• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ligel hemû bedelan dîsa aştiyê dixwazin

Fexredîn Kiliç / AW

5 HEZÎRAN 2025 - 08:24
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Halîme û Salih Temel ku du zarokên wan di şer de jiyana xwe ji dest dane li ser pêvajoya heyî axivîn û wiha gotin: “Bila Serokê me azad bibe were Amedê. Tevî zarokên me şehîd bûne jî em piştgiriya vê pêvajoyê dikin û dixwazin aştiyek pêk were.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de banga “Aştî û Civaka Demokratîk” li raya giştî kir. PKKê piştî vê bangê Kongreya xwe ya 12emîn li dar xist û biryar da ku xwe fesix bike. Bi banga Abdullah Ocalan û biryara PKKê pêvajoyeke girîng dest pê kir û civak jî piştgiriyê dide vê pêvajoyê. Malbatên ku zarokên xwe di şer de windakirine jî piştgiriyê didin vê pêvajoyê.

Yek ji van malbatan malbata Halîme û Salih Temel a li gundê Setkarê yê navçeya Elkê dijî ye. Malbata ku du zarokên wan di şer de jiyana xwe ji dest dane, zarokeke wan jî hêj di nava refên PKKê de ye û zarokekî wan jî di girtîgehê de ye gelek zext lê hatine kirin. Leşkeran bi dehan caran bi ser mala malbata Temel de girtine û zext li wan kirine. Her cara bi ser de girtine wêneyên zarokên wan ên di malê de an çirandine an birine. Bav Salih Temel bi dehan caran hatiye binçavkirin û gelek caran hatiye girtin. Bav Temel di binçavan de gelek caran hatiye îşkencekirin jî. Zarokên ku ji van zextan bi bandor bûn tev li nava refên PKKê bûn.

 

3 zarokên wan tev li nav refên PKKê bûne û yek jî di girtîgehê de ye

Yek ji zarokên malbatê Nacî Temel (Çekdar Kato) di sala 2001an de dixwaze bi komeke hevalên xwe re tev li nava refên PKKê bibe lê li Wanê tên girtin û 3 mehan li Girtîgeha Mûşê tê ragirtin. Nacî Temel piştî tê berdan di sala 2002yan de tev li nava refên PKKê dibe û di 5ê Hezîrana 2010an de di pevçûneke li navçeya Elkê ya Şirnexê qewimî de jiyana xwe ji dest da. Malbatê cenazeyê kurê xwe li gundê xwe veşart. Zarokên malbatê Şehrîban Temel (Berfîn Çekdar) û Nûrcan Temel (Nûda Çekdar) ku ji kuştina kekê xwe bi bandor dibin jî di Tîrmeha 2013an de tev li nava refên PKKê dibin. Şehrîban Temel di 15ê Adara 2018an de li Herêma Biradostê ya Herêma Kurdistana Federe bi du hevalên xwe re jiyana xwe ji dest dide. Yek ji zarokên din ên malbatê Ûgûr Temel jî di Çileya 2023yan de hate girtin û hêj jî girtî ye. Halîme û Salih Temel têkildarî pêvajoya heyî axivîn.

‘Her dayikeke ku bedel daye keyfxweş e ji vê pêvajoyê’

Halîme Temel, anî ziman ku bi pêvajoya ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin gelek kefyxweş in û wiha got: “Her dayikeke ku bedel daye keyfxweş e ji vê pêvajoyê. Em dibêjin bila kuştin çênebin xweşiyek bikeve dinyayê edalet pêk bê. Pêvajoya Serokê me daye destpêkirin gelek tişteke baş e, xweş e û dirûst e. Gava ku PKKê jî avêtiye gelek baş e. Em pê keyxweş in lê divê aliyê din jî gavekê biavêjin. Bila bes kuştin hebe. Bila ne dayikên polîsan ne yên leşkeran bi tu dayik negirîn.”
‘Em dixwazin Serok û hemû girtiyên siyasî azad bibin’

Halîme Temel di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Bila girtiyên siyasî bên berdan. Bi hezaran girtiyên nexweş hene. Bila gavên baş biavêjin ku êdî kuştin çênebe. Daxwaza me ev e. Bila Serokê me were Meclisê an jî Amedê. Ev ne tenê ji bo me Kurdan mi bo Tirkan jî ji bo herkesê jî xweş e. Em dixwazin Serok û hemû girtiyên siyasî azad bibin. Bila bên nav miletê xwe. Me çend bedel dabin jî em dibêjin êdî bes e.”

‘Tevî zarokên me şehîd ketine jî piştgiriya vê pêvajoyê dikin’

Salih Temel jî anî ziman ku li pişt banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in û wiha got: “Heta dilopa xwîna xwe ya dawî em li pey doza xwe ne. Tevî zarokên me şehîd bûne jî em piştgiriya vê pêvajoyê dikin û dixwazin edalet were, aştiyek pêk were. Em hêvî û daxwaz dikin ku dinya xweş bît, aramiyek çêbibe.”

 

 

 

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

7 COTMEH 2026
Ahmet Karamus: Şerê li Îranê êdî yekîtiya Kurdan ferz dike

Karamus: Di demên pêş de em ê mizgîniya yekîtiyê bidin gelê xwe

7 COTMEH 2026
Çêkirina rişteyan: Çandeke komîn, qedîm û herêmî ye

Çêkirina rişteyan: Çandeke komîn, qedîm û herêmî ye

7 COTMEH 2026
Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

7 COTMEH 2026
Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

7 COTMEH 2026
ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne