniya Azad de bû dengekî mezin, li Tirkiyeyê cara ewil wekî jinekê bû Gerînendeya Weşanê ya Giştî. Serlêdanên wê Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) ji bo bîranîna Gurbetelli Ersoz û jinên xebatkarên çapemeniya azad ên jiyana xwe ji dest dane, li dar bixin, dest pê kir. Dîroka serlêdana dawiyê di 28ê Îlonê de ye.

Şertên beşdariyê yên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê yên Gurbetellî Ersoz ên 1emîn hatin eşkerekirin.

Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetelli Ersoz dê ji bo bîranîna Gurbetelli Ersoz a ku di dîroka Çapemeniya Azad de rêyek nû vekir û cara yekem li Tirkiyeyê wekî Gerînendeya Giştî ya Weşanê xebat kir û ji bîranîna xebatkarên çapemeniyê yên jin ên ku jiyana xwe ji dest dane, werin lidarxistin.

Tenê rojnamevanên jin dikarin beşdarî pêşbirka ku ji hêla Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) ve tê lidarxistin, bibin. Mercên beşdarbûnê yên ji bo Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetelli Ersoz ev in.

Pêşbirk dê di 4 kategoriyan de were lidarxistin: Nûçeyên “Kurdî”, “Tirkî”, “Wêne” û nûçeyên “Wêne-Vîdeo”.

Her beşdar dikare tenê bi yek berhemê di yek kategoriyê de beşdarî pêşbirkê bibe. Serlêdanên ji bo pêşbirkê dê di 17ê Hezîrana 2025an de dest pê bikin û di 28ê Îlona 2025an de bi dawî bibin. Berhemên serketî dê di 6ê Cotmehê de werin ragihandin. Xelat dê di 8ê Cotmehê de, di merasîma dê were lidarxistin de, bê dayin. Ji bo kesên di pêşbirkê de bi ser bikevin wê kompîtur wekî diyarî bê dayin

Her kes dikare tevli pêşbirkê bibe. Jurî nikarin tevli pêşbirkê bibin. Berhemên ku ji bo pêşbirkê hatine şandin divê berî 8ê Cotmeha 2024an nehatibin weşandin. Beşdar dikare bi berhemeke ku di nav salekê de xelat negirtibe û di pêşbirkeke dinê de nehatibe pêşandan, tevli pêşbirkê bibe. Ger eşkere bibe ku berhem di nav salekê de li dereke dinê hatiye pêşandan an jî xelat girtiye wê ew xelata ji bo wê berhemê bê betalkirin. Wê demê ger xelatek hatibe wergirtin, divê ji hêla beşdar ve were vegerandin. Beşdar dema ku bi xelateke ne aîdî wê be tevli pêşbirkê bibe wê demê ew ê sepandina binpêkirina rêgezê ji aliyê endamên juriye ve pêk were.

Hemû beşdarên ku berhemên xwe dişînin pêşbirkê, wekî ku mijarên di şertên beşdariyê de hatine destnîşankirin, qebûl kirine, têne hesibandin. Beşdarên ku van mercan bicîh neynin dê ji pêşbirkê werin derxistin. Ger berhem nehatibe weşandin, navê berhemê, cih û dema kişandina wê divê di dosyayê de cih bigire; ger hatibe weşandin jî, divê rojname, kovar, ajans, malper, agahdariya TV û dîroka weşanê û kopiyek ji weşanê di dosyayê de cih bigirin.

Beşdar divê jînenîgarî (CV), navnîşana têkiliyê û agahiyên li ser berhema xwe li dosyaya serlêdana xwe zêde bikin. Serlêdan dê bi rêya malpera fermî ya MKGê werin kirin.

Derbarê beşa nûçeyan de

Beşdar dikarin bi berhemên di kategoriyên wekî siyaset, aborî, ekolojî, perwerde, tenduristî, civak-jiyan, çand-huner û werzîşê de yên ku balê dikişînin ser jinan û bi perspektîfa jinan hatine amadekirin, beşdar bibin. Ger nûçeyên ku wê ji bo pêşbirkê bê şandin, li ser çapemeniya nivîskî hatibe weşandin dikare bi formata PDF’ê ji navnîşana e-maîlê re were şandin û ger di medyaya înternetê de hatibe weşandin, dikare bi formata Word’ê were şandin. Divê lînka nûçeya ku di medyaya înternetê de hatiye weşandin jî were şandin.

Derbarê beşa wêneyan de

Li ser rûyê dawiyê yê qoziya çepê yê binî yê berhema wê bê şandin, wê nav û paşnavê xwediya berhemê û navê berhemê bên nivîsandin. Divê dema kişandina berhemê, mekan û navê nûçeyê bê diyarkirin. Divê pîvana berhemên wê bên şandin wiha be: kêleka kin herî kêm 2000 piksel, divê di formata JPGê de be, divê dîtbariya wê 300DPÎ be. Ger lijneya juriyê pêdiviyê bibîne dikare ji beşdaran halê orjînal ê wêne (Raw) jî bixwaze. Wêneyên ku li ser hatibin lîstin (ji xeynî eyarên ronahî, reng, kontrastê) nayên qebûlkirin. Wêne bi formata JPGê dikare ji e-maîlê li jêr hatiye diyarkirin, bê şandin. Divê wêne wateya “wêneyê nûçeyê” hilgire.

Derbarê vîdeo û nûçeyên bi dîmen de

Di beşa ku nûçeyên dîtbarî yên ji ajansan û nûçeyên televîzyonê wê lê cih bigirin de, divê beşdar li kurgû, kalîteya dîtbariyê û hevsengiya di navbera dengê xwezayî û dengê derve de, baldar bin. Divê dîmen bi kalîteya “dîmenên nûçeyan” bin. Divê wêneyên nûçeyan 2-3 deqeyan derbas nekin.

Jurî

Beşa nûçeyên Tirkî

Gultan Kişanak, Tugçe Tatari, Pinar Ogunç, Pinar Ural

Beşa nûçeyên Kurdî

Semiha Alankuş, Hatice Kamer, Hesna Muhemed

Beşa wêneyan

Laura Domenech, Nişmiye Guler, Reyhan Hacioglu, Bêrîtan Canozer

Beşa Vîdeo – Nûçeyên bi dîmen

Nezahat Dogan, Halime Parlak, Heval Aslan

Navnîşan:

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê

Kuçeya Alîemîrî, Avahiya Malî Muşavîrler Hejmar: 1-1/3

Yenîşehir/Amed

E-Posta: [email protected]

Tel: +90 (555) 746 93 43

Etîket: MKGpêşbirkXelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Sansûrên li ser JINNEWS û NûJINHAyê hatin şermezarkirin

Sansûrên li ser JINNEWS û NûJINHAyê hatin şermezarkirin

15 TEBAX 2026
MKG û DFGê Denîz Firat li ser gora wê bi bîr anî

MKG û DFGê Denîz Firat li ser gora wê bi bîr anî

8 TEBAX 2026
MGK dê bi rojeva ‘pêvajoyê’ bicive

MGK dê bi rojeva ‘pêvajoyê’ bicive

6 TEBAX 2026
MKGê rapora xwe ya meha Adarê eşkere kir: 5 rojnameger girtî ne

MKG: 5 rojnamevan û 17 hesabên medyaya dîjîtal hatin girtin

4 TEBAX 2026
Ji radyoya Qerejdaxê heta sînorê Kelareşê rêwîtiya heqîqetê: Ayfer Serçe

MKGê Ayfer Serçe bi bîr anî: Em li ser şopa wê ne

19 TÎRMEH 2026
Rapora MKGê ya Hezîranê: Gelek medyayên dîjîtal hatin astengkirin

Rapora MKGê ya Hezîranê: Gelek medyayên dîjîtal hatin astengkirin

5 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne