• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dogan: Em amadekariyan dikin ku biçin serdana birêz Ocalan

Enqere / AW

11 HEZÎRAN 2025 - 16:18
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan got: “Em amadekariyê dikin ku di demek nêz de serdana Girava Îmraliyê bikin.”

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û geşedanên di rojevê de nirxand. Ayşegul Dogan diyar kir ku ew civîna xwe ya rêveberiya navendî li dar dixin û mijara nîqaşa wan sereke avakirina komîsyona li Meclîsê ye û got: “Divê li Meclisê gavek beriya gavekê komîsyon were avakirin.”

Ayşegul Dogan anî ziman ku pirsgirêka Kurd tenê ne pirsgirêka Kurdan e û ew ji bo çarserkirina pirsgirêkê amadekariyan dikin.

Dê hevdîtinên li gel partiyan bidomin

Ayşegul Dogan destnîşan kir ku partiyên muxalefetê yên ku ew bi wan re civiyan e daxwaza “têkiliya rasterast, ragihandin, agahdarkirina li ser mijarê û zelaltiyê” dikin. Ayşegul Dogan diyar kir ku ew bi AKP û MHP re jî civiyan e û ev hevdîtin dê berdewam bikin û got: “Em ne tenê bi partiyên siyasî yên ku di Parlamentoyê de temsîl dikin re hevdîtin dikin. Hevdîtin berdewam dikin û dê bi partiyên siyasî yên cuda yên ku di Parlamentoyê de temsîl nîn in re jî berdewam bikin. Ev hevdîtin dê di serdema nû de jî berdewam bikin. Piştî van hevdîtinan daxuyaniyên nivîskî hatin dayîn.”

‘Em ê di demek nêz de biçin hevdîtinê’

Ayşegul Dogan bal kişand ser hevdîtinên li gel Abdullah Ocalan û wiha got: “Em wekî DME PartiyÊ jî amadekariyan dikin ku biçin Girava Îmraliyê. Em plansaziya vê yekê dikin ku tavilê serdana Girava Îmraliyê bikin. Em bi şandeyek ku ji endamên Rêveberiya Navendî ya partiya me, tevî hevserokên me pêk tê biçin Girava Îmraliyê. Em amadekariyan dikin ku rasterast bi birêz Ocalan re hevdîtin bikin û şêwir bikin da ku vê serdemê fam bikin û rave bikin û bi hêztir xwe birêxistin bikin. Em ê wekî şandeyek Partiya DEM di demek herî nêz de serdana wî bikin. Dîsa pir îhtîmal e ku birêz Ocalan di rojên pêş de bi nûnerên partiyên siyasî yên cuda re jî hevdîtinê bike.”

‘Birêz Ocalan dixwaze bi Barzanî, Ebdî û Talabanî re hevdîtinê bike’

Ayşegul Dogan axaftina xwe domand û ev yek anîn ziman: “Dema em giranî û berfirehiya pirsgirêkê li ber çavan digirin; em difikirin ku dê ji bo birêz Ocalan sûdmend be ku bi birêz Mesut Barzanî, birêz Nêçîrvan Barzanî, birêz Mazlum Ebdî, birêz Qubat û Bafil Talabanî re hevdîtinan bike. Em jî dizanin ku ew dixwaze van hevdîtinan bike. Em dixwazin vê yekê bi raya giştî re parve bikin. Ev daxwaza birêz Ocalan e. Em jî difikirin ku dê ev yek sûdmend be. Ji bo wî pir hêja û girîng e ku bi serokên ji partiyên siyasî yên cuda û kesayetên girîng re were cem hev. Ev ji bo pêvajoya siberojê jî pêwîstî ye.”

Etîket: Abdullah OcalanAyşegul DoganDEM PartîGirava Îmraliyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne