• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Temellî: Ji bo çareseriyê divê Meclis bi rola xwe rabe

Enqere / AW

16 HEZÎRAN 2025 - 15:19
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî bal kişand ser banga dîrokî ya Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Wezîfeya me ya sereke divê avakirina komîsyona li Meclisê be.”

Serokwekîlê Koma Partiya Demokrasî û Wekheviyê ay Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî têkildarî geşedanên di rojevê de li Meclisê axivî. Temellî di serî de bal kişand ser şerê Îsraîl û Îranê û banga sekinandina şer kir. Temellî got ku çareseriya şer û aloziya li herêmê, civaka demokratîk û aştiya topyekûn e.

Temellî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Abdullah Ocalan bi bîr xist û got: “Ev manîfestoyek e. Aştiya bi Kurdan re ya li Tirkiyeyê wê bandorê li aştiya herêmê jî bike. Heke meseleya Kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin, heke aştiyeke mayinde were avakirin, ev yek girêdayî rewşa li vir e. Rizgariya gelên Filistînê jî ya gelên din jî ji vir derbas dibe. Nexwe bi rejîmên otorîret ên weke Îran û Îsraîlê nabe. Tirkiyeyê demekê dirêj di polîtîkaya derve de xeletî kir û xuyaye ku rîsk mezin bûne. Tekane hêza me ya li dijî van rîskan jî aştî ye, Tirkiyeya demokratîk û civaka demokratîk e. Em careke din bang li gelên Tirkiye û gelên wê dikin; werin piştgiriyê bidin vê banga civaka demokratîk û têkoşîna aştiya mayinde.”

‘Divê Meclis bikeve dewrê’

Temellî bal kişand ser nîqaşên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd û anî ziman ku divê Meclis di vê mijarê de rol bigire. Temellî ev yek anîn ziman: “Birêz Ocalan di 27ê Sibatê de bang kir û PKKê di 12ê Gulanê de xwe fesix kir û çek berda. Lê piştre tiştek neguherî. Ji bo gavên piştre bên avêtin, êdî dema wê ye ku înîsiyatîfê li xwe bigirin û gavan biavêjin. Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş got ku dê înîsiyatîfê li xwe bigire. Divê tavilê bikeve nava tevgerê û divê ji bo çareseriya meseleyê komîsyona Meclisê bikeve meriyetê. Hema hema temamiya partiyên li Meclisê vê komîsyonê erênî dibînin. Wê demê divê em gel hev û komîsyona ku dê weke navnîşan were nîşandan, bikeve meriyetê. Ev, peywira me ya esasî ye. Ya dikeve ser milê me jî avêtina vê gavê ye.”

Çareseriya pirsgirêka Kurd bandorê li R. Navîn dike

Temellî diyar kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd dê bandorê li Rojhilata Navîn jî bike û pêşî li Îsraîlê jî were girtin. Temellî bi lêv kir ku divê Meclis êdî gavan biavêje û bang li Kurtulmuş kir ku tavilê xebatan bide destpêkirin, wan vexwîne û komîsyoneke ku ji hêla her kesî vê tê qebûlkirin ava bike.

Neberdana girtiyên siyasî

Temellî bertek nîşanî neberdana girtiyên siyasî û nexweş da û got: “Em li vir qala aştiya civakî dikin, em qala avêtina gavan dikin lê li kiriyarên li girtîgehan binêrin. Li sepanên îdareyên girtîgehên Bolu û Karabukê binêrin. Rêbazên îşkenceyê û xespkirina mafan li wir di meriyetê de ne. Midûrên van girtîgehan ne wezîran guhdar dikin, ne serokkomar ne jî tu rayedaran. Li gorî serê xwe tevdigerin. Her cureyên îşkencekirinê ji xwe re maf dibînin.”

Krîza aborî

Temellî di berdewamê de bal kişand ser krîza aborî û got ku bi rêya zem û bacan dahata xizanan tê dizîn. Temellî got: “Ez li vir giliyê serokê TUÎKê dikim. Bi destê TUÎKê dizî tê kirin û serokê TUÎKê hêj vî sûcî dike.” Temellî bi lêv kir ku tekane hêza li dijî pergala şêlandin û diziyê, têkoşîna rêxistinkirî ye.

Serdana Girtîgeha Silîvriyê

Temellî piştre jî pirsên rojnamegeran bersivand. Temellî da zanîn ku Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan ji bo serdana Şaredarê Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû serî li Wezareta Dadê dane û dixwazin di roja pêncşemê de biçin serdanê. Temellî got ku bersiv hêj nehatiye dayîn.

Etîket: Abdullah OcalanDEM PartîMeclîspkkSezaî Temellî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne