• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Guhertin û veguhertin dide guhertin

Rojger Botan / AW

5 HEZÎRAN 2025 - 09:59
Kategorî: ANALÎZ-DOSYE, MANŞET
A A

Tişta ku PKKê ji hemû tevgerên Marksîst û reel sosyalîst cûda dike ev rastî ye. Lewre PKK, ne tevgerek dogmatîk e. Di demên herî stratejîk de guhertin û vegurtina xwe pêk aniye û niha jî li her deverê cîhanê wekî stêrkekê dibiriqe.

Di gerdûnê de “tişta ku neyê guhertin guhertin bi xwe ye” dibêje Rêber Abdullah Ocalan. Her guhertin û veguhertin di encama krîz, kaos, alozî û pirsgirêkên civakî de pêk tên. Her mirov, nebat, ajal û hemû zindiyên di nava gerdûnê de li dijî alozî û koasê xwedî bertekên parastina cewherî ne. Dewlet, desthilatdarî, hegemonya, serdestî-bindestî û ji hev cûdakirina kirde-bireserî pirsgirêkên civakî; şer, pevçûn, qetlîan û hwd. ava dike.

PKKê di 5-7’ê Gulanê de bi pêkanîna Kongreya 12emîn gavek nû ya guhertin û veguhertinê avêt. Her tevgerên sosyalîst ji bo ku di demên xwe de û li gorî konjonktura dema xwe guhertin û veguhertinên nû pêk neanîn, têkçûyîna xwe ya li dijî hegemonyaya kapîtalîst ne sekinandin. Bîrdoziya Marksîst û Lenînîst û reel sosyalîzmê di vê mijarê de mînakên sereke ne.

Li dijî modernîteya kapîtalîst Karl Marx û Friedrich Engels bi Manîfestoya Komunîst dengê xwe derxistin. Di qirna 19emîn de deng derxistina bi vî rengî helbet gelek girîng û bi nirx e. Lê têkoşîna bi rêbazên modernîteyê heta cihekî di xitime. Lewre derketina Komunîzmê li gorî demên di destpêkê de ne şaş bû, berevajiya vê rast bû û gavek pêşketî jî bû. Lê kêmasî û nebesiyên vê fikrê di demên pêş de dê derketina pêş. Her wiha Marx, bi parastina dewlet, desthilatdarî û diyalektîka materyalîst dê rêbazên modernîteyê bi kar bianiya.

Heman rewş di reel sosyalîzmê de jî derdikeve pêş. Li dijî partiya faşîst a Menşevîkan, partiya Lenîn a Bolşevîk di 17ê Cotmeha 1917an de li Rûsyayê dê desthilatdarî bi dest bixistana. Lenîn jî her wekî Marx rêbaza dewlet û desthilatdariyê bikar tîne û li dijî diktatoryaya faşîst dîktatoryaya proleter ava dike. Ev her du bîrdozî jî piştî demekê li dijî modernîteyê li ser piyan neman û her wekî mezhebek çepgir a modernîteyê man û têk çûn.

PKK jî di destpêka avakirina partiyê de, li ser bîrdoziya Marksîst-Lenînîst û reel sosyalîzmê ava bibû. Li gorî dem û konjonkturê ev ne şaş bû. Lewre di serdema ku PKK ava bûyî de, di cîhanê tenê pevçûnên di navbera kapîtalîzmê û reel sosyalîzmê de rû didan. PKK jî di çarçoveya vê rewşê de ava bibû. PKKê hemli gorî şert û mercên zehmet û zor li dijî modernîteya kapîtalîst cihê xwe girtibû hem jî li dijî Komara Tirk a faşîst fikra Kurdistana Serbixwe di parast.

Piştî dîl girtina Rêber Abdullah Ocalan a di 15ê Sibata 1999an PKKê xwe ji fikra Marksîst-Lenînîst û reel sosyalîzmê rizgar kiribû û paradîgmaya xwe li dijî netew-dewlet, endustrîyalîzm û qezenca herî zêde, wekî netewa demokratîk, eko-endustrîyalîzm û aboriya komunal guhertibû. Heke ev guhertin û veguhertin pêk nehatiya, gengaz bû ku PKK jî her wekî bîrdoziya Marksîst û reel sosyalîzmê têk biçûya.

Rêber Ocalan, paradîgmaya nû di her qadê de pêk anîbû. Her cihê ku modernîteya kapîtalîst dest dirêjî kiriye, Rêber Ocalan alternatîfên dîrokî li dijî vê ava kir. Modernîteya kapîtalîst bi pergala netew-dewletan belavbûna xwe ya cîhanê pêk anîbû. Ji bo her netewî dewletek stratejiya vê pergalê bû û bi vî rengî modernîte li her deverê cîhanê hegemonyaya xwe vesaz kiribû. Ji ber pergala netew-dewlet a yekperest, yek ziman, yek ol, yek çand û hwd. bi milyonan mirov hatibûn qetilkirin.

Rêber Abdullah Ocalan bi alternatîfa netewa demokratîk dîroka serdema neolîtîka wekhev û demokratîk careke din şîn dabû. Lewre Rêber Abdulllah Ocalan gotina “Her giya li ser koka xwe şîn dibe” bi bîr dixe. Li Kurdistanê, bi pêşengtiya PKKê û vê carê hêj gurr û berfirehtir paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ava dibe û hemû gelên li vê erdnîgariyê dijîn, bi çand, ziman, bawerî û hebûna xwe pergala netewa demokratîk ava dikin.

Tişta ku PKKê ji hemû tevgerên Marksîst û reel sosyalîst cûda dike ev rastî ye. Lewre PKK, ne tevgerek dogmatîk e. Di demên herî stratejîk de guhertin û vegurtina xwe pêk aniye û niha jî li her deverê cîhanê wekî stêrkekê dibiriqe.

Banga Rêber Ocalan a 27ê Sibatê piştî têkoşîna 52 salan hîperek (ivme) nû li Tevgera Azadiya Kurd dide qezenckirin. PKK tu carî ji guhertin û vegurtinên stratejîk xwe neda paş û cûdahiya xwe bi rengî nîşan da. Careke din, di serdemek wisa girîng û stratejîk û li gorî konjonktura demê Rêber Abdullah Ocalan guhertinek nû pêdîvî dibîne. Êdî dem hatiye ku bîrdoziya sosyalîzma demokratîk û modernîteya demokratîk ne tenê li Kurdistan û Rojhilata Navîn belav bibe, li her deverê cîhanê pêwîste fikr û paradîgmaya Rêber Ocalan belav bibe û qada kapîtalîzmê teng bike. Gelek kesên heta niha bi av û nanê kapîtalîzmê xwe têr dikiran niha li xwedî vê paradîgmayê derdikevin û hewl didin fêhm bikin.

 

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

7 COTMEH 2026
Ahmet Karamus: Şerê li Îranê êdî yekîtiya Kurdan ferz dike

Karamus: Di demên pêş de em ê mizgîniya yekîtiyê bidin gelê xwe

7 COTMEH 2026
Çêkirina rişteyan: Çandeke komîn, qedîm û herêmî ye

Çêkirina rişteyan: Çandeke komîn, qedîm û herêmî ye

7 COTMEH 2026
Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

7 COTMEH 2026
Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

7 COTMEH 2026
ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne