• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Arjantînê ‘Sosyolojiya Azadiyê’ hate nasandin

Navenda Nûçeyan /bAW

7 HEZÎRAN 2025 - 22:19
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Pirtûka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi navê “Sosyolojiya Azadiyê” ku wergerî zimanê Spanî hatiye kirin, li Arjantînê hate nasandin.

Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk a Abdullah Ocalan acîlda Sêyemîn “Sosyolojiya Azadiyê” bi hevkariya weşanxaneyên Ciccus û Meyman li Arjantînê hat çapkirin. Ji bo danasîna pirtûkê wê li bajarên cûda yên Arjantînê kampanyayên danasînê bên lidarxistin û wê bigihêje ber destê xwendevanan.

Kampanyaya danasînê bi hevkariya saziyên girîng ên wekî Escuela Latinoamericana de Formación Política, Enstîtuya Estudios de América Latina y el Caribe, Înîsiyatîfa ji Abdullah Ocalan re Azadî- CTA Autónoma, Pañuelos en Rebeldía, Asamblea Permanente por los Derechos Humanos û Weşanxaneya Ciccusê tê organîzekirin.

Tê plankirin ku kampanya di du qonaxan de wee meşandin. Qonaxa yekem wê li zanîngeh, mûze û weşanxaneyan; qonaxa duyem jî wê li navendên tevgerên civakî, sendîka, avahiyên kolektîf û navendên civakî werin lidarxistin. Di pêvajoya danasînê de gelek akademîsyen û çalakvan wê nêrînên xwe yên li ser pirtûkê bi raya giştî re parve bikin.

Danasîn li Fakulteya Zanistên Civakî ya Zanîngeha Buenos Airesê dest pê kir. Akademîsyen, mamoste û xwendekaran eleqeyek mezin nîşanî danasînê dan. Çalakvana femînîst Claudia Korol pêşgotina pirtûkê nivîsandiye, profesorê sosyolojiyê Hernán Ouviña, akademîsyen Carla Rodríguez û Jorgelina Matusevicius di danasînê de axivîn.

Hernán Ouviña diyar kir ku Rêber Apo bi tecrîdeke entelektuel re rû bi rû ye û got: “Ocalan hema hema her mijar nirxandiye. Li ser jiyana azad disekine û her tiştî ji nû ve şîrove dike. Îro, em di îdeolojiyê de çepgir in lê di epistemolojiyê de rastgir in. Ocalan hewl dide ku vê nakokiyê çareser bike.”

Claudia Korol jî serdana xwe ya Rojava bi bîr xist û got: “Min pratîka vê pirtûkê li Rojava dît. Îradeya gel, hêza jinan û girêdana bi xwezayê re pir eşkere bûn. Girîng e ku em vê fikrê bînin vir û di rastiya xwe de bixin pratîkê.”

Carla Rodríguez diyar kir ku Rêber Apo tevî şertên zehmet jî têkiliya xwe bi gelê xwe re didomîne, ramanên kûr pêş dixe û ev yek îlhamê dide her kesî. Carla Rodríguez wiha domand: “Eger Ocalan di bin şert û mercên tecrîda giran de karibe bi vî rengî bi awayekî sîstematîk bifikire, em jî dikarin di şert û mercên dijwar de çareseriyan biafirînin.”

Jorgelina Matusevicius li ser girîngiya stratejîk a zanistê rawestiya û got, “Zanîn ew e ku me bi ramana azadiyê ve girêdide. Ev nêzîkatiya sosyolojîk ji bo jiyana rojane veguherîne şoreşekê pir girîng e. Ji bo em zanîngehê demokratîk bikin, divê em li ser vê yekê bifikirin.”

Danasîna pirtûkê wê di meha Hezîranê de li bajarên Buenos Aires, La Plata, Rosario, Cordoba û Villa Giardino bidomin.

Etîket: Abdullah OcalanArjantînpirtûk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
‘Divê li her derê xwedî li pirtûkên Kurdî bê derketin’

‘Divê li her derê xwedî li pirtûkên Kurdî bê derketin’

1 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê dest pê kir

10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê dest pê kir

26 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne