• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê ya Amedê hate ragihandin

Amed / AW

12 HEZÎRAN 2025 - 15:24
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê ku têkildarî Roja Têkoşîna li Dijî Karkeriya Zarokan li avahiya xwe daxuyanî da damezrandina komîsyona xwe ya zarokan ragihand.

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê têkildarî 12ê Hezîranê Roja Têkoşîna li Dijî Karkeriya Zarokan li avahiya xwe ya li navçeya Peyas a Amedê daxuyanî da çapemeniyê û Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê ya Amedê ragihand. Hevberdevka Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê Berîtan Guneş Altin, Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer, Hevberdevkên Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê ya Amedê Necla Korkmaz û Mazlûm Dogan tev li daxuyaniyê bûn.

Civakeke azad zarokên azad bi xwe re tîne

Di daxuyaniyê de ewilî Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer axivî. Gulşen Ozer diyar kir ku civakeke azad zarokên azad bi xwe re tîne û wiha got: “Ev şerê 52 salan berdewam dike bandorê li zarokan jî dike. Ji ber vê yekê me weke DEM Partiyê me got heke em ji zarokan dest pê nekin dê kêm bimîne.”

160 milyon zarok kirine karker

Hevberdevka Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê Berîtan Guneş Altin, diyar kir ku di sala 23yemîn a Roja Zarokan de 160 milyon zarok kirine karker û bi şert û mercên zor de tên xebitandin û wiha got: “Ji 160 milyon zarokan 79 milyon zarok di karen giran de dixebitin. Sedemê vê yeke yê bingehîn xizanî, şer, dûrkirina zarokan a ji perwerdehiyê û pergala kapîtalîst a zarokan weke hêza kar a erzan dibîne ye. Li Tirkiyeyê jî 869 hezar zarok kirine karker. Ev ne tabloya rast e. Karkerên demsalî û zarokên li MESEMan di nava van reqaman de nînin. Dema em van jî lê zêde bikin nêzî milyon û nîv, du milyon xebatkarên zarok hene. Em meha havînê jî lê zêde bikin ev hejmar digihe çar milyonan.”

Bajarên ku kurd lê dijîn di xizaniya zarokan de di rêza yekemîn de ne

Berîtan Guneş Altin da zanîn ku li cîhanê ji 10 zarokan yekê dikin karker, li Tirkiyeyê ev rêje ji 5 zarokan yek e û anî ziman ku di navbera salên 2013 û 2024an de li Tirkiyeyê 742 zarokan jiyana xwe ji dest dane. Berîtan Guneş Altin, bi lêv kir ku ji her 4 zarokan yek bi awayekî birçî diçe dibistane û anî ziman ku Şirnex, Mêrdîn û Amed di xizaniya zarokan de di rêza yekemîn de ne. Berîtan Guneş Altin da zanîn ku bajarên ku kurd lê dijîn di xizaniya zarokan de di rêza yekemîn de ne û wiha domand: “Bi kedxwariyê, şer, newekheviyê li bajarên kurdan zarok bêtir xizan dibin.” Berîtan Guneş Altin diyar kir ku ji bo zarokan di aştiyê de israr dikin û ji ber vê yeke komîsyona zarokan deklere dikin.

Necla Korkmaz a dû re metnê daxuyaniyê xwend di destpêka axaftina xwe de hemû zarokên ku di çerxa kedxwariyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn û wiha got: “Komîsyona Zarokan a Navendî ya Partiya Demokrat di vê qonaxa dîrokî ya veguherîna civakî de, bi prensîba ku zarok bibin kirdeya civakî dişopîne ku di hawîrdorek azad, wekhev û bê îstismar de bijîn û beşdarî hemî warên jiyana hevpar bibin.

Meclisa armanc dike ku mafê bingehîn ên zarokan biparêze

Di vê çarçoveyê de, Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê ya Amedê ku me îro damezrandina wê îlan kir, armanc dike ku mafên bingehîn ên zarokan ên wekî jiyan, perwerde, tenduristî, edalet, beşdarbûn, stargeh û ewlehiyê biparêze û mekanîzmayên qanûnî û civakî ji bo jiholêrakirina her cûre îhmalkirin, îstîsmar, tundî û îstismara li dijî zarokan ava bike û xurt bike.”

‘Dê ji bo civakeke demokratîk têbikoşin’

Necla Korkmaz ku daxwazên Meclisa xwe rêz kirin destnîşan kirin ku bi taybetî ji bo zarokên ku mafê wan ê jiyanê ji wan hatiye standin, rastî her cûre îhmal, îşkence û tundiyê hatine, xizan bûne û kirine karker, îstismar kirine, kirine penaber, ji azadiya xwe mehrûm bûne, ji ber cudakariya rastî cihekariya sîstematîk hatine û îradeya wan hatiye paşguhkirin û bêrêzî lê hatiye kirin, dê bi zarokan re, ji bo avakirina jiyaneke aştî lê hebe û civakeke demokratîk têbikoşin.”

Etîket: AmedDEM Partîkomîsyonzarok
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

3 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Fetî Yildiz: Komîsyona çavderiyê dê di nava 10 rojan de bê avakirin

Fetî Yildiz: Komîsyona çavderiyê dê di nava 10 rojan de bê avakirin

1 COTMEH 2026
Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

30 ÎLON 2026
Weşanxaneye Moriyê ji bo zarokan seta pêşdibistanê amade kir

Weşanxaneye Moriyê ji bo zarokan seta pêşdibistanê amade kir

30 ÎLON 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne